Avesta: Rêber Apo mîladek nû da destpêkirin
Avesta: Rêber Apo mîladek nû da destpêkirin
Avesta: Rêber Apo mîladek nû da destpêkirin
Endama Konseya Rêverber a PKK'ê Sozdar Avesta da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Newroza sala 2013'an re di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn de mîladeke nû daye destpekirin. Avesta destnîşan kir, ku di qonaxa heyî de hêvajiya ji bo jiyana azad, demokratîk û aştiyane geş û xurtir bûye.
Endama Konseya Rêveber a PKK'ê Sozdar Avesta, di nivîseke xwe ya li rojnameya Azadiya Welat de, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi Newoza sala 2013'an ve destpê kiriye, ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê weke mîladekê bi nav kir û diyar kir, ku girîngiya vê Newrozê de b peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Avesta ragihand ku di qonaxa heyîde hêviya jiyana azad û demokratîk, jiyana wekhev û aştiyane hîna geş û xirtir bûye û weha peyivî;
"Me wek Tevgera Azadiyê ji nameya Rêbertî peyama xwe girt. Bi taybet wek tevgera jinê, me peyam fêm kir. Jixwe di nameyê de ji bo jinan jî pir xalên girîng hatibûn destnîşankirin.Wek Tevgera Azadiya Jinê, ev pêvajoya ku wekî mîladê hatiye destpêkirin, em ê roleke çawa bilîzin, li ser vê xalê em bi berfirehî sekinîn û em civiyan. Herî dawî di destpêka meha nîsanê de civîna Meclisa PAJK’ê hat lidarxisin. Di vir de li ser pêşketinên di rojevê de, beşdarbûna tevgera jinê, bendewariyên ji me çi ne, em di vê pêvajoya girîng de çawa dikarin rola pêşengtiyê bilîzin, em çawa dikarin di dem û merheleyê de tişta hewce pêk bînin, di rojeva siyasî û rêxistinî de li ser sekinîn. Asteke pir bi biryar derket holê. Li ser esasê peyama Newrozê, Tevgera Jinê jî rewşa xwe nirxand û ber bi sazîbûnê ve plansaziyeke nû ji xwe re danî. Bi vî rengî du peyamên girîng hebûn. Pêvajoya ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’ dest pê kiriye.Ya duyem jî hêzên me yên çekdar paşve vekişin."
Avesta anî ziman, ku di tevahiya qad û saziyên tevgerê de li ser vê mijarê nîqaşên cur be cur hatin meşandin û encamên vê jî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye ragihandin û got, "Di dema 1999’an de Rêber APO nû hatibû girtin. Komploya 15’ê Sibatê pêk hatibû. Hêzên navneteweyî dixwestin bi vê komployê Tirkiyeyê bixin nav şerekî ku bi sed salan dewam bike. Ne ku bi niyeteke baş, an jî ne bi mebesta ku alîkariya Tirkiyeyê bikin. Rêbertî dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Ji bo ku di Rojhilata Navîn de şereke dijwar pêk bê. Ev destpêka pêngava şerê cîhanê yê sêyemîn bû. Dixwestin bi vî rengî herêmê bixin nav alozî û tevliheviyeke mezin. Hin kurdên hevkar ji ber ku Tevgera Azadiyê li pêşiya xwe wek asteng didîtin, dixwestin wê bi sînor bikin, statukuparêziya xwe berdewam bikin. Ji ber vê nehêlan guhertinên erênî yên demokratîk pêk bên. Dizanîbûn ku ev tevger bi demdirêjî ji bo wan jî xetere ye. Loma di komployê de cih girtin. Şert û mercên wê demê yên Tirkiyeyê jî ji vê re vekirî bû. Ji ber bi salan raya giştî ya Tirkiyeyê ji yek-alî ve hatibû agahdarkirin. Medya tirk bi yekdengî tenê berdevkiya dewletê dikir. Bi şerê taybet Tevgera Azadiyê wek rêxistineke terorîst lanse dikir.
Bi salan kuştinên kiryarên wan nediyar, şewitandina gundan, qirkirin û komkujiyên ji hêla dewlet, JÎTEM û Hîzbulahê ve pêk hatin jî weke kiryarên ji hêla tevgerê pêk hatine nîşan dan. Ev jî encama vî şerî qirêj bû. Lewma di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de li dijî me reflekseke neyînî derket pêş. Li ser çapemeniya kurd jî zext û tundî her bi berdewamî pêk hat. Pir caran rojnameyên kurdan hatin girtin û komkirin. Di sala 1999’an de hemû şert û merc li dijî me, li gorî berjewendiya dewletê bû. Dijmin ev pêvajo bi taybet jî girtina Rêber APO ji bo xwe wek serkeftinê dît. Hikûmeta wê demê bixwe jî nedizanî ku çima Rêbertî radestî wan hatiye kirin, lê ji bo xwe wek serkeftinekê didît.
Dema ku mirov pêvajoya borî û roja îro dide ber hev, cudabûnê berçav hene. 14 sal derbas bû. Di Rojhilata Navîn de guherînên pir cidî hene. Şoreşa teknolojîk û zanistî pêşketinan pir leztir dike. Di van 14 salan de careke din Rojhilata Navîn bû zemînê mudaxeleya hêzên emperyalîst. Bi taybet di 3 salên dawî de Tunus, Misir, Lîbya û niha jî di rojevê de Sûriye heye. Bi vê re derketiye holê ku dê hêzên statukuparêz ên herêmê têk biçin. Lê belê yên li şûna wan bên jî ji hêla hêzên derve ve diyar dibin, ango ne li gorî maf û berjewandiya gelên wir in. Di vê navberê de Emerîka-Îsraîl û Ewropa piranî di yek blokê de cih digirin. Rûsya û Çîn jî di blokeke din de cih digirin. Li ser Rojhilata Navîn hesaban pêş dixin. Lê yên ku ji vê rewşê zerar dibîne gelên Rojhilata Navîn in.
Rêber APO ev rewş bi berfirehî nirxand û danî holê. Gelên Rojhilata Navîn wek kartekê di destê hêzên derve de ne. Loma Rêber APO xwest vê pêvajoyê careke din ji rewşa heyî rizgar bike. Jixwe di peyama xwe ya Newrozê de jî dibêje: “Min ev pêvajo dest pê kir, min name şandin û careke din xwest bi Tirkiyeyê re çareseriyê pêş bixînim.” Pêgava 1999’an ji ya 2013’an pir cuda bû. Her wiha li Kurdistanê û Tirkiyeyê de rewş ne wekî berê ye. Di Tevgera Azadiyê de guhertinên mezin çêbûn. Ji Newroza sala 2005’an pê ve Koma Civakên Kurdistanê KCK wekî pergaleke nû xwe li hemû Kurdistanê birêxistin kir. Tevgera Azadiya Jinên kurd KJB’ê xwe li tevahiya Kurdistanê birêxistin kiriye. Rêxistina Ciwanan jî xwedî rêxistinbûneke berfireh e. Her wiha Hêzên Parastina Gel ji 1’ê hezîranê heya niha bi awayeke çalak di rewşa parastina cewherî û rewa de ne. Di van 9 salên dawî de li dijî dijmin şereke dijwar meşandin. Berxwedanek mezin hat pêşxistin.
Li bakurê Kurdistanê êdî çareseriya pirsgirêkê xwe ferz dike. Amadekariya vê tê meşandin. Lê tişta ku dişibe sala 1999’an ne semîmiyeta dewletê ye. Pirsa herî sereke jî ev e. Nexşeriya ku di sala 2009’an de hat îlankirin û îro jî bi riya nameyan wekî protokol tên pêşkêşkirin, dê çiqas dewlet li ser vê eksenê rast bimeşe? Ev pirs divê bi baldarî were pirsîn û şopandin. Eksena nexşeriya me diyar e. Gelê tirk, kurd, ereb, çerkez, laz, tirkmen, ermenî, fars û hemû cure bawerî, netew û mezheb bikaribin bi awayeke aştiyane û demokratîk li ser vê axê bijîn. Bi taybet jî gelê kurd ji ber bi sed salan bi qirkirin û înkarê re rû bi rû maye, dixwaze bigihîje ewlehiya hebûna xwe. Hemû mijarên din bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne.
Tevgera me di serî de li ser van xalan kûr dibe. Bi tu awayî dest ji mafên gelê kurd û gelên din ango demokrasiyê nehatiye berdan. Rêbertiya me dide diyarkirin ku agirbest îlan bibe, hêza leşkerî xwe paşve dikişîne, lê bi şertê ku ev daxwazî pêk bên. Li ser van xalan jî nîqaş û muzakere berdewam in. Nîqaşên heya vê demê jî erênî û bi encam in. Piştgiriyeke pir mezin a raya giştî jî ji bo pêvajoyê heye. Lê daxuyanî û nirxandinên hikûmetê qet bawerî nadin mirov. Heya niha tu daxuyaniyên ku bawerî bide çênebûne. Wekî mînak heya niha hîna jî der barê formul an jî projeya çareseriya pirsgirêka kurd de tiştek negotine. Bi tenê hevdîtinên ligel Rêber APO wekî tunekirina terorê bi nav dikin. Ji hêla hikûmetê ve komîsyon ava kirin, serokwezîrê Tirkiyeyê bi xwe bi wan re civîn li dar xist. Tenê wekî berdevkê xwe dan nasîn. Lê komîsyon hewce dike xwedî erk be. Lê komîsyon jî hîna ne di vê astê de ye, dibe ku di demên pêş de wiha bibe. Rewşa hikûmet û dewleta tirk dişibe sala 1999’an. Niha dixwaze tevgerê entegre bike. Ji tasfiyeyê ber bi entegreyê ve qulipîn ku di encamê de qet ferqa xwe ji hev tune ye. Entegrekirin jî bi çek û şîdetê nabe. Encex bi qanûn, nermbûn û têkilî nav xwe kirin û helandinê dibe.
Hêviya me û ya gelê me bi serkeftina pêvajoyê li gorî sala 1999’an deh qat zêdetir e. Tevger û gel bi giştî di vî warî de birêxistinkirî ye. Xwedî wê astê ye ku pêvajoyê rast şîrove bike. Em bawerî bi Rêber APO û biryarên wî tînin. Rêber APO di peyama 4’ê Nîsanê de jî dibêje: “Erkên ketine ser milên min, min pêk anîne. Êdî erk ên we ne. Pêwîst e hûn pêk bînin û her kes bikaribe rola xwe bîne cih.” Em di pêvajoyeke wiha de ne. Tecrûbeyên me hene. Bi hezaran şehadet qewimîn. Ji her du aliyan jî winda çêbûn. Bi taybet Tevgera Azadiyê bi serkeftî têkoşînê heya vê rojê anî.
Rêber APO muxatabê sereke û aktorê sereke ye. Qonaxên vê pêvajoyê jî hene. Di serî de azadiya Rêber APO hedefa me ya bingehîn e. Heya Rêber APO azad nebe, dê aştiyeke mayînde jî pêk neyê. Heya mafê gelê kurd neyên dayîn dê aştî bi ser nekeve.
YÊN KU RIH DAYE PKK'Ê ŞEHÎD IN
Pêngava ku dest pê kiriye di meha Gulanê de gihîşt asteke hîn cudatir. Meha Gulanê ji bo tevgera me meheke taybet û pîroz e û bi nirxan dagirtî ye. Tevgera me xwe bi vî ruhî bi tevger kiriye.
Gulan meha şehadeta rêhevalên Heqî Karer, Ferhat Kurtay û rêhevalên pê re ye. 31 sal beriya niha di sala 1982’an li Amedê li ser tevgerê hovîtî û wehşeteke mezin pêk dihat. Çar rêhevalên me yên leheng li dijî wê rewşê rûmet û nirxê mirovahiyê parastin. Her çaran dest dan hev û agir berdan bedena xwe û bi durûşma “Agir gur bikin, avê lê nekin. Berxwedan jiyan e!” di 18’ê Gulanê de bûn meşaleyên gelê kurd. Her wiha di 18’ê Gulanê di sala 77’an beriya avakirina PKK’ê rêheval Heqî Karer li Dîlokê hat qetilkirin. PKK bi ruhê Heqî Karer hat damezirandin. Li ser biratiya gelan hat damezirandin. Yê ku ruh da PKK’ê jî ev rêheval bûn. Di 14’ê Tîrmehê de jî Kemal û Xeyriyan ev ruh zindîtir kirin. 31’emîn salvegera şehadeta Ferhat Kurtay û rêhevalên pê re ji pêvajoyeke nû re avis e. Rêber APO di peyama xwe de da got ku vê pêngavê li ser bîranîna Qizildereyê jî pêş dixîne. Di vê mehê de hîna zêdetir li tevahiya Kurdistanê pêwîst dike ku gelê me û jinên kurd xwedî li şehîdên xwe, bîranîna wan û nirxên têkoşînê derkevin. Li ser bîranîna Mahîr, Ferhat, Kemal, Xeyrî, Elî, Mehmud, Mizgîn, Leyla Qasim û Amara tişta dikeve ser milê Tevgera Jinên Kurd pêwîst e pêş bixîne. Hîna zêdetir ji bo serkeftina pêvajoyê erkên xwe pêk bîne.
YEKGIRTINA JIYANA HEVPAR GIRÎNG E
Lı ser erdnîgariya Rojhilata Navîn gel her dem bi yekitî jiyane û nirxên xwe bi hev re ava kirine. Parastina nirxên bi hezar salan û çanda hevbeş, di vê nameyê de pir berbiçav bû. Yekgirtina çiyayê Cûdî û Agirî, Kaçkar û Sakarya, Delîlo û Guvend, Horon û Zeybek nîşaneya hevgirtin û jiyana hevpar a gelên herêmê ye. Rêbertî bi mînakdayîna herikîna çemên Dîcle, Firat û Merîç îşaret bi çarenûsa hevbeş dike. Di vê nameyê de Rêbertî bal kişand ser jiyana hevbeş û hevpar a van gelan li ser vê axê. Di her hevoka nameyê de mirov dikare bibêje hemû beşên civakî tişta hewce dîtin. Di Newroza 2013’an de gelê kurd û gelê herêmê gaveke din nêzî azadiyê bûn. Hîn zêdetir gelê Kurdistanê nirx û çanda xwe ya pîroz derxist holê. Reng, deng, zanist û têgeha xwe bi awayeke rêxistinkirî nîşan da. Peyama xwe ya siyasî, rêxistinî, çandî û jiyanî di Newrozê de danî holê. Dibe ku sembola vê Amed bû. Lê belê ji 10’ê adarê pê ve dest pê kir heya 22’ê adarê li hemû parçeyên Kurdistanê daxwaza xwe ya jiyana demokratîk û aştiyane danî holê. Li çar aliyên cîhanê her kurdekê ev peyam dubare kir. Bêguman ev pir girîng bû. Peyama Rêbertî mora xwe li pêşketinên heyî xist."