Asûrî-Suryanî dixwazin bi daxwazên xwe tevli pêvajoyê bibin

Asûrî-Suryanî dixwazin bi daxwazên xwe tevli pêvajoyê bibin

Pêvajoya nû ya di Newroza Amedê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat aşkerakirin şûnde, ligel kurdan, di navbera Asûrî-Suryaniyan de jî rê li ber nîqaş û tevgeran vekir.

Li Swêdê ji 100 hezarî zêdetir Suryanî dijîn û komele, partî û rêxistinên Asûrî-Suryanî ku li wir xebatan dimeşîne, ev du mehe tên cem hev û pirsgirêkan nîqaş dikin, daxwazên xwe diyar dikin û dixwazin di pêvajoya aştiyê de cih bigirin.

Rêxistinên Asûrî-Suryanî bi armanca ku daxwaz û xebatên xwe yên dê bikin diyar bikin komîteyeke ku nûnerên 3 rêxistinên cuda têde cih digirin ava kirin. Komîte bi awayekî rêk û pêk tên cem hev. Serî li nêrînên gel dixin û daxwazên gelên Asûrî-Suryanî zelal dikin. Encamên ku komîteyê xwe gihadiyê û pêşniyarên xwe di civîna ku dê di 6’ê hezîranê de pêk bînin bigihînin rêxistin û partiyan.

Yekitiya  Demokratîk a Suryanî, Partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê, Yekitiya Asûriyên Cîhanê, Partiya Demokratîk a Beth Nahrîn, Seyfo Center, Rêxistina Demokratîk a Asurî û bi giştî 10 partî û sazî tevli civînan dibin.

Nûnerên rêxistina Demokratîk a Asûrî Saît Yildiz diyar kir ku nêrînên hemû partî û rêxistinan girtine û piştî ku van li ber çavan derbas bikin û nêrînên gel girtin dê  daxwazên xwe yên ku divê di makeqanûnê de cih bigire zelal bikin.

Ji partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê Suleyman Boyaci jî got piştî komîteyê daxwazên Asûrî –Suryaniyan diyar kirin dê bi saziyên Tirkiye û Ewropayê re bikeve nava têkiliyê û piştî nêrînên û pêşniyarên wan girtin dê dosyaya amade kirin rayedarên Tirkiyeyê.

Boyaci got dê Dêran jî tevli vê pêvajoyê bikin û got: “Heta îro çend rêxistin û Dêran daxwazên xwe cuda cuda ragîhandine. Em dixwazin ku hemû bi daxwazên hevpar tevli Pêvajoyê bibin. Daxwaza herî girîng eve ku Asurî-Suryanî wek qel bê qebûlkirin. Ger ev bê qebûlkirin dê mafê me yên ziman, perwerde û çandî jî bê qebûlkirin. Ya duyemîn em naxwazin dîroka me şaş bê dayîn. Ev 5 hezar sale em li ser axa Mezopotamya dijîn.  Divê dawî li îfadeyên nîjadperest bê dyîn. Ya sêyemîn jî behrem, cih û warên me yên dîrokî divê bên parastin.”