Asayîşa Efrînê “Bazara Çarşemê” demkî betal kir

Asayîşa Efrînê “Bazara Çarşemê” demkî betal kir

Ji ber rewşa ewlehî li navçeya Şêrewa ya Efrînê hêza Asayîşa bajarê Efrînê ragihand ku bazara Efrînê “Bazara Çarşemê” bi awayekî demî hate betal kirin.

Asayîşa bajarê Efrînê bazara Efrînê “Bazara Çarşemê” ya ku her Çarşem tê lidar xistin, ji ber rewşa ewlehiya li navçeya Şêrewa û pevçûnên di navbera YPG’ê û komên çekdar de bi awayekî demî batal kir.

Hêjayî gotinê ye ku Bazara Çarşemê li derdora 80’ê salî ve her Çarşem li bajarê Efrînê tê lidar xistin. Her wiha welatî ji hemû navçeyên Efrînê û herêmên derdora wê tên “Bazara Çarşemê” ji bo kirîn an firotina pêdiviyên xwe.