Asayîşa Efrînê 10 ton heşîşê desteser kir û şewitand
Asayîşa Efrînê 10 ton heşîşê desteser kir û şewitand
Asayîşa Efrînê 10 ton heşîşê desteser kir û şewitand
Di çarçoveya opersyona Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Asayîşê ya li dijî heşîşê li Navçeyên Cindirêsê û Şiyê yên Efrînê 10 ton heşîş hate destser kirin û piştre şewitandin.
YPG’ê û Hêzên Asayîşêdi çarçoveya opersyona paqijkirina herêma Efrînê ji heşîşê li gundê Qulkê û Celemê bêtirî 10 ton heşîş destserkirin. Opersyona heşîşê li herêmê didome û rayedaran diyar kirin heta herêm bi temamî ji heşîşê paqij bibe dê opersyona li dijî heşîşê bidome.
Endamê Asayîşa Navçeya Cindirêsê Şêx Mihemed Seydo diyar kir ku opersyon wan bi alîkariya YPG’ê pêk tê û bal kişand ser bandora neynî ya madeya heşîşê li hemû herêmê. Heşîşa ku hatiye hilkirin li pêşiya welatiyan hate şewitandin.
Têkildarî mijarê Asayîşa Navçeya Şiyê bi alîkariya YPG’ê li navçeyê û gundên Meroniyê û Remezana yên girêdayî navçeyê bêtirî 100 kîlogiram ji heşîşê hilkirin û li ser rê li pêş welatiyan şewitandin.
Endamê Asayîşa Navçeya Şiyê Mistefa Seîd got ku, opersyona wan heta heşîş bi temamî ji herêmê paqij bibe bidome.