Artêşa Nîjerya bajarê Baga ji Boko Haramê rizgar kir
Artêşa Nîjeryayê da xuyakirin, ku bajarê Baga ji Boko Haramê hatiye rizgarkirin. Hêzên Boko Haram ev 6 sal in êrîşî vî bajarê li ser sînorê Çadê ye, dikin.
Artêşa Nîjeryayê da xuyakirin, ku bajarê Baga ji Boko Haramê hatiye rizgarkirin. Hêzên Boko Haram ev 6 sal in êrîşî vî bajarê li ser sînorê Çadê ye, dikin.
Artêşa Nîjeryayê da xuyakirin, ku wan bajarê Baga yê roja Pêncşemê ket bin dagirkeriya Boko Haramê, rizgar kirin. Hêzên Boko Haram ev 6 sal in êrîşî vî bajarê li ser sînorê Çadê ye, dikin.
Di daxuyaniya li ser navê artêşê de hat gotin, "Artêşa Nîjerya piştî pevçûnên dijwar, bajarê Baga duh rizgar kir. Pevçûneke dijwar qewimî û terorîstan windahiyên giran dan."
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê Chris Olukolade jî daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmarek zêde ji endamên Boko Haram li gola Çadê fetisîne. Berdevk da zanîn, ku artêşa Nîjeryayê bombardûman jî kiriye. Di operasyona roja Înê hat destpêkirin de artêşa Nîjeryayê ji bejahî û hewayî ve hêzên xwe bikar anî.
Olukolade got, "Gelek terorîst hatin kuştin, lê belê em hejmara zelal nizanin. Hin jê bi birîndarî reviyan" û anî ziman ku ji bo xwe bigihînin bajêr bi qasî 1500 mayîn bêbandor hatine hiştin.