Anli: Amed wê bibe navenda lojîstîk
Anli: Amed wê bibe navenda lojîstîk
Anli: Amed wê bibe navenda lojîstîk
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, serdana Sîteya Pîşesaziyê kir û got ku di nava 7 mehan de plansaziya ji bo hemû navçeyên bi ser bajêr ve bûne bi dawî hatiye. Anli da zanîn ku Amed ji qada xwe zêdetir xwedî cihekî berpirsyariyê ye û got, “Amed wê bibe navendeke lojîstîk” û xwest moralê xwe geş bikin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, li gel Sekreterê Giştî Fetî Suvarî, endamên meclîsê Erkan Erencî, Nadîr Bingol, Azîze Deger Kutlu çûn serdana 2yemîn Sîteya Pîşesaziyê û gel rêveberiya wê rûniştin.
Serokê 2’yemîn Sîteya Pîşesaziyê Hasan Arslan, kêfxweşiya xwe bi serdana hevşaredar û rayedaran derbirî. Arslan da zanîn ku şaredariyê li cem Nexweşxaneya Lêkolînê ji wan re payde kiriye, lê TOKÎyê dest bi ser vê erdê daniye. Arslan daxuyand ku ji bo çêkirina Sîteya Pîşesaziyê wan daxwaz ji TOKÎyê kiriye û got, “Berê wan got, lêçûna wê derxin. Paşî nivîsek ji TOKÎyê hat û got, em xaniyan çêdikin em sîteyên pîşesaziyê çênakin. Herin li cihên sîteyên pîşesaziyê çêdikin binêrin. Ji ber vê me got, wî erdî bidin me. 417 donim ê TOKÎ’yê ye, 117 donim jî yê xezîneyê ye.” Arslan da zanîn berdêla erdê vê derê 95 milyon e û got, “Ev li me pir giran tê. Em difikirin ku hezar kargehan lêkin. Heke weha be serê zeviyê 50 hezar ser me dibe mal.” Arslan got ku wan bi serokên 4emîn Sîteya Pîşesaziyê re hevdîtin pêk aniye û got, “Em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin” û daxwaza piştgiriyê kir.
Serokê Yekemîn Sîteya Pîşesaziyê Ekrem Koçer jî diyar kir ku sîteyên pîşesaziyê dikarin gelek ciwanan bigihînin û got, divê mercên vê bêne avakirin. Koçer got, “Pêdiviya me bi cihekî nû heye” û bal kişand ku cihê sîteyên pîşesaziyê gelekî kambax e û daxwaza piştevaniyê kir. Serokê 3yemîn Sîteya Pîşesaziyê Ekrem Kalkan jî da zanîn ku bi serê kargehê 50 hezar lîra dikeve û xwest ku şaredarî jî piştgiriya wan bike.
ME 7 MEHAN PLANSAZIYA NAVÇEYAN KIR
Hevşaredar Firat Anli destnîşan kir ku ew dema hilbijartinê bi hev re xebitîn û got, a girîng ew e ku mirov piştî hilbijartinê jî bi hev re bixebite. Anli ji bo sîteyên pîşesaziyê got, “Ev der awêneya bajêr in” û weha pê de çû, “Hema bêje riya her kesê bi van deran dikeve, her kes bi awayekî mecbûrî berê xwe didê.” Anli da zanîn ku berpirsyariyên her kesê bo pêşeroja wan hene û got, “Wek hûn jî dizanin, êdî Şaredariya Bajarê Mezin tevahiya bajêr li xwe digire. Êdî ne tenê navenda Amedê, ligel çar navçe û 90 gundên xwe, 17 navçe û 950 gund bi ser ve bûne. Ev jî nêzî 2 hezar war û 1 milyon û 600 kesî digire nav xwe. Divê hemû plansazî li gorî vê bêne kirin.”
Anli da zanîn ku wan di nava 7 mehan de plansaziya wan navçeyên bi ser wan ve bûne pêk aniye û got, “DÎSKÎ xwe li wan deran bi rêk xist, koordînasyona Şaredariya Mezin pêk hat. Niha li gelek navçeyan kar û barên me wek Şaredariya Bajarê Mezin didomin.” Anli bal kişand ku wan li navenda bajêr avahiya Şebekeya Drenajê ya Ava Baranê û hin xebatên nûkirinê yên binesaziyê pêk anîne û got, “her ku bajêr mezin dibe her tişt bi paralel pê re mezin dibe. Em jî hewl didin xwe pê re bigihînin. Me piraniya binesaziya xwe û piraniya plansaziya xwe qedand. Ji bo navçeyên nû bi ser bajêr ve bûne me plansaziya ava vexwarinê, şebekeyên cihokan, pergalên parzinandina avê pêk anîn. Sala 2015an gelek proje dê dest pê bikin û hinek jî dê biqedin. Bo nimûne heke pirsgirêka Amnedê ya avê bo 150 salan hatibe çareserkirin dê ya Erganî û Farqînê jî bête çareserkirin.”
BARÊ AMEDÊ JI MEZINAHIYA BAJARÊ WÊ GIRANTIR E
Hevşaredar Anli bi bîr xist ku îsal rûdanên awarte bi serê wan de hatine û got, “Pêşî li Şengalê qewimî. Paşî Kobanê bi ser de hat û van bûyeran bandor li her kesê kir.” Anli da zanîn ku şaredarî tenê bi karê çêkirina rê û avê mijûl nabe heman demê ew xebatên civakî jî pêk tîne û got, “Vê gavê bi hezaran mirovên me di koneşaran de dijîn. Bi hezaran mirovên me ku ji Kobanê hatine, gelê Amedê bi derfetên xwe li taxên xwe xwedî dike. Divê em destê xwe bidine wan jî. Çênabe ku em Pirsûsê jî bi ser guhên xwe re bavêjin.” Anli daxuyand ku Amed tenê ji bajarê xwe berpirsyar nîn e, barê wê gelekî girantir e û got, “Heta heye ku çavê Ewropa û Amerîkayê jî li ser Amedê be.”
Anli daxuyand ku ew hewl didin ku hêj bêhtir bêne cem hev du û got ku çavdêriyên esnafan ji bo wan rê nîşan didin. Anli aşkere kir ku dê beşeke zêde ya Şebekeya Ava Baranê di nava sala 2015an de biqede û got ku ew ê carekê asfaltê bikin ku 5-10 salan bajêr rehet bike. Anli diyar kir ku Pergala Raya Sivik jî divê bidine pêşiya xwe û got, “Em ê enerjiya xwe, budçeya xwe bidine ser projeyên mezin. Hêvîya me pir heye.”
AMED WÊ BIBE NAVENDA LOJÎSTÎK
Hevşaredar Anli bal kişand ku bi awayekî zanayî tê xwestin ewrên reş û tarî bi ser Amedê de bînin û got, “Amed êdî bû bajarekî ewqas girîng ku tu carî weha nebûye. Êdî her kes vê dibîne. Amerîka jî vê dibîne, Ewropa jî, Çîn jî. Siberoja me gelekî ronahî ye.” Anli aşkere kir ku Amed dê bibe navendeke lojîstîk û got, “Amed dê bibe cihê çavpêketinan, hem di warê aborî, hem siyasî û hem jî civakî de dê bibe navendeke rakêş a herêmê” û xwest ku her kes moralê xwe geş bike.