'An tirkî biaxive an jî bêdeng bibe'

'An tirkî biaxive an jî bêdeng bibe'

Mamosteya Tirkî ya li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Gimgimê Hatîce K. di çarçoveya "Sparteka Performans û Projeyê" de di sparteka zarokan de "An tirkî biaxivin an jî bêdeng bibin" nivîsand. Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Gimgimê Mahmut Kiliç bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ew weke sendîka dê dest bi hewildanan bikin. Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê Basrî Avci jî diyar kir ku wan derbarê mamoste Hatîce K. lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA'yê Murat Aydin, ligel hikûmeta AKP'ê dibêje wan dawî li polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berdan li navçeya Gimgimê ya Mûşê geşedanên pêk hatin hêj bîrdoziya fermî ya yekpare berdewam dike. Mamosteya Tirkî ya li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Gimgimê Hatîce K., nivîsên bi zarokan ên di çarçovaya Sparteka Performans û Projeyê de dan nivîsîn û li panoya pola 6/B daliqandin balêdikêşin. Mamoste Hatîce K. di nav spartekên dan zarokan de nivîsên weke "An tirkî biaxive an jî bêdeng be", "Tirkiya we şopa tiliya we ye", "Bi min re Turkche neaxive! tirkî biaxive", “Ximanê xwe weke zarokê xwe biparêze", "Her tişt bi bendê ziman bi dawî dibe", “Nebe qatilê ziman", "Bi zimanê xwe bijî hebûna xwe biparêze", "Tirkiya me biparêzer xwedî li wê derbikeve", "Hes ji zimanê xwe bike da ku tu welatê xwe hes bike" û "Rûmeta li hemberî zimanê xwe nîşaneya zanistiya we ye" hebûn.

'BÊRÛMETÎ YE'

Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Gimgimê Mahmut Kiliç ji DÎHA'êre axivî û anî ziman ku ew bi tund bûyerê şermezar dikin, "Ez hem weke kes û hem jî weke Nûnertiya Egîtîm Sen'ê vê bûyerê bi tund şermezar dikim. Ev bûyer cuda ji me re hatibû gotin. Di pêvajoyekî wisa de mamosteyek bi gotinên nîjadperest nêzî xwendekaran dibe û ramanên faşîst ji xwendekaran re empoze dike nayê qebûlkirin. Di salên 1937-38’an de gotinên 'Hemwelatî tirkî biaxive gelek biaxive' hebû. Di sala 2013'an de hêj mamosteyek, hîndekarek wisa spartekan dide zarokan gelek bifirak e. Em van gotinan şermez dikin. Em weke Egîtîm Sen dê dest bi hewildanan bikin. Mamoste û hîndekarên wisa di nava camîaya perwerdehiyê de cih digirin xemgîniyekî mezin e. Kesên wisa mirovan bêrûmet dikin û asîmîle dikin em xemgîn kirin. Weke mirov min şerim ji xwe kir û bêrûmetî ye. Em teqez vê yekê qebûl nakin. Em weke Egîtîm Sen'ê perwerdehiya zimanê zikmakî diparêzin. Em vê yekê qebûl nakin."

Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê Basrî Avci, diyar kir ku agahiya wî bi mijdarê tuneye û piştî civînê dê biçe dibistanê û lêkolînan bike. Avci piştî lêkolîna li dibistanê li ajansa me geriya û wiha got: "Belê tiştên we gotin rast in. Piştî hevalên me li dibistanê lêkolîn kirin spartekên performansê ji panoyê daxistin û îmha kirin. Em weke Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî derbarê vê kesê de lêpirsîn vedikin."

Mamosteya Tirkî ya Dibistana Navîn a Cumhuriyetê ya Gimgimê Hatîce K. daxwaza me ya hevdîtinê ya têkildarî bûyerê de red kir. Rêveberekî dibistanê yê navê xwe neda jî wiha got: "Mamoste bi xwendekaran ev spartek da çêkirin û di panoyê de pêşanda. Me mudaxele li vê yekê kir û ji bo lêpirsîn bê vekirin bi nivîsekî fermî me ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya navçeyê re ragihand."

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Gimgimê Giyasettîn Altin jî bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku pêkanîna li dibistanê ya yekpare şermezar dikin û wiha got: "Ez ajansa we ya rewşekî wisa nijadperest derxist holê pîroz dikim. Li Tirkiyeyê pêvajoya demokratîk bûnê pêk tê, armana asîmîlasyon a 80 salan hêj li dibistanan berdewam dike û ev yek şermekî gelek mezin e. Ev yek nîşaneya li Tirkiyeyê hêj hişmendiya nijadperest berdewam dike. Em destûrê nadin hişmendiya nîjadperest li dijî zarokên me pêk bê. Zarokên me ji bo zanistê diçin wir ji bo xwe înkar bikin na."