Amnesty International: Îsraîl sûcê mirovatiyê dike
Amnesty International: Îsraîl sûcê mirovatiyê dike
Amnesty International: Îsraîl sûcê mirovatiyê dike
Amnesty International, diyar kir ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bombekirina deverên sivîlan ên Xazze sûcê şer e.
Yek ji parêzvanên mafê mirovan Phîlîp Luther ku li ser navê Amnesty International daxuyanî da diyar kir di şer û pevçûnên ev 4 roj in di navbera Îsraîl û Xazze de didomin 4 avahiyên bilind hilweşyane û got, “Ev rewş tê wateya binpêkirina mafê mirovan a navneteweyî. Têkildarî sûcê şer ê mijara gotinê divê bi awayekî serbixwe, objektîf û bi kitekit lêkolîn bê kirin, berpirsyar hesab bidin dadgehê. Der barê sûcê hatiye kirin de her kesê bê xanî maye, di mijara ku tezmînatê werbigirin mecbûriyeteke însanî ye.”
Parêzvanê mafê mirovan li hember daxuyaniya ku tê gotin di yek ji avahiyên hatine bombekirin de, rêveberekî HAMAS’ê heye, nerazîbûn nîşan da û got ku divê tavilê bê aşkerakirin çima avahiyên din hatine bombekirin.