Amedê dest bi amadekariyên konferansê kir
Amedê dest bi amadekariyên konferansê kir
Amedê dest bi amadekariyên konferansê kir
Tevî KDC, KADEP, OSP, BDP, DOKH, Yekitiya Elewiyên Mezopotamyayê, Weqfa Ermenî Nûbihar, Federasyona Êzidiyan, Koordînasyona Konferansa Îslamî, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-DER gelek rêxistin û partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê dest bi amadekariyên konferansa çareserî û aştiyê ya li Amedê kirin.
Rêxistin û partiyên bangdar, der heqê mijarê de daxuyaniye dan û bal kişandin ser girîngiya pêvajoyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurdistanê yê 90 sal in ziman û nasnameya wê hatiye qedexekirin û bi qirkirina çandî û fizîkî re rû bi rû maye, bi biryardariyeke mezin hewl dide sedsala 21'an qezenç bike. Pêvajoya heyî ne tenê rawestandina şer e, di heman demê de ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê Kurd, qadeke girîng a têkoşînê afirandiye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku asta herî girîng a vê têkoşînê jî yekitiya netewî ye û weha hat gotin: "Nêrîn, îdeolojî, nasnameya siyasî, olî, mezhebî û etnîsîte çi dibe bila bibe, hemû Kurdistaniyên ji Bakur statuyeke çawa dixwaze, dixwaze di nava civakeke çawa de bijî, daxwazên hevpar çi ne, wê ev mijar hemû di konferansê de werin diyarkirin.
Li ser vê bingehê, em weke saziyên navên wan li jêrê hene, ji bo Yekitiya Bakurê Kurdistanê û nêrîna me ya li ser pêvajoyê nîqaş bikin, îlan dikin ku emê Konferansê lidar bixin û bang li herkesên li Bakurê Kurdistanê dijîn dikin ku hêzê bidin vê konferansê."
BANGDARÊN KONFERANSA LI AMEDÊ:
Tevî KDC, KADEP, OSP, BDP, DOKH, Yekitiya Elewiyên Mezopotamyayê, Weqfa Ermenî Nûbihar, Federasyona Êzidiyan, Koordînasyona Konferansa Îslamî, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-DER
Hêjayî gotinê ye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê pêşniyar kiribû ku li Enqere, Amed, Hewlêr û Brukselê konferansên aştî û çareseriyê bên lidarxistin. Konferansa yekemîn wê di 25-26'ê Gulanê de li Enqerê pêk were. Konferansa li Ewrûpayê jî wê di 29-30'ê Hezîranê de li Brukselê were lidarxistin. Ji bo konferansên li Amed û Hewlêrê jî amadekarî dewam dikin.