Amazonî hatin hawara Heskîfê
Amazonî hatin hawara Heskîfê
Amazonî hatin hawara Heskîfê
Welatiyên Amazonê li gel welatiyên Heskifê li ser bendava Ilısu ya Êlihê çalakî pêk anîn. Çalakvanên xwestin Çemê Dicleyê azad biherike ji aliyê welatiyên Heskîfê ve bi erbane û ribabê hatin pêşwazîkirin.
Di peşengiya Nûnertiya Heskîfê ya Komeleya Xwezayê de bi boneya Heskif di bin avê de nemîne û li dijî Bendava Ilisû berteken xwe bînin ziman bi tevlêbûna Heyeta welatiyen Amazonê li Heskîfê Şantiyeya Bendava Ilisuyê girtin. Heyeta ku di nav de komeleyên dijberên Bendavan yên Amerikaya Başûr, DYA; Ewropa, Efrîqa, û Tirkiye li Şantiyeya Bendava Ilısûya li ser Çeme Dîcle yê Heskifê çalakî pêk anîn. Komê ji bo demekê qada bendava Ilısû girtin. Koma ku du navde endamên koma Amazonê Şefê Kabîleya Kayapo Megaron Txucarramae jî hebû gelek dijberên bendavan amade bûn. Endamên komê di çalakiyê de tîşortên ku li ser bi îngîlîzî û tirkî "Rûbar dicivînin, bendav perçe dikin", "Ilisu û Belo Monteyî rawestînin" vekirin.
Komê li ber şandiya Bendava Ilisû daxuyani da. Li ser navê komê Kordînatorê Kampanya Heskifê ya Komeleya Xwezayê Dicle Tuba Kiliç, diyar kir ku gelek çalakvan ji bo piştgiriyê bidin wan hatine vir û wiha got: "Divê rûbarazad biherikin. Em ji bo azadiya rûbaran, aştî û dostaniyê li vir in. Ev bendav dostanî û aştiyê pêk nîne. Divê projeya vê benavê bê rawestandin. Heta ku ev proje neyê rawestandin aşti li Tirkiyeyê bi encam nabe. Bendavên ku li ser çemê Dîcle û Firatê tên avakirin di heman demê de polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê ya "Bi cîranan re sifir pirsgirêk" pûç dike.
Endamê heyetê ku ji Kenyayê hatiye Joshua Angeler, jî anî ziman ku ew çawa li welate xwe li dijî 3 bendavan têkoşînê didin li hemberî bendava Ilisu jî dê heman têkoşînê bidin.
Liderê Kabîleya Kayapo ya Birezilayê Megaron Txucarramae jî anî ziman ku ew ji bo Rûbarên Şingu ji Belo Monteye rizgar bikin têdikoşin, li Êlihê jî ji bo Rûbarê Dicleyê ji Bendava Ilisu rizgar bikin yek e.
Welatiya gundê Şikeftan ê Heskifê Emine Yılmaz jî bertekên xwe li hemberî hikûmetê anî ziman û diyar kir ku hikûmet wan dixapîne. Yilmaz, anî ziman ku bi salan e li dijî çêkirina bendave têkoşînê didin û hikûmet wan dixapîne.
Çalakiyê bi qasî saetekê berdewam kir. Komê piştre siloganên "No no me bendavê naxwazin" û "Em nadin nadin em Heskîfê nadin" berz kirin. Heyet piştre derbasî Haskifê bûn. Heyet li heskîfê bi erbane û ribabê hat pêşwazîkirin. Kom piştre ji pira Heskife heta Keleha Biçuk meş pêk anîn.