Aloziya di navbera Swêd û Sûidiyan de mezin dibe

Krîza dîplomatîk a di navbera Swêd û Erebîstana Siûdî de dewam dike. Swêdê, peymana firotina çekan a 10 sal in di meriyetê de ye betal kir, Erebîstana Siûdî jî sefîrê xwe yê bilind vekişand.

Krîza dîplomatîk a di navbera Swêd û Erebîstana Siûdî de dewam dike. Swêdê, peymana firotina çekan a 10 sal in di meriyetê de ye betal kir, Erebîstana Siûdî jî sefîrê xwe yê bilind vekişand.

Swêd ku ji ber bazirganiya xwe ya çekan a bi Sûidiyan re bi salane li nerazîbûnan tê, ji ber qewimînên dawî neçar ma têkiliyên xwe yên bi rejîma antî demokratîk a Siûdî re bibire.

Di Civîna Bilind a Lîga Ereb de, ku çend roj berê li paytexta Misir Qahîreyê pêk hat, Erebîstana Siûdî nehiştibû Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstroem biaxive. Sedema vê yekê jî, rexneyên dema dawî Swêd di mijara binpêkirina mafên mirovan de li Erebîstana Siûdî dike û Wallstroem 'mafên jinê' destnîşan dike, hat nîşandan.

Hikûmeta koalîsyonê ya Swêdê jî ku di sosyal demokrat û keskan pêk tê, roja Sêşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê peymana firotina çekan a ji sala 2005'an û vir ve di meriyetê de ye, dirêj nekin. Peyman beriya niha heta sala 2010'an carekê hatibû dirêjkirin. Derketibû holê ku di çarçoveya peymanê de, di sala 2011'an de Swêdê alîkarî daye Erebîstana Siûdî ji bo febrîqeyeke çekan veke û vê yekê rê li ber nerazîbûnên cidî vekiribû.

Erebîstana Siûdî ya nerazîbûn nîşanî biryara betalkirina hevkariya firotina çekan a bi Swêdê re, Sefîrê xwe yê bilind ê li Stockholmê vekişand. Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Erebîstana Siûdî hat kirin ve hat îdîakirin Wezîra Karên Hundir a Swêdê dest li karên navxweyî yên welêt werda ye.

Erebîstana Siûdî sêyemîn li derveyî welatên rojavayî muşteriyê herî girîng ê Swêdê bû. Ji sala 2014'an û vir ve Swêdê bi 338 mîlyon kronî (37 mîlyon Euro) çek firot vî welatî.