Alimên Kurd: Înên Sivîl gihane armanca xwe
Alimên Kurd: Înên Sivîl gihane armanca xwe
Alimên Kurd: Înên Sivîl gihane armanca xwe
Alimên olî yên Kurd ku li Amedê kombûn gotin, piştî 30 mehan Înên Sivîl, hikumetê pejirand ku di mizgeftan de xudbe û îbadet bi kurdî bê kirin gihane armanca xwe. Alimên oldar ragihandin ku, ji ber vê çendê bi destpêkirina Remezanê biryar dane ku dawî li çalakiya xwe bînin.
Alimên Kurd yên olî ku li Amedê kombûn, têkildarî civîna li darxistine daxuyaniyek weşandin.
Di danezana bi îmzeya Komeleyên Alimên Olî yên Amed, Êlih, Wan, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê, herwiha bi nûnerên Manîsa,Riha,Sêrt, Colemêrg û Mûşê hatî weşandin da diyarkirin ku, nimêjên Îna Sivîl gihane armanca xwe û biryar dane ku dawî li çalakiya xwe bînin.
Danezana ku bi gotinên, “Ey mirovên xwedî îman bi hev re herin aştiyê” destpêkir, balkişande ser şerê li Kurdistanê ‘ji ber bê edaletiyê’ rû dide.
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYA KU OCALAN DAYE DESTPÊ KIRIN’
Di daxuyaniya ku têde hate gotin, hemû şerên di dîroka gelan de heyî bi aştiyekî edalet gihaye encamekê “Ji ber vê çendê em weke alimên oldar em piştgiriyê didin pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Em bi rayagiştî û gelê xwe re parve dikin ku, ji bo pêşketina vê pêvajoyê erkê ku dikeve ser milê me em dê pêkbînin.”
‘EM MEŞA DEMOKRASIYÊ YA KCK’Ê SILAV DIKIN’
Alimên olî yên ‘meşa demokrasiyê’ ya KCK’ê da daye destpêkirin silavkirin, diyarkirin ku “Ji bo ev pêvajo xirab nebe aliyên ku berpirsyartî girtine serxwe, girêdana wan ya weke Ahid û Pêxember weke erkekî dîroka mirovahiyê nirx didînê.”
Alimên olî di berdewama daxuyaniya xwe de balkişande ser îstîsmara olî ya li hemberî gelê Kurd û ji ber vê çendê destpêkirina nimêjên Îna Sivîl.
“îstîsmara olî ya bisalan li ser gelê me domkir bandorek mezin kiriye. Ji ber ku qedexebû gelê me bi zimanê xwe xudbe û îbadetan bike, nimêjên îna sivîl dane destpêkirin. Gelê me piştgirî dane vê nimêjên îna sivîl û azadiya îbadeta bi zimanê xwe ku jê hatiye wergirtin weke erkek dîtiye.”
‘ÎNÊN SIVÎL GIHANE ARMANCA XWE’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Bi zimanê dayîkê îbadet û xudbe têne kirin, herwiha piştî hikumetê qebûlkir li mizgeftan îbadet û xudbe bizimanê dayîkê bê kirin înên sivîl gihane armanca xwe.”
DÊ DI SERÊ REMEZANÊ DE BIDAWÎ BIBIN
Alimên Olî di daxuyaniyê de anîn ziman ku, her serkeftinek di dawiya tekoşînekê de tên bidest xistin û diyarkir ku, “Tekoşîna we serkeftina we ye” sipasiya gelê ku piştgirî dane kir. Aliman aşkera kir ku, biryar dane dawî li Nimêjên Îna Sivîl bînin.
Alîman di dawiyê de diyarkirin ku, “Encama ku komeleyên me gihanê, ger kafî nebe jî encam hatiye girtin. Lê belê dê heya serê Remezanê berdewam bikin û biryar hatiye girtin ku di serê Remezanê de bidawî bibe.”