Aldar Xelîl: Asayîşê pîlanên wan pûç kir

Aldar Xelîl: Asayîşê pîlanên wan pûç kir

Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl helwesta neyînî ya vê dawiyê a hêzên Başûrê Kurdistanê li hemberî Rojavayê Kurdistanê nirxand û got,"Hêzên Asayîşî pîlanên wan vala derxistin ji ber vê yekê ewqas êrîşî Asayîşê dikin, pêvajo dê li ser kesî nesekine û Desteya Bilind dê karê xwe bike û li ser partîkê yan 2 nasekine."

Piştî ku Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê komeke ku bi awayekî ne fermî dixwest bikeve Rojavayê kurdistanê û rayedarên Başûrê Kurdistanê deriyê Sînor ê Sêmalka girtin û gelê kurd di nav herdû perçeyan ji hev qut bikin. Ji gelek aliyan helwestên nerazîbûnê hatin û gelê rojava jî helwesta xwe nîşan da. Endamê Desteya Bilind Aldar Xelîl diyar kir ku ji van êrîşan tê xwestin ku karê Desteya Bilind were rawestan, gelê kurd ji vê pêvajoyê bê par derkeve û nebe xwedî îrade. Xelîl, destnîşan kir ku hin partî ji bê hêzî bi awayekî ne merdî kar dikin û gelê kurd baş dizane ku hewldanên wan dê biser nekevin. Derbarê van mijaran û hin mijarên din Enadamê Desteya Bilind a Krud Aldar Xelîl pirsên ANHA bersivandin.

*Li gorî we gelo çi têkilî di navbera êrîşên hêzên rêjîma Baas, komên çekdar û girtina deriyê sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye?

Ji xwe pêvajo tev bi heve girêdayî ye,  ev pêvajoya şoreşê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e, heger gelê Kurd li gorî hesasiyetê nêzî şoreşê nebin wê ev derfeta dîrokî ku niha di destê Kurdan de ye ji destê wan here. Heger gelê me ji vê derfeta dîrokî  fayde nekir wê dîrok rehmê li me neke. Ango ya rast ev dem ji me re pêngava hebûn û tune bûnê ye. Ji xwe berê pir hêz hene naxwazin ku Kurd li herêmê bibin hêz û xwedî îradeyeke mezin di herêmê de, dixazin Kurd Kurdên berê bin. Her wiha naxwazin ku gelê me  têkeve nava hêzên navnetewî, cihê xwe di sîstema cîhanê de bigire û naxwazin Kurd bibin faktorê guhertinên li Rojhilata Navîn, di vê yekê de pir hêz hene di nerîna xwe de hevbeş in û naxwazin Kurd pêş bikevin, ji van hêzan hêzên navnetewî hene û muxalefeta Sûriyê jî niha li ser xeta hêzên rêjîmê dimeşe û Kurdan qebûl nake. Lê mixabin hêzên di nava Kurdan de jî hene ku bi van kesan ve girêdayî ne û alîkariya van hêza dikin. Êdî em li ber rewşeke wiha ne ku xebatên me ne li beranberî rêjîma Baas tenê ye. Ji xwe rêjîm Baas diherife, bi dawî dibe û bê guman sûriyê wê were guhertin, heger kî bêje kî ne bêje Sûriyê ber bi guhertinê ve diçe.  Rêjîm li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşî Kurdan dike û li Qamişlo jî 3 şervanên YPG᾿ê Şehîd xistin, her wiha helwesta rêjîmê ji xwe ber bi çav e û her kes dibîne. Lê ye herî bi tirs û xeter ew e ku ev kesên ku bi navê muxalefetê tevdigerin û dibêjin ku ew dixwazin Sûriyê bikin welatekî demokratîk û heta niha nikarin Kurdan wek îrade di herêmê de qebûl bikin. Yanî ji aliyekî dibêjin em ji bo Sûriyeke Demokratîk kar dikin û ji aliyê din hebûna Kurdan qebûl nakin. Ev diyar bû ji êrîşên muxalefetê li ser gelê Kurd.

Me her dem li beranberî van êrîşan kar kir ku hêza Kurdan bibe yek. Li dijî helwesta van û zihniyeta wan me Desteya Bilind a Kurd ava kir. Pêşketina Desteya Bilind bû sedema ku ev alî nerazî bin û hewl dan ku Desteya Bilind ku hebûna wê ji berjewendiya gelê Kurd e. Ev yek li xweşiya hin hêzan nehat ku Desteya Bilind bi hêz hat damezirandin.  Ji ber vê sedemê ev alî naxwzin Desteya Bilind pêş bikeve û hin partî ji xwe re kirin wek sîbere û di riya wêre êrîş dikin. Ji xwe me di 23᾿ê Mijdarê de li hevkirbû ku tu hêz ji bilî komîteya pispor dernekeve ortê. Ev biryar bi amadebûna hemû Desteiya Bilind hate îmzekirin û belgeya wê di destê me de ye. Tevî lihevkirinê jî careke din me dît ku her partiyek ji aliyekî derdikeve û dixwaze hêzên leşkerî çêbike yan komikên çekdar ava bikin.  Em nikarin rê bidin ber vê yekê, ji ber ku hemû alî komikên çekdar çêbikin dê rê li ber şerekî navxweyî li Rojavayê Kurdistanê Derkeve. Em naxazin ku tiştê li Başûrê Kurdistanê di salên notî de derket li cem me pêk were. Tiştê ku wan jiyan kir em naxwazin jiyan bikin.  Ji bo vê yekê em ê ji destpêkê ve tedbîran bikin û em ê lihev bikin. Lê em dibînin hin alî ji niha ve ji bo ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şerê hev bike kar dikin, em naxwazin ku em bighêjin wê astê, ji ber vê yekê pêwîste em ji neha de tedbîrên xwe bikin.

*Hin alî dibêjin ku hêzên Asayîşê girêdayî PYD᾿ê ne, bi serê xwe tevdigerin û ne têkildarî Desteya Bilind e, hûn çawa vê yekê dinirxînin û çi sedema girtina deriyê sînor e?

Gelek sazî hatine avakirin, nimûne hêzên Asayîşê ne, Ev sazî ji hemû pêkhateyên herêmê hatine avakirin, ne ya tu partiyan e, hemû endamên Asayîşê ji dilê xwe kar dikin kes ji wan pera nagire. Belkî hin kes dibêje ez tevlî nabim û ez nikarim bê pere kar bikim. Ya rast ew bû ku hemû partiyên me cihê xwe di nav de bigirin, lê partiyên ku niha dibêjin Asayîş ne ya wan e endam pêşkêş nekirine û tu endamên xwe destnîşan nekirine. Hêzên Asayîşê li hemû aliyên cîhanê bi karê û erka xwe radibe. Asayîşa Hewlêrê însanên xwe digirin, me rojekê mudaxeleyî karê wan ne kiriye, ji ber wê yekê pêwîst e ew jî mudaxeleyî karê Asayîşa Rojava nekin, ya rast ew e ku naxwazin Asayîşê wek hêzeke netewî qebûl bikin, li hemû deverên cîhanê Asayîş bi karê xwe radibe û lêpirsînê dike û ji xwe karê Asayîşê ye.

Esasê aciziya ku çêbûye ew e ku pilanên wan eşker bûn. Ciwanên ku çûn başûr ne bi awayekî eşkere çûn û di bin navên din de çûn başûr,  li vir hatin perwerdekirin û bi awayekî ne fermî vegeriyan. Lê tiştê ecêb ew bû ku Hikûmeta Herêmê xwe alî hesab kir, hêzên başûr û birayên me di Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) de pêwîst bû ku xwe alî hesab nekirba û wek bê alî tevbigeriya, lê dema ku me dît deriyê sînor ji aliyê wan ve hate girtin û  xwe wek alî nîşan dan. Her wiha Pêşmerge anîn ser sînor, xwe kirin aliyek yanî mesela ne meseleya hevdîtinan e. ji bo hevdîtinan em amadebûn û anha jî em amade ne ku hevdîtinê bi wan re bikin û em ji hevdîtinê re her dem amade ne. Lê Pêwîst bû hêzên başûr xwe wek alî nîşan nedana û ji Elpartî bipirsiyana  ku çi heye û  sedema pirsgirêkê çi ye. lê mixabin Hikûmeta Başûr xwe wek alî nîşan da. Ev ji bo me tê wateya mudaxeleya di nava îşê  Rojavayê Kurdistanê  û em ne di wê baweryê de ne ku Hikûmeta Başûr mudaxele kirba.

* Gelo heta çi radeyê girtina darî dê bandorê li Rojava bike ?

Sûriyê tev di nava ambargo de ye, bê guman gelê me zehmetiyên jiyanî dikşîne, ne di wê astê de ye, ji xwe derî ev bûye demek hatiye vekirin, gelê me şoreşê jiyan dike, derî hebe başe lê nayê wê wateyê ku bê vî derî nabe, em tekoşînekê dikin, ku derî hebe jî ev zehmetî ranabe. Lê em ne ji bo derî vê mijarê dixin rojevê, em ji bo berjewendiyên netewî, ji bo yekîtiya Kurdan vê mijarê dixin rojevê û dinirxînin, hedefa me ew e ku gelê kurd karbe bi hev re alîkarbe û yek be.

*Hevalên we di Desteya Bilind de dibêjin PYD bi tena xwe tevdigere û guh li kesî neke heta çi radeyê ev yek rast e?

Du sedem hene ku ev partî xwe nadin ber kar, yek jê ew e ku naxwzin xwe bidin ber kar ji ber dema xwe dan ber kar, neçarin van saziyan qebûl bikin û ya din hink ji wan hêza wan tune ye kar bikin. Yanî ya rast ku tevlî van saziyan bibin mecbûr in saziyan biparêzin û wê demê dê bibin hedefa kesên ku van saziyan qebûl nakin. Ew naxwazin xelekê bixeyidînin yanî dilê wan tune ye xelkê bixeyidîn in. Ya 2᾿emîn divê bibin şirîk di tiştên neynî di nave karê van saziyan de û dibe bide hedef û hedef ji hin aliyan. Hin partî di civînên xwe de digotin bera neha Meclisa Gel a Rojava xwe bike hedef û gel jê aciz bibe ji ber ew wek berpirsya re, sibe wê gel ji wan tiştan bixwaze ji ber ku ew nikarin pêdiviyên gel peyda bikin, sibe di hilbijartinan de dê gel dengê xwe bide me. Bes hesabên bi vî rengî bê berpirsyariye, hesabên van kesan ji welatparêziyê dûr e. Meclisa Gel a Rojava Îro ne ku ji bo desthilatdariyê kar dike, ew ji bo ku pirsgirêkên gel çareser bike û di nava şoreşê de zehmetiyên heyî kêm bike. Em nikarin hemû tiştî pêk bînin, me hikûmet ava ne kir ye, em dixwazin gelê xwe di vê rewşa awerte de birêve bibin, yanî heger îro pêdeviyên jiyanê ji sedî 60 heye ku em xwedî lê derneketana wê ji sedî deh tinebane û êrîşa wan ya li ser asayişê ev e.

Ewan mersele mezin kir ji bo ku Asayîş rastiya wan eşkere nekin û ew bi mezin kirina wê dixwazin rojevê bigherin û wê ji rojevê derxin.

*Heger derî ma girtî hûnê çi helwestê nîşan bidin û wê bandora vê yekê li ser Desteya Bilind çibe?

Desteya Bilind yekîtiya partiyên Rojava ye, çi îşê vê yekê ji deriyê sînor heye, partiyên xwe li derve bibînin û xwe li ser perçeyên din ên Kurdistanê hesab bikin, bera li gorî xwe bikin, Desteya Bilind dê karê xwe bike, em û partiyên din ên li vir emê karê xwe bikin û kesê naxwaze cihê xwe di Desteya Bilind de bigre bera neyên em ê karê xwe bi awayekî asayî bikin.

*Despêka meha li pêşiya me dê civîna muxalefeta Sûriyê li cinêve were lidarxistin gelo hûn wek Desteya Bilind hatine vexwendin yan na?

 Bi rastî ji bo vê civînê me nameyek ji wezîrê karê derve yê Rûriya Sarglî Sarlov re şand. li ser mijara tevlî bûna Kurdan di civînê de hîn nîqaş heye ku ka kî tevlê bibe yan tevlî nebe, lê ji nava Kurdan hin kesayet dê tevlêbibin, lê ya rast ew e ku pirsgirêka Kurd çareser ne be ne mumkine pirsgirêka Sûriyê jî çareser bibe. Pêwîste ku kesê karibe çarenûsa Kurdan diyar bike tevlî civînê bibe. Bi rastî Desteya Bilind ji her kesî zêdetir dikare nûnertiya gelê Kurd bike. Melyonek kes ji bo desteya Bilind meşiyan yanî incex Desteya Bilind karibe di wir de nûnertiya Kurdên Rojava bike. Hinek hêz dixwazin kelema ji Desteya Bilind re derxin ji ber vê yekê merseleyan mezin dikin û diyar dikin ku Desteya Bilind Xerabûye bera hinek din herin civînê û ev yek ne raste, pirsgirêk di nav partiyekê û partiyekê yan nav partiyekê û saziyekê nayê wateya ku Desteya Bilind nikre here civînan em wek Desteya Bilind amade ne ku biçin civînê.

*Çi guhertin di helwesta hêzên navnetewî de ji aliyê Kurdê rojava çêbûye?

Ya Rast 2 faktoran bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê kir, yek pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpê kirin, bandora xwe beriya li Bakurê Kurdistanê bike li Rojavayê Kurdistanê kir. Ya 2᾿emîn gelê Kurd li Rojava sîstema xwe ya di piratîkê de avakirin e, yanî gelê Kurd sîstemên parastinê, dadgeh, perwede û hemû saziyên rêveberiyê sazkirine û ev yek hêzên navnetewî dibînin û dibêjin me hûn herêmên birêve dibin. Vê yekê em di piratîkê de jî di gera birêz Salih Muslim a li Ewropa jî dibînin ku helwesta gelek hêzên navnetewî ji aliyê me ve hatiye guhertin. Em bawer dikin ku dê ev yek bandora xwe ya erênî li Rojavayê Kurdistanê bike.

*Hûn ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê çi dibêjin û hûn çi ji gelê kurd hêvî dikin?

Ez dixwazim gelê me vê bizane ku pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, ev karê ku tê kirin hincetin ku yekîtiya Kurda xerabikin, neha ev komên ku avakirine jî ne vê demê wan têxin piratîkê de, ya rast ew e li bendê ne ku tiştek derkeve û têkevin tevgerê. Ji waner gotine li benda mebin ku em fermanê da we. Ya rast ev dixwazin Desteya Bilind bê bandor bikin, ji ber vê yekê ez ji gelê kurd re dibêjim pêwîste heta ji mer were em Desteya Bilind biparzin. Hin aliyên ku derdikevin ser televizyonan û êrîşî tevgera me dikin, dixwazin êrîşî gelê me bikin, gelê me baş dizane kî Şehîdan dide û ewlekariya herêmê diparêze, dizane û kî dema şoreş destpê kir ji welat reviya. Gelê me dizane ku tevgera ku bi qasî hink partiyan şehîd dane û ji bo ewlekariya herêmê tevgeriyan. Gelê me baş his dike û jiyan dike.