'AKP li gor hiqûqa Tirkiye û navneteweyî sûc dike'
'AKP li gor hiqûqa Tirkiye û navneteweyî sûc dike'
'AKP li gor hiqûqa Tirkiye û navneteweyî sûc dike'
Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji ser Tirkiyeyê re hikûmeta AKP’ê şermezar kir û bal kişand ku hikûmet hevparê sûcên qirkirinê ye. Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê diyar kir ku di di aliyê rêxistinkirina herêmî de gihiştine nîqaş û biryarên girîng.
Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, diyar kir ku civîna xwe ya rûtîn a 3 mehan li Rihayê pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkildarî naskirina statuya tevayî gelên li Kurdistanê û pêkanînên dewleta Tirk ên hiqûqê binpê dike jî di civînê de hatine nirxandin.
'AKP JI SÛCÊN QIRKIRINÊ RE DIBE HAVPAR'
Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji ser Tirkiyeyê û ev rexne li Tirkiyeyê hatin kirin:
"Hikûmeta AKP’ê li herêmeke ji siyasetmedaran û gelê sivîl re hatiye qedexekirin çeteyên di hêrêmê re derbas dibin ku nikare asteng bike, çi li gor hiqûqa Tirkiyeyê çi jî li gor hiqûqa navneteweyî sûc e.” Meclîsa hiqûqnasan got, “Em wek Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê vê pêkanîna hikûmeta AKP’ê şermezar dikin.”
'JI DERBKIRINA ENDAMÊ ME YÊ MECLÎSÊ AKP BERPIRSIYAR E'
Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistan her wiha bibîr xist ku Prz. Firat Îke yê endamê meclîsa wan e ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin û hikûmeta AKP'ê ji bûyerê berpirsiyar dît.
JI BO RÊXİSTİNA LI HERÊMAN BIRYAR HAT GIRTIN
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê ku armanca wê avakirina hiqûqa neteweya demokratîk e, ji bo xwe di herêman de jî rêxistin bike nîqas û biryarên girîng girtine.