Akademiya Siyasetê ya DBP’ê dest bi dewreya nû kir

Akademiya Siyasetê ya DBP’ê dest bi dewreya nû kir

Rêveberê DBP’ê yê Wanê Harun Ozlu, diyar kir ku wek Akademiya Siyasetê dest bi dewreya perwerdeya nû kirine.

Akademiya Siyasetê ya di bin banê DBP’ê de xebatan dimeşîne dest bi dewreya perwerdeya nû kir. Rêveberê DBP’ê ya Wanê Haruz Ozlu der barê perwerdehiya ku her rojê hefteyê saet di navbera 80.30 û 18.00’an de tê dayîn de agahî da û got: “Perwerdeya me li ser mijarên dîrok, zayenda civakî, Exlaq û Çanda Şoreşger, Çarçoveya Têgehî û Rêbazî, zimanê Kurdî wê bê dayîn.  Bir armanca ku Xweseriya Demokratîk, Neteweya Demokatîk, Siyaseta Demokratîk, Civaka Ekolojîk û Civakek Azad bê afirandin perwerdeyên me bi lez û bez berdewam dikin. Heta niha eleqeyek mezin ji bo perwerdeyê çêbûye.”