Ahmet Turk: Em ji bo vekirina deriyê Efrînê hevdîtinan dikin
Ahmet Turk: Em ji bo vekirina deriyê Efrînê hevdîtinan dikin
Ahmet Turk: Em ji bo vekirina deriyê Efrînê hevdîtinan dikin
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk bal kişand ser rewşa Rojava û diyar kir ku li Rojava li hemberî Kurdan lîstik tên lîstin. Turk da zanîn ku divê gelê Kurd li wî parçeyî bi xwe biryara xwe bide û divê parçeyên din alîkarî bidin. Ahmet Turk aşkera kir ku ew ji bo vekirina deriyê Efrînê hevdîtinan dikin.
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk ku tevî Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak roja 5’ê tîrmehê ji bo hevdîtina bi rayedarên KCK’ê re, li Hêrêma Federal a Kurdistanê bû, der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê de agahiyên girîng da.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) de hatiye weşandin de Ahmet Turk daye xuyakirin ku gelê Kurd di vê demê de gihiştiye pêvajoyeke û got: “Lê dema Kurd di siyasetê de gihiştin pêvajoyeke nû, dewletê xwest Kurdan bi siyasetê bîne dijberî hev. Di nava Rojava de jî lîstikên gelek mezin lîstin. Li wir bi hinek partiyan re têkiliyan dideynin, dibêjin werin em ê alîkariya we bikin û em ê statuya we nas bikin. Li hemberî partiyên Rojava lîstikan dilîzin.”
‘DIVÊ GELÊ ROJAVA BI XWE BIRYARA XWE BIDE’
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk got; “Siyaseta dewleta Tirk li hemberî Kurdan ava bûye. Lê dema Kurd di siyasetê de gihiştin pêvajoyeke nû, dewletê xwest Kurdan bi siyasetê bîne dijberî hev. Di nava Rojava de jî lîstikên gelek mezin lîstin. Li wir bi hinek partiyan re têkiliyan dideynin, dibêjin werin em ê alîkariya we bikin û em ê statuya we nas bikin. Li hemberî partiyên Rojava lîstikan dilîzin. Lê em vê dibêjin; biryara gelê Rojava, divê siyasetmedarên Rojava bi xwe bidin” û wiha domand; “Divê ne Tirk û ne jî parçeyeke din a Kurdistanê biryarê li ser navê wan bidin. Ji bo Kurdên Rojava bigihin armanca xwe em dikarin bi wan re bibin alîkar. Divê em berjewendiyên wan bibînin û em ji bo wan bibin alîkar. Ne ku em li gorî berjewendiyên xwe siyasetekê ava bikin.”
Turk diyar kir ku divê ew beriya her tiştê nîqaşên di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de hene ji holê rabikin û got: “Divê em bêjin ka em ê çawa bikarin alîkariya siyasî û aborî bikin. Lê ger em bêjin em ê li gorî xwe siyasetekê li wir ava bikin, ev yek ne tişteke rast e. Ji ber ku ew gel dê biryara xwe bide, ew gel dê xwe bi xwe biparêze. Ew gel dê siyaseta xwe berdewam bike.”
‘JI BO VEKIRINA DERÎ BI DEWLETÊ RE HEVDÎTIN ÇÊBÛ’
Ahmet Turk der barê hewldanên ji bo vekirina deriyê sînor ê Efrînê û Bakurê Kurdistanê de agahî û got ku ew ji bo vekirina deriyê Efrînê, bawer nakin pirsgirêk çêbibin. Turk diyar kir ku ji bo vekirina derî hin hevdîtin kirine û ev agahî da; “Ger gelê me xebatekê bike em dikarin alîkariyê bi vê rêyê bigihin Efrînê. Alîkariya ku bi rêya Qamişlo, Dirbesiyê û Serêkaniyê biçe, şandina wê alîkariyê bo Efrînê hinek zehmet e. Lê ji bo vekirina deriyê Efrînê xebatek me heye. Me bi kesên bi navê PYD’ê hatibûn re jî hevdîtin kir. Wan hevdîtin bi dewletê re jî kirin. Bi Waliyê Dîlokê re hevdîtin çêbû.”
‘EM Ê LI ENQEREYÊ BUROYEKÊ JI BO ROJAVA VEKIN’
Turk got; “Di demên pêşiya me de em dixwazin li ser navê Kurdên Rojava li Enqereyê buroyekê ava bikin. Xebateke me ya wiha heye” û wiha domand; “Di siyasetê de demek nû destpê kiriye. Divê em di warê siyasî, dîplomasî, aborî de têkiliyên xwe xurt bikin.”
Hevserokê KCD’ê Turk bal kişand ku hemû pirsgirêk bi hev ve girê dayine û ev nirxandin kir; “Bi rastî hemû pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne. Ger li Bakur ji bo aşitiyê hin gav bên avêtin, dê siyaseta xwe ya li Rojava jî biguherîne. Ji ber ku pirsgirêka Kurd hemû li her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku hişê gelê Kurd li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat e. Ger li parçeyekî bi ya dilê gelê Kurd nemeşe, astengî li hemû parçeyên din çêdibin.”