83’emîn roja berxwedana Kobanê hat silavkirin
83’emîn roja berxwedana Kobanê hat silavkirin
83’emîn roja berxwedana Kobanê hat silavkirin
Di 83’emîn roja berxwedana Kobanê de, bi sedan kesên li gundê Mahser û Miseynterê nobet digirtin, zincîra mirovahiyê avakirin, berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin.
Şervanên YPG û YPJ’ê ku ev 83 roj e li dijî hewldanên dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin, li gundê Mehser û Miseynterê ji aliyê sedan kesên ku nobet digirin ve bi zincîra mirovahiyê hat silavkirin. Piştî ku girseyê bihist şervanên berxwedanê li rojhilatê Başûrê Kobanê operasyona paqijiyê dane destpêkirin, govend gerandin û piştre jî zincîra mirovahiyê ava kirin. Xwendekarên Zanîngehê Çewlîk, Êlih û Çukurovayê hatibûn û xebatkarên BEKSAV ya Stenbolê jî tevlî bûn.
Ji bo şervanên berxwedanê deqeyek rêz hat girtin û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin û her wiha dirûşmên ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Silav silav ji Kobanê re hezar silav’ ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.