8’mîn Kongreya PEN’ê destpê kir
8’mîn Kongreya PEN’ê destpê kir
8’mîn Kongreya PEN’ê destpê kir
Bi hevkariya Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlîbûna gelek nivîskarên Kurd û navneteweyî 8'emîn Kongreya PEN'a Kurd li Amedê dest pê kir.
Di pêşengiya Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 8'emîn Kongreya PEN'A Kurd pêk hat. 8'emîn Kongreya PEN a Kurd, ku îro destpê kir dê di 20'e Gulanê de bi dawî bibe.
Di kongreyê de Serokê PEN'a Kurd Zerdeşt Haco, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Nivîskar Îsmaîl Beşîkçi, Serokê PEN'a Komara Çek, Jiri Dedecek, gelek nivîskarên Başûrê Kurdistanê, Ewropa, Tirkiye amade bûn. Di dîwanê de Serokê Nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer, Bêrîvan Doskî û Kakşar Oremar hatin hilbijartin.
Kongreyê bi rêzgirtinê destpê kir. Destpêkê Serokê PEN'a Kurd Zerdeşt Haco axivî û xwest Tirkiye peymana Manîfestoya navneteweyî ya Girona qebûl bike. Haco diyar kir ku, nivîskarên Kurd ên demek dirêjin li dever û demên cuda li ser ziman û çanda Kurd kedek dane hatine cem hev wan kêfxweş dike û xwest êdî xalên Manîfestoya Girona ya PEN'a Neteweyî li Tirkiyeyê têkeve meriyetê.
Haco da zanîn ku armaca wan a sereke ya vê kongreyê li ser mafên ziman, çand û wêjeya Kurd nîqaş bikin û li ser pêşerojek xurt pêş bixin. Haco da zanîn ku, ew dixwazin li ser ziman û wêjeya Kurd nîqaş bikin û êdî zimanê kurdî ji wekî zimanê tirkî bibe zimanê perwerdeyê û fermî.
Haco xwest êdi kurdî jî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û Kurd karibin serbest bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û weşanên xwe bikin. Haco da zanîn ku, dema ziman serdest û azad be aştî û diyalog jî serdest e û dema ziman bindest be şer, xizanî û koleti heye.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û Serokê PEN'a Komara Çek Jiri Dedecek jî axaftin kirin.