72 muxtarên gundên Dêrikê piştgirî dan pêvajoyê

72 muxtarên gundên Dêrikê piştgirî dan pêvajoyê

Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê 72 muxtarên gundan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin 'pêvajoyê çareseriyê' û wiha gotin: "Ji bo ku aştiyek mayînde pêk were çi bikeve li ser milê me amadene pêk bînin. Bes ku ji dil bin. Ger ku xapandin û hîlebazî tunebe."

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê 72 muxtarên gund li Navenda Çanda Dêrikê civîna çapemeniyê pêk anîn. Muxtaran piştgiriya xwe ya 'Rizgariya Demokratî û Avakirina Jiyana Azad' anîn ziman. Li ser navê 72 muxtarên gundan, Muxtarê Gundê Dêşiyê Halîl Îbrahîm Efe daxuyanî da. Efe diyar kir ku herêm di pêvajoyek dîrokî de derbaz dibe û wiha got: "Gele kurd di dîrokê de rastî gelek bêmafî û zilmê hatiye. Xwestin ku gelê kurd bi înkar û bênasname bi hêlin û bi desthilatdariyê ji holê rabikin."

Efe da zanîn ku dewletê bi polîtîkayên înkar û perçiqandinê şîdetek mezin daye meşandin û wiha berdewam kir: "Dewletê demek dirêj hebûna gelê kurd înkar kir. Ji ber vê hem di aliyê manewî hem jî di aliyê madî de gelek bedel hatin dayîn. Gelê kurd di rojhilata navîn de gelê herî qedîme. Gelê kurd yê ku nifûsa wê 40 milyone di erdnigariyê de li çarparçeyan hatiye belavkirin. Li herçar parçeyan jî heman zextên înkarê hatine meşandin."

Efe bi lêv kir ku êdî gelê kurd jiyana bê statû qebûl nake, ji ber ku mafê gelê kurd ên dîrokî û civakî hene û herî dawî wiha got: "Heya ku mafê gelê kurd neyê dayîn û gel nebe xwediyê mafê weke hev tu gelê herêmê rihet nabe. Em weke muxtarên Dêrikê piştgirî didin vê pêvajoyê. Ji bo aştiyek mayînde em amadene ku tişta ku dikeve ser milê me em pêk bînin. Bes ku samîmî bin. Ger ku xapandin û hîlebazbûn tunebe."