65 xwendekar û aktîvîst li Myanmarê derketin pêşberî dadgehê

Li Myanmarê, 65 kesên ku ji ber reforma nû ya perwerdeyê protesto kirin hatin binçavkirin, duh derketin pêşberî dadgehê.

Li Myanmarê, 65 kesên ku ji ber reforma nû ya perwerdeyê protesto kirin hatin binçavkirin, duh derketin pêşberî dadgehê.

Koma ji xwendekar û aktîvîstan, beriya 2 hefteyan dema qanûna nû ya perwerdeyê protesto dikirin hatibûn binçavkirin.

65 kesên ku bi sûcdariyên 'li dijî polîsan derketine û tevî hişyariyan jî belav nebûne' doz hat vekirin, dibe ku bi 6 salan cezayê girtîgehê, bên cezakirin.

Beriya du hefteyan, bikaranîna hêza zêde ya polîsê Myanmarê li hemberî xwepêşandêran rastî nerazîbûnê hatibû û li ser vê yekê Serokdewletê Myanmarê Thein Sein polîs parastibû û îdîa kiribû ku destwerdanên bi heman rengî li welatên Rojavayî jî pêk tên.

Tevî 65 kesên li bajarê Letpadanê derketin pêşberî dadgehê, der heqê 5 kesan de biryara girtinê hat dayîn. 11 kesên ku wê dûre bên darizandin jî kefaletî serbest hatin berdan.

Reforma nû ya perwerdeyê, hemû biryarên li ser perwerdeyê radestî hikûmetê dike. Lê belê xwendekar li dijî sîstemeke perwerdeyê ya navendîparêz derdikevin. Di heman demê de qanûn qedexe dike ku xwendekar komeleyan ava bikin û zimanên herêmî bikar bînin.

Protestoyên xwendekaran ku ji Mijdara bihurî û vir ve tên lidarxistin, ji gel û rahîbên Bûdîst jî destekê dibînin.

Di sala 2010'an de bi rakirina rejîma leşkerî û vir ve li Myanmarê gelek reform hatin kirin. Lê belê li gorî pisporan qanûnên li welêt ne kêmî yên dema zordariyê ne.