6 xwendekar li Erziromê hatin girtin

6 xwendekar li Erziromê hatin girtin

Li Zanîngeha Ataturk piştî êrîşa ulkucuyan bûyerên derketîn û ji 20 xwendekarên hatîn binçavkirin 6 jê hatin girtin.

Duh li Erziromê piştî ku li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Ataturk ulkucuyan êrîş pêkanî û polîsan 20 xwendekar binçavkiribûn, ji wana 13 xwendekar piştî karûbarên li dozgeriyê serbest hatin berdan, 7 xwendekarên din jî bidaxwaza girtinê veguhestin 1’mîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Erziromê. Dadgehê ji xwendekaran Suat Atli serbest berda, Vedat Yilmaz, Kurban Koca, Gokhan Aydin, Mahmût Altûn, Atîlla Şahîn û Nesîm Yildiz jî bi îdiaya “Li hember polîsan rabûne û zirar dane malê gelemperî” hatin girtin û şandin girtîgehê.