6 kes li Amedê hatin girtin
6 kes li Amedê hatin girtin
6 kes li Amedê hatin girtin
6 welatiyên bi îdîaya failên kuştina Yasîn Boru û 3 kesên din ên alîgirê Partiya Hur Dava ne, hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Di çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê de pêk hatin de Yasîn Boru û 3 kesên din ku alîgirên Hur Dava Partiyê bûn hatibûn kuştin. 6 kesên ku bi îdîaya têkiliya wan bi bûyera kuştina alîgirê Hur Dava Partiyê hene, A. B, A. P, H. O, H. O, U. D. û dayika wî Y. D hatin girtin.
Li gel vê li hundir ku karûbarên kesên binçavkirî dihatin meşandin, endamên Partiya Hur Dava li ber Edliyeya Amedê kom bûn. Polîsên ku li ber edliyeyê destûr nadin çalakiyên bi vî awayî, girseya kombûyî û bi tekbîran dirûşman dibêjin dûr nexistin û dibin sedema rê li ber provokasyona vebin bal dikişîne.
Di heman çarçoveyê de zarokekî ku hatibû binçavkirin jî danê sibehê hat girtin.