4 kes li Mûşê hatin binçavkirin

4 kes li Mûşê hatin binçavkirin

Li navçeya Kopê ya Mûşê 4 kesên diçûn nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li gundê Neynik a navçeya Kopê ya Mûşê şevê din welatiyê bi navê Zayde Daşdemîr nexweş bû û ji bo wî bibin Nexweşxaneya Mûşê bi 3 kesan re derketin rê û di derketina bajar li nokteya polîsan ve hatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Zayde Daşdemîr, Mîrza Guneş, Yusuf Demîr û Samed Daşdemîr ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê. Sedema binçavkirina 4 kes nehate zanîn.