4 birîndarên ji Kobanê hatin girtin

4 birîndarên ji Kobanê hatin girtin

Çar birîndarên ji Kobanê yên ku di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûn, li Rihayê di encama serdegirtina malan a ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin. 4 kesên ku du birîndarên giran in bi hinceta “Endamên rêxistineke ne qanûnî ne” hatin girtin. Parêzeran da zanîn ku her çar birîndar in û birîna du ji wana giran e û divê bi awayekî lezgîn bêne dermankirin.

Duh polîsên Tirk li Rihayê bi ser mala ku birîndarên ji Kobanê têde dihatin dermankirin û kesên birîndar bi rêyeke fermî hatibûn û ji aliyê AFAD’ê ve hatibûn tomarkirin, de girtin û di encamê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Ketên hatin binçavkirin piştî 48 saetan di binçavan de man şandin Edliyeya Rihayê. Dozgeriya Komarê ya Rihayê îfadeya kesên hatin binçavkirin û 3 kesên li birîndaran dinêrî û du birîndar serbest hatin berdan. Tevî xwediyê malê Mustafa Çîçek û 4 birîndar bi hinceta “endamên rêxistineke çekdar û ne qanûnî ne” hatin girtin

ŞANDIN GIRTÎGEHÊ

Her çar birîndarên ku birin dadgeha nobedar, bi hinceta “endamên rêxistineke çekdar û ne qanûnî ne” hatin girtin û şandin girtîgehê. Dadgehê têkildarî xwediyê mala ku birîndar têde dihatin dermankirin Mustafa Çîçek jî bi heman hincetê biryara girtinê da. Her 5 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

2 JÊ GIRAN IN

Prz. Sevda Çelîk Ozbingol têkildarî rewşa birîndaran agahî da û diyar kirin ku birîna du ji birîndaran giran e. Ozbingol diyar kir ku her ku jî ji pişta xwe birîndar bûne û bijîşkên wan gotin ku divê careke din ji ji ber birîna giran bêne emeliyatkirin. Girtiyeke din jî ji destê xwe birîndar bûye û bi xeteriya seqetbûnê re rû bi rû ye û divê zû bê dermankirin.