3 jê zarok 4 kes li Silopiyayê hatin binçavkirin

3 jê zarok 4 kes li Silopiyayê hatin binçavkirin

Li Silopiyayê 3 jê zarok 4 kesên beriya 2 rojan hatibûn binçavkirin, bi hinceta, 'Di dîrokên cuda de tevlî çalakiyan bûne' hatin girtin.

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê 3 jê zarok 4 kesên beriya 2 rojan hatibûn binçavkirin, bi hinceta, 'Di dîrokên cuda de tevlî çalakiyan bûne' hatin girtin. Beriya du rojan polîsên sivîl û yên taybet ên rûgirtî li taxên Ofîs û Cûdî li ser gelek malan de girtibûn û di encama serdegitina malan de zarok jî di nav de gelek kes binçav kiribûn. Piştî ku îfadeya Îbrahîm Bîrge (15), Mehmet Dansak (16) Mehmet Çalişkan ve Bîndar Bînzet (15) li Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê hate stendin, danê nîvro anîn Dozgeriya Edliyeya Silopiya û piştî îfadeya wan sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi hinceta, 'Di dîrokên cuda de tevlî çalakiyan bûne' biryara girtina Bîrge, Dansak, Çalişkan û Bînzet da.

Ji aliyê din ve Mehmet Îrmez (22), Murat Kuday (17), Botan Salih (18) ku di heman şevê de hatin bûn girtin û hin kesên nasnameya wan nehatiye hînbûn hê li Miduriyeta Emniyetê ya Silopiya di bin çavan de ne.

Hate hînbûn ku kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Silopiya piştî ku îfadeya wan were sitendin dê sibe bînin dozgeriyê.