27 ciwan li Efrînê tevlî YPG’ê bûn

27 ciwan li Efrînê tevlî YPG’ê bûn

Li navçeya Şera ya Kantona Efrînê ya Rojava 27 ciwan piştî perwerdeya bingehîn a leşkerî tevlî nava refên YPG’ê bûn.

Tevlîbûna nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) her ku diçe zêdetir dibe. Li navçeya Şera ya Kantona Efrînê ya Rojava 27 ciwan piştî perwerdeya bingehîn a leşkerî tevlî nava refên YPG’ê bûn.

Di dewreya perwerdeyê ya ku bi navê “Şehîd Kemal” hate dayîn de li ser mijarên bîrdozî, dîroka Kurdistanê, dîroka jinê, şerê taybet û leşkerî ders hatin dayîn.

Piştî bidawîbûna dewreyê merasîmek hate lidarxistin û şervanên nû sûnd xwarin. Di encama merasîmê de şervanên ku bawernameyên xwe girtin, li ser yekîneyên YPG’ê hatin belavkirin.