250 gorên Yahûdiyan ‘zarokan’ texrîb kirine!

Li rojhilatê Fransayê li herêma Alsace li dijî goristaneke Yahûdî êrîş pêk hat û 5 kes hatin binçavkirin.

Li rojhilatê Fransayê li herêma Alsace li dijî goristaneke Yahûdiyan êrîş pêk hat û 5 kes hatin binçavkirin. Bersûcên ku temenê wan di navbera 15-17’an de bûn sûcdariyên dij semîtîzm red kirin û Serokkomar Hollande jî diyar kir ku ew ê destûrê nedin dij semîtîzmê û êrîşa herî giran a 25 salên dawî şermezar kir.

Li bajarê Sarre-Unîon a herêma Alsaca gumanbarên ku 250 kevirên gorên li goristana Yahûdiyan texrîb kirin, tê gotin ku dizanîbûn gor aîdî Yahûdiyan e. Gumanbaran  îfade dan polîsan û îdîa kirin ku wan gotiye ev der cihekî hatiye terkkirin e.
Bûyer roja Şemiyê derket holê. Serokkomarê Fransayê Hollande çû bajaroka Sarre-Unîon û da zanîn ku wê têkoşîna wan a li dijî dij semîtîzmê bidome û got: “Li welatê me nêzîkatiyên dij semitîzm xweş nayê dîtin. Em nekarin vê xweş bibînin. Êrîşên wisa wê bê bersiv nemînin.”

Li Fransayê heta îro li dijî gorên Yahûdiyan gelek êrîş pêk hatin û ya herî mezin jî di 1990’î de li li dijî goristana li Carpentras pêk hat.  Di êrîşê de 34 kevirên goran hatibûn texrîbkirin û cesedê kesê 81 salî yê 15 roj berê miribû hatibû derxistin. Piştî bûyerê çalakiyeke protestoyî ya 200 hezar kes tevlî bûn pêk hatibû.

Piştî bûyerê li Fransayê bertek hatin nîşandan û Yahûdiyên li herêma Alsaca dijîn jî gotin: “Şikandina keviran dibe ku ji kuştina mirovan baştir be. Lê bi şikandina keviran dixwazin bêjin cihê we li vir tine.”