15 jinên ciwan tevlî YPJ’ê bûn
15 jinên ciwan tevlî YPJ’ê bûn
15 jinên ciwan tevlî YPJ’ê bûn
Li Kantona Cizîrê 15 jinên ciwan piştî perwerdeya bingehîn a leşkerî, tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn.
Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 15 jinên ciwan tevlî YPJ’ê bûn. 15 ciwan piştî serlêdanê li bajarê Dêrikê tevlî perwerdeya li Şaxa Akademîya Şehîd Şîlan bûn. Di dewreya perwerdeyê ku bi navê “dewreya Şehîd Jiyan Tolhildan” hate dayîn û mehekê dom kir de, li ser mijarên leşkerî, bîrdozî, avakirina kesayetek azad û xwedî îrade ders hatin dayîn.
Dewreya perwerdeyê îro bi merasîmek leşkerî bi dawî bû. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, yek ji fermandarên YPJ’ê Adar Şervîn û malbata şehîd Jiyan amade bûn. Piştî rêzgirtinê Adar Şervîn axivî û li ser rola têkoşîna gelê kurd û hêza YPG û YPJ’ê ku di hemu çeperên şer de destanan dinvîsînin rawestiya.
Piştî axaftinan şervanan sond xwarin, bawernameyên xwe girtin û li ser yekîneyan hatin belavkirin. Merasîm bi stran û govendê bidawî bû.