10 sal cezayê girtîgehê li Midûrê Azadiya Welat yê berê hate birîn

10 sal cezayê girtîgehê li Midûrê Azadiya Welat yê berê hate birîn

Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Azadiya Welat Îbrahîm Guvenç bi îdîya "propagandeya rêxistinê" kir 10 sal û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn, herwiha ligel vê yekê 16 hezar û 500 TL. cezayê pere jî hate dayîn.

Di derbarê Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Azadiya Welat Îbrahîm Guvenç 3 meh berê bi îdîaya "propagandeya rêxistinê" kir li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hatibû vekirin û ji Guvenç re bi heman îdiaya 10 sal, 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat dayîn. Guvenç bi 6 hejmarên rojnameyê bi îdiaya "propagandeya rêxistinê" kir ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve jî 16 hezar û 500 TL. cezayê pere hate dayîn.

Di derbarê Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Aydin Atar de bi îdîaya propaganda kir li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hate vekirin û doz berdewam dike.