1. Kongreya YXK a Ewrûpayê destpê kir
1. Kongreya YXK a Ewrûpayê destpê kir
1. Kongreya YXK a Ewrûpayê destpê kir
1. Kongreya Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) a Ewrûpayê li bajarê Elmanya Kolnê destpê kir. Di kongreya li salona Zanîngeha Kolnê de ji gelek welatên Ewrûpayê 80 xwendekar beşdar dibin. Kongre wê du rojan dewam bike û tê payîn rêxistinbûyina tevgera xwendekarên Kurd li Ewrûpayê bi dorfirehî were nirxandin.
Tevî Elmanyayê, ji Holanda, Fransa, Awûstûrya, Belçîka û Îngilîstanê 80 xwendekar di 1. Kongreya Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) de hatin cem hev. Xwendekarên Kurd ên li Danîmarka û Swîsreyê jî, peyam ji kongreya li salona Zanîngeha Kolnê re şandin.
Di axaftina vekirinê ya kongreyê de girîngiya lidarxistina kongreya xwendekarên Kurd a di vê pêvajoyê de hat destnîşankirin. Dûre, endama Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê Nîlufer Koç, li ser rewşa siyasî ya heyî li Kurdistanê axaftinek kir.
Koç da xuyakirin ku, tevgera azadiyê ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Koç bibîr xist, ku YXK di lîsteya "rêxistinên xeter" a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê de cih digire û destnîşan kir, ku ji bo tevgera xwendekarên Kurdistanê ji vê lîsteyê were derxistin, xebat bên meşandin. Koç di dewama axaftian xwe de girîngiya xebata hevpar a xwendekarên Kurd bi saziyên xwendekaran ên Elmanya û Ewrûpayê destnîşan kir. Koç dûre bersiv da pirsên xwendekaran.
Di rûniştina piştî nîvro ya kongreyê de, dîroka tevgera xwendekarên Kurd ên lİ Ewrûpayê û rewşa wê ya heyî tên vegotin. Li dû gotûbêjên îro û sibê yên kongreyê, tê payîn hin rêze-biryar werin stendin û rêveberiyek YXK'ê ya gelemperiya Ewrûpayê bê hilbijartin.
Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) di 12 û 12'ê Mijdara 1991'ê de li bajarê Elmanya Bochûmê bi civîneke bi beşdariya 75 xwendekarên Kurd ji welatên Ewrûpayê hat avakirin. Di bin sîwanê YXK'ê de xwendekarên ji dibistana amadeyî, zanîngeh û dibistanê bilind, xwe bi rêxistin dikin.