Yên ku beşdarî pêvajoyê nebin wê winda bikin

Êdî ev pêvajo wê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike. Kesên ku di her astê de beşdar dibin û jêre xizmetê dikin, wê di avakirina Tirkiyeya demokratîk de cih bigirin, yên ku beşdarî pêvajoyê nebin jî wê winda bikin.

Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya ku bi bi hewldana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kir û bi Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nasnameyek bi dest xist, li gel seredana 24’ê Mijdarê ya heyeta sê kesî ya Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin ya ji Girava Îmraliyê wisa dixuye ku wê derbasî qonaxeke nû bibe. Heyet, wê Komîsyonê agahdar bike û xebatên Komîsyonê girêdayî vê yekê veguherin raporekê û ji Desteya Giştî ya Meclîsê re werin pêşkêşkirin.

Weke tê zanîn di nava heyeta ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî de nûnerên MHP, AKP û DEM Partiyê cih girtin.  CHP’ya ku xweweke temînata demokrasiyê dibîne û Partiya Yenîden Refah beşdarî civîna biryarê ya Komîsyonê nebûn, Koma Yenî Yol a ku di tevahiya xebatên Komîsyonê de bi awayekî erênî li çûna Îmraliyê dinêrî jî endamên xwe nedan heyetê. DP, DSP û Huda Par jî li dijî çûna Îmraliyê deng dan.

Ev biryar ji ‘’Îna Bixêr’’ ya ku Komîsyonê biryar da ku biçe Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne ve tim helwesta aliyên ku beşdarî heyetê bûne û ya yên nebûne gelekî tên nîqaşkirin. A niha li vê nîqaşê, encamên hevdîtina li Îmraliyê hate kirin jî yan bi qasî ku tên zanîn yan jî tên texmînkirin lê tê zêdekirin. Hefteya borî li gel nîqaşa bê ka wê Komîsyon kîjan biryarê bide, derbas bûbû. Ev hefte jî li gel biryara ku Komîsyonê standiye û nîqaşkirina hevdîtina li Îmraliyê hate kirin, derbas dibe. Ev nîqaş ji aliyê Kurdan û dostên wan ve, dikeve rojên girîng ku di 25’ê Mijdarê de çalakiyên jinan tên lidarxistin û di 27’ê Mijdarê de jî şahiyên 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hene.

Diyar e ku wê hê demeke dirêj biryara çûna Îmraliyê û encamên hevdîtina li Îmraliyê werin nîqaşkirin. Wê bi awayên cuda werin lêpirsin bê ka kîjan biryar rast e û kîjan şaş e. Baş e ev cudahiyên rast-şaşiyê wê li gorî çi werin kirin? Aha, girêdayî vê pirsê beriya ku sînordarkirin werin kirin, diyarkirina pîvanê wê nîqaşên berbehs fambartir bike.

Di vê çarçoveyê de bi kurtasî hêmanên sereke yên hema bibêjin weke tezên siyasî ne yên werin diyarkirin ev in:

* Dikare bêyî fikr û niyetên subjektîf were diyarkirin ku Şerê Cîhanî yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn her ku berdewam bike wê xwe bigihîne Tirkiyeyê û girêdayî vê yekê li gel zehmetbûna geşedanên derve û navxweyî wê bi awayekî di Dewleta Komara Tirkiyeyê de hin guherîn pêk werin.  Ne pêkan e ku encamên Rojhilata Navîn a ji nû ve tê sazkirin û Şerê Cîhanî yê Sêyemîn bandorê li Tirkiyeyê nekin.

* Her çend li Tirkiyeyê çend faktorên cuda yên guherînê hebin jî di nava van de ya yekem û diyarker pirsgirêka Kurd e. Li Rojhilata Navîn a jinûve tê avakirin de, zîhniyet û polîtîkaya înkarkirin û tunekirina gelê Kurd ku esasê sedsala borî pêk tînin, nabe ku di sedsala nû de werin domandin. Ji ber wê yekê di pirsgirêka Kurd de ku jêre tê gotin ku pirsgirêka sedsalê ye wê teqez guherînên girîng pêk werin. Li vir pirsa ku derdikeve holê ev e: Pirsgirêka Kurd a xwe dispêre înkarkirina gelê Kurd a sed salî wê çawa û ber bi kîjan aliyî ve biguhere?

* Du bersivên pirsa berbehs hene: Ya yekemîn; Girêdayî demokratîkkirina Tirkiyeyê wê zîhniyet û siyasete înkarkirina gelê Kurd were bidawîkirin û xwişk-biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî wê girêdayî şert û mercên nû ji nû ve were avakirin. Ya duyemîn jî ew e ku ger ya yekemîn pêk neyê, di serî de Îsraîl wê hêzên weke Îranê li gel Kurdan tifaqê bikin û Kurdên li Tirkiyeyê bikişînin rex xwe, yanî tê wateya kûrbûna şer û perçebûyîna Tirkiyeyê. Bêguman çareseriya yekemîn, ji bo başiya Tirkiyeyê û gelê Kurd e. Ya duyemîn jî wê zirarên mezin bide her du aliyan jî. Aha, Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk çareseriya wyekemîn îfade dike, ji her kesî zêdetir ji bo başiya Tirkiyeyê ye. Wate û girîngiya çûn û neçûna Îmraliyê û hevdîtina Heyeta Meclîsyê ya li gel Rêber Abdullah Ocalan di vir de veşartî ye.

Baş e, en van yekan hemûyan çima li vir diyar dikin? Ji ber ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, ji bo Tirkiyeyê yek ji gelek tercîhan nîne, ji ber wê yekê em diyar dikin. Serkeftina vê pêvajoyê wê sedsala duyemîn a Dewleta Komara Tirkiyeyê diyar bike, ji ber wê. Ji ber vê yekê çûna dewletê a li Îmraliyê û hevdîtinên li gel Sermuzakerevanê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji bo wê meseleya hebûn û nebûnê ye. Wêdetir, demokratîkbûyîna Tirkiyeya ku ev 100 sal in nikare demokratîk bibe, bes bi vê yekê pêkan e. Ji ber wê yekê ji bo ku Tirkiye xwe ji talûkeyên ku rû bi rû maye re rizgar bike, neçar e ku biguhere û xwe demokratîk bike. Eşkere ye ku ev yek jî wê bes bi naskirina hebûna gelê Kurd û mafên wan yên demokratîk pêk were.

Aha ev faktorên ku me anîn ziman, sekn û helwestên li hemberî biryara ku roja 21’ê Mijdarê di Komîsyona Meclîsê de hate standin û roja 24’ê Mijdarê çûna Komîsyonê ya li Îmralıyê bi temamî eşkere dikin. Dema ku em ji vir lê dinêrin, em ê bi rehetî bibînin ku helwesta CHP’ê ya têkildarî her du mijaran jî ne ji bo başiya welêt û pêşeroja dewletê ye. Eşkere ye ku ev yek bi temamî xwe dispêre desthilatdariyê û di esasê xwe de jî bi kêrî AKP’ê tê. Me digot ku CHP û rêveberiya wê ya nû ji siyaset û rola rêveberiya Kemal Kiliçdaroglû derbas bûye. Me digot ku êdî ev rêveberî wê nebe alikarê desthilatdariya AKP’ê lê belê em xapiyan. Nebêje di eniya CHP’ê de tu guherînên cidî pêk nehatine. Jixwe me ev yek di nivîsa hefteya borî de jî îfade kir, me diyar kiribû ku CHP wê di her hal û karî de ji bo çûna Îmraliyê dengê ‘’erê’’ bide û beşdarî heyetê bibe. Tişta ku ji bo başiya CHP’ê ev bû lê belê em xapiyane, nebêje misyona berê berdewam dike!

Ji roja Îna borî ve ye gelek derdorên ku ji bo parastina biryara CHP’ê ya berbehs hincetan diafirînin hene. Ew qasî hewl didin ku mirov matmayî dimîne. Çima? Ji ber ku ew bi xwe jî li rastiya hincetên xwe bawer nakin, ji ber wê. Gotineke weke; ‘Sûcê wî ji qebeheta wî mezintir e’ heye. Rewşa kesên ku ji biryara CHP’ê ya şaş re hewl didin hincetên rastiyê biafirînin jî dişibe vê yekê. Hinceta wan, ji biryara dane zêdetir şaş e.

Tê gotin ku berteka aligiran a girîng ya ku berê CHP’ê daye vê biryarê heye! Ji kesên ku vê yekê tînin ziman re em jî vê yekê bibêjin: Li hemberî vê biryarê nerazîbûnên gelê Kurd yên gelekî mezin hene. Ger siyaseta Kurdan neketiba pêşiya berteka civakê, ev kesên ku aqilî didin CHP’ê wê demê wê baş bidîtana ku berteke çawa tê datîn. Li gel vê yekê gelê Kurd ev yek li ba xwe nivîsandin û wê tu caran ji bîr jî neke.

Di rastiyê de rêveberiya CHP’ê jî dizanî ku biryara ku standine ne rast e. Ji ber vê yekê bû ku neçar ma ku hema piştî biryarê daxuyaniya ‘Em piştevaniyê didin çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd’ bidin lê belê êdî gelê Kurd jî civaka Tirkiyeyê jî bi awayekî eşkere pê hesiyan ku CHP’ê ji demokrasiyê çi fêm kiriye. CHP, ew qasî demokrat e ku hewl dide nûnerên Kurdên ku dibêje ez ê pirsgirêka wan çareser bikim jî bi xwe diyar bike. Sedema neçûna Îmraliyê weke ku Rêber Abdullah Ocalan ‘’berpirsiyarê şerê çil salan e’’ nîşan dide. Helbet têkildarî aşitiyê lêgerîn hene û ev yek bes bi aliyên şer dikin re pêkan e. Ji ber berpirsiyarê hebûn û şerê gelê Kurd e Rêber Abdullah Ocalan bû nûnerê gelê Kurd û aliyê aşitiyê. Li gel kesên şer nekirine re wê çawa aşitî were kirin, li gel kesên ku nûnertiya gelê Kurd nake wê çawa pirsgirêka Kurd were çareserkirin? Li holê ye ku aliyênku li hemberî îradeya gelê Kurd rêzê nagirin û Rêber Apo weke îradeyeke bi vî rengî nabînin zîhniyet û siyaseta înkarkirina hebûna gelê Kurd didomînin.

Pir eşkere ye ku parastina biryara CHP’ê jî afirandina hincetên derewîn e. Tirkiye li gel Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ketiye ser rêya demokratîkbûyîn û pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd. Êdî ev pêvajo wê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike. Kesên ku di her astê de beşdar dibin û jêre xizmet dikin, wê di avakirina Tirkiyeya demokratîk ya nû de cih bigirin, yên ku beşdarî pêvajoyê nebin jî wê teqez winda bikin. Di serî de CHP û Koma Yenî Yol bi hêviya ku aliyên şaş dikin rastiyan girêdayî van yekan bigirin dest û hemû kes bi awayekî rast daxilî pêvajoyê bibe!..

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka