Li gel serdema bihara Ereban statuko yek bi yek hildiweşin û ji sala 2011’an ve li Sûriyeyê serdema şerê navxweyî dest pê kir. Ev şerê navxweyî bi esasî ji aliyê aktorên derve ve hate domandin. Ji ber wê yekê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê di rastiyê de weke şerekî cîhanî berdewam kir. Ev şer ji destpêkê ve di serî de ji aliyekî ve Îran û Rûsya û ji aliyê din ve jî di serî de ji aliyê dewleta Tirk û DYE ve li gel NATO, Îsraîlê û hin dewletên kendavê jî di nav de veguherî şerekî navneteweyî.
Li gel beşdarbûna Îngilistan û Îsraîlê ya bi awayekî çalak şerê li Sûriyeyê veguherî rewşeke nû. Rejîma BAAS’ê hate hiweşandin. Pêngavên siyasî, leşkerî û doplomatîl yên li gel şerê navxweyî teşe girtin û hemû hesab û plansaziyên têkildarî Sûriyeyê li gel hilweşîna rejîmê derbasî qonaxeke din bûn. Şam bi hêzeke ji rejîma BAAS’ê xirabtir re rû bi rû ma. Çeteyên selefî yên bi navê HTŞ’ê ji Îdlibê bi rê ketin û bêyî bi astengiyeke cidî re rû bi rû bimînin bûn xwediyên nû yên koşka serokatiya li Şamê.
RÊVEBERITA ŞAMÊ YA SELEFÎ Û RÊYÊN WAN ÊN ÇARESERIYÊ
Enıya El Nusra ku şaxekî El Kaîdeya Sûriyeyê ye yanî Heyet Tahrir Şam (HTŞ) û serokê wê Colanî li Şamê rêveberiyeke ku îdîa kirin demkî ye, ava kirin. Hemû endamên NATO’yê jî ji bo ku vê reveberiya hatiye avakirin, rewa bikin hema bibêje ketine nava pêşbirkekê.
Piştî hemû nearamî heyteholan îro pirsa ‘Sûriyeyeke çawa tê xwestin?’ xwedî girîngiyeke mezin e. Geşadanên heta niha rûda be jî nîşan didin ku hêzên ku Colanî anîne ser desthilatdariyê, ne aramî û atmosfera demokratîk ya li Sûriyeyê berjewendiyên xwe esas digirin. Di serî de DAÎŞ senaryoyên avakirina rêveberiyeke yeknavendî ya xwe dispêre îdareya koalîsyoneke ji komên selefî pêk tê, bi xwe re qetilkirinên di asta komkujiyan de tîne. Komkujiyên dawîn ên li ser Durzî û Elewiyan jî mînakên vê yekê yên herî berbiçav in.
Li seranserê Sûriyeyê hebûna gelek komên etnîkî û olî zemîneke civakî ya meyldarê şer û pevçûnan ava dike. Her wiha dema ku şer û pevçûnên berjewendiyan ên hêzên din ên li Sûriyeyê li vê yekê tên zêdekirin, vediguhere rewşeke xeternaktir. Bi taybetî jî koalîsyona Selefî ku a niha li Şamê hikûmet e, ji bo polîtîkayên komkujiyê dixwaze vê rewşê veguherîne derfetekê.
Polîtîkayên têkildarî çareseriyê yên hêzên berê xwe dane Sûriyeyê jî gelekî ji hev cuda ne. Qewlê dibêjin pêvajoyeke hevdîtinan ya weke bazara heywanan berdewam dike. Gelo di vê pêvajoya bazarê de di nava wan rêyên çareseriyê yên cuda de wê kîjan serdest be? Ev yek hê jî zelal nebûye. Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk ku giraniya wê li ser heye, girêdayî zîhniyeta yekperest dixwazin Sûriyeyekê ava bikin. Her wiha ji bo vê yekê paqijiya etnîkî jî di nav de amade ne ku serî li her cure rê û rêbazan jî bidin. Komkujiyên dawîn ên li ser Durzî û Elewiyan jî mînakên vê yekê yên herî berbiçav in. DYE, Îsraîl, Îngilîstan, Fransa û her yek ji welatên Ereban ji bo Sûriyeyeke di çarçoveya berjewendiyên xwe de hewl didin. Ev jî ji bo avakirina vê Sûriyeyê hewl didin wesfeke guncav li hikûmeta Colanî zêde bikin. Dixwazin Colanî û hikûmeta wî bigirin nava ‘’peymanên Îbrahîmî.’’ Yek ji armanca êrîşên Îsraîlê jî ev e.
Di mijara pêşeroja Sûriyeyê de, nêzîkatiya Îsraîl û DYE’yê ya li hev dike, dibe rêya çareseriyê ya herî zêde xwe nîşan dide. Dikare bê gotin ku ev çareserî, Sûriyeyeke wisa ye ku bi her awayî ve lawaz bûye. Ev welatekî ku hêza wê ya leşkerî bi temamî hatiye şikandin û ji bo Îsraîlê bûye herêmeke tamponê ya ji hêmanên ku bibin sedema gefan (ji çekên giran û hêzên leşkerî) hatiye paqijkirin, xeyal dikin. Li gel v nêzîkatiyê, nêzîkatiyeke ku pêşaniyê dide ewlehiya Îsraîlê tê nîşandan. Bi temamî ketina kontrola Sûriyeyê ya di destê HTŞ’ê de ji bo Îsraîlê weke gefekê tê hesibandin. Bombebarankirina Şamê ya ji aliyê Îsraîlê ve ya li hemberî komkujiya Durziyan a li Sûwêdayê ji bo rêveberiya HTŞ’ê çavtirsandineke eşkere ye. Jixwe Îsraîla ku li gel hikûmeta demkî ya Colanî li gel Girên Golanê ku berê ew dagir kiribûn, qadên nû dagir kirine, wisa xuya dike ku dixwaze tim û tim li qadên dagir kirine, bimîne.
DYE, di gel ku berjewendiyên Îsraîlê li ber çavan digire, dixwaze Sûriyeyeke ku di xizmeta berjewendiyên wê yên siyasî, aborî, xetên enerjiyê û berjewendiyên wê yên di asta gerdûnî de bike, bibîne. Ji bê ka kî li Sûriyeyê desthilatdar e zêdetir, DYE daxwaza rêveberiyeke ku xizmeta berjewendiyên wê bike, bi xwe ve girê bide û hemû caran di bin kontrola xwe de bigire, dike. Xetên enerjiyê yên ji Hindistanê heya erdnigariya Ereban û heya Behra Spî ji bo DYE’yê pêşanî ne. Qet nebe nêzîkatiya wan a siyasî ya li gorî çavkaniyên aboriyê teşe diguherînin û dilê DYE’yê xweş dikin, derbasdar in.
DYE, yek ji aktorekî sereke ye ku rê dide pêşeroja Sûriyeyê. Daxwaza wê ya avakirina pergaleke navendî ya di bin kontrola HTŞ’ê de xwe gelekî nîşan dide. Hewl dide li gel ji pêkhateyên Sûriyeyê ya herî birêxistinkirî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava pêwendiyê de pêvajoyê bi rê ve bibe. Têkiliyên DYE’yê yên li gel Rojava ji şerê navxweyî ve ye di çarçoveya têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê de bi rê ve diçe. Ev têkilî hê jî ji vê çarçoveyê derbas nebûye. Piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê pêşxistina têkiliyên li gel hikûmeta selefî ya li Şamê hatiye avakirin, derxistiye pêş. DYE li gel vê têkiliyê, dixwaze Sûriyeyeke ku demeke dirêj xizmeta berjwendiyên wê bike, ava bike. Ji ber vê yekê jî li ser rêyên ku Rêveberiya Xweser bi awayekî entegreyî hikûmeta navendî bike, dixebite.
Avaniya HTŞ’ê ya piralî, faktorek e ku karê Colanî zehmet dike. Ji Colaniyê ku nikare pêkhateyên xwe re rêveberiya Sûriyeya bipirsirêk û ji zextên derve re vekiriye, zehmet e. Ji niha ve veguheriye amûreke ku di bin kontrola DYE’yê de ye, bejna xwe li hemberî daxwazên Tirkiyeyê ditewîne û tê bikaranîn. HTŞ, ji ber sedenên derve û navxweyî gelekî zêde neçar maye ku bikeve bin kontrola DYE’yê û li hemberî xwestekên wê bejna xwe bitewîne.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê Tom Barrack, nêzîkatiyên ku xwestek û destkeftiyên Rêveberiya Xweser piştguh dike, nîşan da, QSD’ê jî bi awayekî bêyî nasname û birêxistin li hikûmeta navendî zêde bike yan jî heya ku gotinên di çarçoveya çekberdan û belavbûnê û yekîtiya Sûriyeyê de jî bîne ziman, ji hemû aliyan ve bi pirsgirêk e. Ev nêzîkatî di heman demê de rê li ber şer û pevçûnên navxweyî jî vedike.
Divê hevdîtinên dîplomasiyên yên Fransayê yên li herêmê jî li ber çavan bê girtin.Wekî beşek ji hewldanên navbeynkariyê yên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur-rojhilat û HTŞ’ê de, gelek vebijarkên pergala rêveberiyê li ser maseyê ne, di nav de destûrek nû, entegrasyon, xweserî, federasyon û nenavendîkirin. Encama vê pêvajoyê bi lihevkirina aktorên herêmî li ser formuleke hevpar ve girêdayî ye. Lê belê, danûstandin hîn jî di qonaxên xwe yên destpêkê de ne û ji gihîştina encama xwestî dûr in.
Peymana ku di meha Adarê de di navbera Colanî û Mazlûm Ebdî de hatiye îmzekirin hîn jî neketiye meriyetê. Tê diyarkirin ku civîna plankirî ya di navbera HTŞ û Rêveberiya Xweser de li Parîsê, ku ji hêla Fransa ve û bi beşdariya DYE û Brîtanyayê ve tê lidarxistin, dê bihêle ku ev peyman derbasî qonaxa pêkanînê bibe. Her çend civîn ji ber komkujiya Suweydayê bi fermî hat paşxistin jî, tê bawerkirin ku sedema sereke negihîştina lihevkirinek têrker di navbera aliyan de ye.
Ji aliyekî din ve, plansaziya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê xwedî nêzîkatiyek taybet e. Her çend divê Îsraîl û DYE li ber çavan bigire jî, armanc dike ku Sûriyeyê bike hewşa xwe ya paşîn. Armanc ew e ku Rêveberiya Xweser bi tevahî ji holê rake. Dixwaze HTŞ’ê bike aktorek navendî. Tirkiye jixwe Sûriyeyê wekî kewê di berîkê de dibîne û vê nêzîkatiyê veguherandiye amûrek siyasetê ku pêvajoya Îmraliyê jî diyar bike.
Israra Tirkiyê ya li dijî Kurdan, bêçekkirina QSD’ê û tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û her wiha armanca HTŞ’ê ya ji bo Sûriyeyek di bin kontrola hikûmeta navendî de, dê herêmê bêtir bêîstîqrar bike. Modelek Sûriyê ku li gorî berjewendiyên stratejîk ên Tirkiyê be, bi vebijarkên aktorên din bi taybetî Îsraîlê re bi nakok e. Di rewşa heyî de li Sûriyeyê her kes li gorî xwe hewl dide şikil bide vê tabloyê.
TÊKILIYÊN HTŞ Û RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê girêdayî lihevkirinek di navbera Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê de ye. Lê belê, divê were qebûlkirin ku gihîştina xalek hevpar û lihevhatina du avahiyên îdeolojîk ên dijber di zehmet e. Bi navbeynkariya DYE û Fransayê re, alî ji ber pêwîstî û mecbûriyetê li hev dicivin, bi armanca ku di çarenûsek hevpar de bibin yek. Lê belê, ev armanc niha pir dûr xuya dike.
Dîtina xaleke hevpar di navbera pergaleke demokratîk a li gorî pêdiviyên demê û rêziknameya şerîetê ya hişmendiya selefî de ji ya ku xuya dike hîn dijwartir e. Pêşveçûna bi avahiyeke selefî ku çanda rêveberiya dewletê di nav de nebe, hemû beşên civakê hembêz nake û di rêveberina civakê de bêserûber û tecrûbe tevdigere, niha ne mumkine. Danasîna herî guncaw a têkiliya di navbera HTŞ’ê û Rêveberiya Xweser de "nexweşekî entubasyonkirî" ye.
Yekbûna HTŞ’ê û Rêveberiya Xweser, du hêzên bingehîn ên ku dê siberoja Sûriyeyê diyar bikin, ji bo yekîtiya welêt girîng e. Lê belê, ev bi sepandina pergaleke rêveberiya navendî ne mimkûn e. Bi taybetî piştî komkujiyên li dijî Elewî û Durzî, bi tinekirina cudahiyên re pêkanîna yekîtiyê ne mumkin e.
Têkiliyên HTŞ'ê û Rêveberiya Xweser hê jî bi diyalogên ku hê neketine pratîkê û pêk nehatine ve sînordar in. Li ser xalên hatine diyarkirin lihevkirineke giştî heye, lê li ser bê ka divê çawa were kirin nelihevkirin hene. HTŞ’ê dixwaze herêmên xweser dewrî wê bê kirin û vê yekê ferz dike. Ne hewce ye ku pêxemberek hebe ku nîşan bide hêza li pişt van daxwazan dewleta Tirk e. Jixwe bi rêya lihevkirinên dualî dewleta Tirk di hemû mijaran de têkildarî rêveberiya Sûriyê mudaxele kiriye. Bi van lihevkirinan, Tirkiye Colanî kişand ser xeta xwe ya siyasî û bandorek diyarker li ser wî ava kir.
Hikûmeta Colanî ku di bin bandora Tirkiyeyê de tevdigere, ne hêzeke ku bi îradeya xwe li ser maseyê rûniştiye. Her wiha, nêzîkatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya ji bo avakirina hikûmeteke navendî, şêweyekî zextê ye ku piştgiriyê dide axaftinên dişibihe ya dewleta Tirkiyê û HTŞ’ê. Fikra yekîtîyê ya bi vî rengî ku tê ferzkirin dê bibe sedema avakirina dewleteke selefî ku dê bandorek bêveger ne tenê li ser Sûriyeyê, di heman demê de li ser herêmê û tevahiya cîhanê jî bike. Ev yek wê were wateya avakirina rejîmeke ji ya Efganîstanê hişktir.
Rêveberiya Xweser di danûstandinên heyî de ligel ku yekîtîyê esas digire û ew dixwaze bêyî ku çekan deyne û bi avahiyek çekdarî ku axa xwe diparêze vê yekê bi dest bixe. Her wiha ew di mijarên wekî vekirin û veguhestina saziyên dewletê de avakirina pergalek li ser bingeha nenavendîbûn an statuya xweser pêşniyar dike. Ya ku divê pêk were jî ev e.
Di çarçoveya welatekî yekane de, divê li ser sîstemekê lihevkirinek were kirin ku rêveberiyên herêmî û avahiyên xweser biparêze. Bi kurtasî, misogeriyên qanûnî ji bo xwerêveberî û xweparastinê pir girîng in.
Ji bo aliyê Kurd, rêveçûna pêvajoya aştiyê ya Îmraliyê dê di teşekirina siberoja Sûriyeyê de diyarker be. Çiqas xwişk-biratiya Tirk-Kurd xurt bibe, dê bandora wê ya erênî li ser Sûriyeyê jî bibe. Berevajiya wê, xetera pevçûnê zêde dibe. Tirkiye ji ber Rojava, pêvajoya aştiyê giran dike. Ger pêşketinên li Sûriyeyê li gorî hêviyên Tirkiyeyê nebin, îhtîmal e ku pêvajo raweste. Wisa xuya dike ku Rojava wê xala sereke ya diyarker be.
Hewldanên navbeynkariyê yên Emerîka û Fransayê ji bo Sûriyê heta niha tu encam nedane. Nexşerêyek zelal hîn nehatiye diyarkirin û hevdîtinên di navbera aliyan de ti encamek berbiçav bi dest nexistine.
Dîtina çareseriyek ji bo nakokiya piralî ya Sûriyeyê bi rêbazên qalibgirtî û zorê zehmet e; ev pêvajo dê dem bigire. Zêdekirina zextê û karanîna hêza nerm di heman demê de tê kirin. Tirkiye hewl dide ku bi gefxwarina li ser Rêveberiya Xweser û heta bi provokekirina eşîrên Ereban li herêmên wekî Dêrazor, Reqa û Tebqayê nearamiya navxweyî û pevçûnan derxîne holê. Ev rewş bi êrîşên çeteyan re aloziyê zêde dike, di heman demê de pêvajoya danûstandinan jî berdewam dike.
Bi van rêbazan wê encameke çawan were bidest xistin, zanîn zehmet e. Heta xeta sor a aliyan neyê sistkirin, zehmet e ku danûstandin encam bigire. Em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku pêvajoyên krîtîk tên jiyîn û nîqaş di asteke aloz de ye. Her wiha mirov dikare behsa pêvajoyeke ku şer û pevçûnên ber bi Rojava ve tên pêşbînkirin jî bike.
Komkujiyên li dijî Elewî û Durzî hewldanên tepeserkirina daxwazên xweseriyê li Sûriyeyê bûn. Ev êrîşên ku encama qirkirinê bi xwe re anî, wekî beşek ji armanca avakirina dewletek neteweyî ya Ereb a yek-navendî têne dîtin. Qenata giştî ew e ku piştî van komkujiyan, Kurd dê bibin hedef.
Xetera pevçûnê li Sûriyeyê hîn jî heye. Hebûna HTŞ’ê gefek cidî diafirîne. Lê belê komkujiyên ji aliyê HTŞ’ê ve hatine kirin li şûna ku dewleta navendî xurt bike, berevajî pêwîstiya modelek siyasî ya li ser bingeha xweserî û nenavendîbûnê nîşan da.
ENCAM
Sûriye, ku ji şerê navxweyî nû deketiye, bi xetereya şerekî nû re rû bi rû ye, lê dibe ku çareseriyek bi rêya hewldanên navbeynkariyê yên bi pêşengiya DYE’yê û Fransayê pêkan be. Lê polîtîkayên dijî Kurd ên Tirkiyeyê rê li ber pevçûnên nû li herêmê vedike. Di pêvajoyeke ku çarenûsa vê herêma ji şer westiyayî teşe digire de, hewce ye ku israr li ser çareseriyên aştiyane were kirin ku dê sedemên pevçûnê ji holê rakin.
Tenê çareserî ji bo Sûriyeyê ew e ku nasnameyên etnîkî û olî wekî sedemek ji bo pevçûnê ji holê werin rakirine. Ev dikare bi rêya destûrek nû were bidestxistin ku gel û mafên wan biparêze û pergalek siyasî û îdarî ya têkildar ava bike. Avahiyên xweser dikarin bi rêya mekanîzmayek li ser bingeha nenavendîbûn, xwerêveberî û xweparastinê werin bidestxistin, di heman demê de yekparçeyiya pergala navendî were parastin. Li Sûriyeyeke ku nezelalî û bêewlehî lê serdest e, ferzkirina li ser QSD’ê ku bêçek bibe û xwerêveberiyê hilweşîne daxwazên nerealîst in ku divê neyên cidî girtin.
Heta ku di têkiliyên dîplomatîk ên ku li ser navê QSD’ê an Rêveberiya Xweser têne kirin û dê werin kirin de, çareseriyek maqûl ji bo tevahiya Sûriyeyê neyê pêş xistin û di danûstandinên bi HTŞ’ê re, pergalek rêveberiyê ya li ser bingeha nenavendîbûnê neyê damezrandin û mafên bingehîn bi destûrek nû neyên misogerkirin, divê her guhertinek di rewşa heyî de teqez neyê qebûlkirin.
Heta ku li ser her mijarê lihevkirinek neyê bidestxistin, pêdivî ye ku rewşa heyî bi tevahî were parastin. Wekî din, tawîzdayîna HTŞ’ê li ser mijarek ku bêwate xuya dike dê bibe sedema belavbûn û hilweşînê.
Divê em di vê mijarê de hişyariyek zelal bikin. Ji ber fikarên ku tên jiyîn divê em hişyariyên xwe bikin. Di danûstandinên ku li ser maseyê têne kirin de, heta ku ji bo tevahiya Sûriyeyê encamek dawî neyê bidestxistin, gavek piçûk jî nayê avêtin. Ji ber vê yekê civîna Parîsê ya ku dê were lidarxistin xalek krîtîk e. Divê em ji bo her du îhtimalan jî amade bin. Bê guman, armanca sereke û xwestî aştî ye. Lê belê, heke aştî pêk neyê, yekane vebijark ew e ku mirov xwe biparêze.