Tirkiye li Sûriyeyê vebijêrka demokratîk ji holê radike

Hikumeta Tirkiyê hewl dide ku bi destê HTŞ pergalek paşverû, ji Baasê zordartir û tund ava bike. Ew gefan li pêşeroj û demokrasiya Sûriyê dixwe. Bi qirkirin û komkujiyan hewl dide ku Rêveberiyên Xweser ên ku aliyên demokratîk sazûman kirine ji holê rake.

ZEKÎ BEDRAN

Hikumeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya. Diyar e ku ev ji aliyê Tirkiyê ve hatiye xwestin û Şam li gorî wê tevdigere. DYA û Fransa hêzên ku vê yekê herî baş dizanin. Tirkiyeyê nexwest ku hêzek ku Kurdan jî di nav de ye bibe mijara hevdîtinên navneteweyî. Desthiladariya Tirkiyê hemû çavkaniyên xwe bi HTŞ’ê ve girêdayi ye. Lê, ew bi tevahî li dijî Kurdan cih girtiye û ev helwesta xwe neguhertiye. HTŞ’ê jî xwedî hişmendiyekê demokratîk nîne. Ew li dijî pirrengiyê ye û xwedî nêzîkatiyek tundrew û navendî ya hişk a rêveberiyê ye. Ji ber vê yekê, ew ne di rewşekê de ye ku planên dewleta Tirkiyê red bike an jî ji bandora wê xilas bibe. Girîng e ku mirov fêm bike ka li Sûriyê çi diqewime. Li ser rûyê erdê, hikumeta Şamê li dijî QSD û Rêveberiya Xweser rûniştin û danûstandinan dike. Lê di rastiyê de, ew dewleta Tirkiyê bi xwe ye ku li hemberî QSD û Rêveberiya Xweser danûstandin dike û ji wan radestiyê ferz dike. Hikumeta demkî ya Şamê dezgehek bindest e, karmendek rêveberiya Tirkiyê ye. Hikumeta Şamê niha hilbijartinên parlemanî xistiye rojevê. Wan ragihand ku ji ber nebûna ewlehiyê li Suweyda û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartin nayên lidarxistin. Lê, berovajî gotinan herêma herî ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li vir lîstikek heye ku rastiyan xirab dike û binesaziyan ji bo êrîşan amade bike. Wan îdia kir ku ji bo ewlehiyê hêz dişînin Suweyda û komkuji anîn rojevê. Niha ew herêmên xweser wekî ne ewle nîşan didin. Rastî ev e, wekî ku wan heta niha kiriye, ew kesên ku radestî wan nabin, yên ku xwe rêxistin kirine û vîna xwe bi dest xistine, ji holê radikin. Ew naxwazin wan di rêveberiya Sûriyê de, bi cih bigirin. HTŞ bi Rêveberiya Xweser re peywendiyên heyi diparêze, lê  qet wan nûnerekê Rêveberiya Xweser negirtine di nav hikumetê de û li ser mijara herêmên xweser nîqaş nekirine. Hilbijartin nayê wateya ku li gor dilê xwe vesazîkirina her kesê ku ew dixwazin e! HTŞ wisa dike. Herî dawiyê, Ehmed Şara dê ji 210 nûneran 70 kesan vesazî bike. Çawa hilbijartinek vesazîbûyina parlamenteran bike gengaz e? Ji ber ku Rêveberiya Xweser wan kiryaran na pejirîne, wana ji derveyî hilbijartinan digir in.

Gelê Sûriyê bêrêxistin e. Ew zehmetiyan dikşîn in. Birçîbûn, xizanî û bêkarî debara gel ya rojane astengiyan dide jiyan kirin. Li ser vê yekê komkujî û tirsa ku li ser Elewî û Durziyan hatiye ferzkirin zêde kirin, û çi daxwaz û vîn dê bimîne? Hemû dezgehên ragihandinê yên ku ji rejima Baas’ê girtine niha di bin fermana HTŞ’ê de ne. Ne gengaz e ku dengek an ramanek cuda li wir were gotin an weşandin. Şerekê taybet li dijberî û kampanyaya reşkirinê li dijî herêmên xweser, Elewî û Durzîyan tê meşandin. Propagandaya li dijî wan tê destpêkirin, îdîa dikin ku ew xayîn, cudaxwaz, sîxurên Amerîkî-Îsraîlê ne, û hwd. Ferasetekê bîrdozî li ser bingeha ol û nijadperestiya Ereb tê meşandin. Beşên civakê li dijî hev têne sorkirin. Divê hilbijartin jî wekî rêyekê ji bo guhertina rojevê û lêgerîna rewatiyê ji bo HTŞ’ê werin dîtin. Ne partî û ne jî zagonê hilbijartinê hene. Partî û hêzên rêxistinkirî beşdarî hilbijartinan nabin. Desteya hilbijartinê ku ji hêla HTŞ’ê ve hatî destnîşankirin dê hin kesan li herêman destnîşan bike û wan wekî hilbijartî ragihîn e. Di bingeh de, hilbijartin tine; vesazîkirin hene. Bi awayekî asayi, divê NYû hêzên Rojavayî vê yekê nepejirîn in. NY berê biryara xala 2254’an derbarê Sûriyê de derxistibû. Li gorî vê, divê hilbijartin li gorî rêziknameyan werin lidarxistin û bibeşdariya hemû aliyên peywendîdar were misogerkirin. Niha, ew wekî ku biryarek wisa tine be tevdigerin. Di demekê de ku Rojava û NY bêdeng dimînin, Tirkiye HTŞ’ê li gorî daxwaza xwe rêve dibe. Hikumeta Tirkiyê bê şert û merc piştgirî dide HTŞ’ê. Ew pergalek yekparêz û navendî dixwaze û ferz dike. Tirkiye ne tenê li deverên dagirkirî cih digire, lê di heman demê de destwerdanê di karûbarên wan ên navxweyî jî dike. Ew pêşeroja Sûriyeyê jî desteser dike. Rejîmek zordar mîna Baas’ê hatiye hilweşandin û hawîrdorek ji bo demokrasiyê hatiye afirandin. Bi awayekî aramî, divê gel bi coş be, meydanan tijî bike û azadiyê ragihîne. Divê hemû hêzên ku demokrasiyê dixwazin di hawîrdorek vekirî û azad de bikevin qada siyasî. Lê tiştê ku li Sûriyê diqewime berevajî vê ye.

Hikumeta Tirkiyê hewl dide ku bi destê HTŞ pergalek paşverû, ji Baasê zordartir û tund ava bike. Ew gefan li pêşeroj û demokrasiya Sûriyê dixwe. Her wiha bi qirkirin û komkujiyan hewl dide ku Rêveberiyên Xweser ên ku aliyên demokratîk sazûman kirine û damezirandine, ku dikarin di vê mijarê de vînek xurt avabikin, ji holê rake. Wekî ku aloziya li Sûriyê ne bes be, ew şerê nû amade dike. Dewleta Tirkiyê û hevalbendên wê hewl didin ku di navbera Ereb û Kurdan de pevçûnê gur bikin û tovên dijminatiyên nû biçînin. Divê peywendiyên di navbera hikûmeta Tirkiyê û HTŞ’ê de wekî danûstandinên dualî di navbera du hêzan de neyê dîtin. Dema ku civîna Parîsê hat rojevê, wezîrê derve yê Tirkiyê tavilê çû Şamê. Dûv re wan wezîrên hikûmeta Şamê anîn Enqerê, ferman dan wan û neçar kirin ku peymanên ku ew dixwazin îmze bikin. Sûriye rojane ji hêla Tirkan ve tê birêvebirin. Divê gelê Sûriyê û hêzên ku ji bo demokrasî û azadiyê kar dikin vê yekê bizanibin…