Tirkiye ji aştiya pozîtîf dûr e
Tirkiye hîna ji ‘aştiya pozîtîf’ a ku weke kêmkirina tundiya çêkerî û xurtbûna edaleta civakî tê pênasekirin, pir dûr e. Qedexeya Kurdî ya li komîsyonê jî, bû nîşaneya vê ya herî zelal.
Tirkiye hîna ji ‘aştiya pozîtîf’ a ku weke kêmkirina tundiya çêkerî û xurtbûna edaleta civakî tê pênasekirin, pir dûr e. Qedexeya Kurdî ya li komîsyonê jî, bû nîşaneya vê ya herî zelal.
Tirkiye li ber ‘aştiya negatîf’ a ku di lîteratura aştiyê ya navneteweyî de weke bi dawîbûna tundiyê tê pênasekirin, digere.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi bangên Rêber Apo re destpê kirî, bi merasîma çek şewitandinê ya PKK’ê qonaxên girîng derbas kir. Di meha 11’an a pêvajoyê de li aliyê dewletê jî heya niha di bin banê Meclîsê de lê bi rayeya Serokê Meclîsê komîsyonek hate avakirin. Komîsyonê bernameyeke xebatê ya ji bo 6 mehan danî pêşiya xwe. Beriya hevdîtinên aştiyê ev tişt qewimîn:
* Rêber Apo destpêkê sala 1993’yan agirbesta yekalî îlan kir. Serokkomarê demê Turgut Ozal ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di lêgerîna çareseriyê de bû, lê bi mirina wî ya ji nişka re pêvajo têk çû.
* Sala 1997’an hevdîtinên di navbera aliyê Tirk û PKK’ê de yên li Ewropayê bi peywendiyên nerasterast pêk hatin, kurt dom kirin.
* Rêber Apo sala 1999-2004’an ji Girtîgeha Îmraliyê bi rayedarên dewletê re hevdîtin kir. PKK’ê di sala 1999’an de çalakiyên çekdarî rawestand: di vê demê de weke “agirbesta yekalî” hate bîranîn.
* Di navbera aliyê Tirk û PKK’ê de di sala 2008-2011’an de Hevdîtinên Osloyê hatin kirin. Bi derketina qeydên deng re yên belavî raya giştî bû, pêvajo di sala 2011’an de bi dawî bû.
* Dema muzakere û diyaloga herî berfireh, pêvajoya 2012-2015’an bû. Rayedarên dewletê bi rêya HDP’ê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinên rêkûpêk pêk anî. “Heyeta Mirovên Akîl” hate avakirin û nîqaşên ji raya giştî re vekirî hatin meşandin. Pêvajo sala 2015’an piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê, bi hilweşandina maseya muzakereyê ya ji aliyê Erdogan ve bi dawî bû.
AŞTIYA NEGATÎF Û POZÎTÎF
Niha bi pêvajoya ku zêdeyî 10 meh in didome, dewlet gavên şênber naavêje û bi vê re hevdîtin jî didomin. Em bi mînakên ji cîhanê bi bîr bixin ku ev pêvajo çawa hatine nirxandin.
Di metînên xebatên aştiyê de ‘aştiya negatîf’ piranî rasterast weke nebûna tundiyê, ‘aştiya pozîtîf’ jî weke kêmkirina tundiyê û xurtbûna edaleta civakî tê pênasekirin. Dema aştiya negatîf a bi agirbest û bêçekbûnê tê tesîskirin, bi tena serê xwe têrker nebe; dema bi têkoşîna li dijî reforma çandî, edaleta dema demkî û newekheviyên sosyo-ekonomîk qonaxên aştiya pozîtîf neyên xurtkirin şkestina aştiyê dewam dike.
Ferqa esas a di navbera aştiya negatîf û pozîtîf de, destpêkê ji aliyê Johan Galtung ve hate diyarkirin ku weke teorîsyenê aştiyê tê zanîn. Ev pênaseyên ku Johan Galtung li ser xebitî, yanî aştiya negatîf (nebûna şer/pevçûnê) û aştiya pozîtîf (kêmkirina tundiya çêkerî ya mîna newekhevî û bêedaletiyê), bi rengekî sîstematîk ji hev cuda bû. Bi vî rengî aştî ne tenê rewşa bêşer e; weke sîstemeke ku di asta sazî, helwest û çêkeran de didome bi wate bû. Her çendî ku ev dualîte bi Galtung tê bîranîn jî, yê destpêkê ev pênase kirî, ne ew bû. Martîn Luther King sala 1953’yan ji Girtîgeha Birmingham di nameyê de têkildarî “aştiya negatîf a nebûna tengasiyê” û “aştiya pozîtîf a hebûna edaletê” nivîsandibû.
TEORIYA GUHERTINA CIVAKÎ PÊŞKÊŞ DIKE
Piştî Galtung rêxistina civakî ya sivîl Institute for Economics & Peace (IEP) a ku navenda wê Awûstralya ye, aştiya pozîtîf weke “helwest, sazî û çêkerên ku civakên aştîxwaz diafirînin û didomînin” di çarçoveyeke ku were pîvan de da rûnişkandin; 8 qonaxên mîna rêveberî, hêza hiqûqê, derfetên ekonomîk û cîrantiya baş pêşniyar kiribû.
Ji aliyê IEP’ê ve aştiya pozîtîf weke sazî, çêker û helwestên ku civakên aştîxwaz diafirînin û didomînin, tê pênasekirin. Pêşketinên li aştiya pozîtîf ji ber taybetmendiya xwe ya pergalî bi gelek encamên din ên bi dilê civakê têne girêdan ku ne tenê aştiyê xuya dikin, her wiha dibin sedem ku hatineya navxweyî ya welêt hîn bilind bibe, pîvanên aramiyê hîn baş bibin û civakên xwedî ahengiyê ava bibin. Ya hîn girîngtir, teoriyeke guhertinê ya civakî pêşkêş dike ku nîşan dide civak çawa tên guhertin û veguhertin.
IEP aştiya negatîf weke “nebûna tundiyê yan jî nebûna tirsa tundiyê” pênase dike. Bingehê van pîvanên IEP’ê ya ku pîvanên Endeksa Aştiyê ya Kûreyî dike, ji aliyê Pîvanên Aştiya Negatîf ve tên avakirin. Endeksa Aştiyê ya Kûreyî dema dibêje, welatek çiqasê aştîxwaz e, ji bo xurtkirina asta aştiyê yan jî domandina wê daneya pêwîst dabîn nake. Dabînkirina vê pêdiviya aştiya pozîtîf destnîşan dike.
FARC – KOLOMBIYA
Di çarçoveya van her du pênaseyan de eger em li pêvajoyên aştiyê yên li welatên din binêrin, em ê bi Kolombiyayê destpê bikin ku di raya giştî ya Tirkiye û Kurdistanê de ewilî ew tê hişê mirov. Eger em hevdîtinên di navbera FARC û dewleta Kolombiya de li ser bingehê aştiya negatîf binirxînin, bi peymana nîhaî ya 2016’an têkildarî agirbesta dualî û mayînde, bernameya çek berdanê ya 180 rojî û derbasbûna FARC’ê ya siyasetê biryar hate dayîn. Ji bo entegrasyona jinûve ya şervanên kevin, hikûmên taybet hatin qebûlkirin. Her çendî ku taslaka ewilî ya referanduma 2’yê Cotmeha 2016’an hatibe redkirin jî, aliyan metin revîze kirin û di dawiya heman salê de îmze kir.
Li Kolombiyayê ku di etaba ewilî de bingehê aştiya negatîf hate avêtin, di çarçoveya aştiya pozîtîf de FARC veguherî partiya siyasî, pêvajoya entegrebûna civakê destpê kir. Sererastkirinên mîna reforma bejahî û berfireh, berfirehkirina tevlîbûna siyasî, veguhertina ekonomiya tiryakê û “Sîstema Berfireh a Ji bo Mexdûran” (komîsyona heqîqetê, daraza taybet) hatin kirin. Kolombiya ya ku bername li aliyê Mîsyona Rastkirinê ya NY’ê dewam kir, ji bo derbaskirina aştiya negatîf amûrên sazîbûnê yên xurt ava kir; lê belê dema li herêmî bingehên ewlehî, xak/aborî û tevlîbûnê bi rengekî hemwext xurt nebûn, armancên aştiya pozîtîf asê man.
ETA – WELATÊ BASK
ETA piştî Konferansa Aîete ya sala 2011’an agirbesta mayînde îlan kir; sala 2018’an rêxistinê ragihand ku hemû çêkerên xwe fesix kirine. Çek danîn bi piştgiriya navbeynkarên navneteweyî û înîsiyatîfên sivîl, bêyî muzakereya fermî ya bi dewletê re pêş ket. Yanî hikûmeta Spanya rasterast bi ETA re muzakere nekir; vê rewşê lihevkirina civakî bi sînor kir. Her çendî ku ji bo welatê Bask xweserî hatibe naskirin jî, têkildarî entegrasyona mehkûmên ETA’yê û mafên wê yên mexdûr pêşketineke sînordar hate bidestxistin. Tesîsa aştiya civakî, bi hewldanên civaka sivîl bi qismî pêk hat. Pêvajo hate spartina naskirina mexdûriyetan, dosyayên mehkûman / koçberan û modela “rû bi rû mayîna bi encaman re” ya li dora nîqaşên lihevkirina civakî. Aktîvîstên ku li Parîsê sala 2016’an tevkarî ji bo çek danînê kirin hatin darizandin, mijarên mîna vê tengasiyên ku di hevsengiya hiqûq-siyaset a demkî de dewam dikin nîşan da. Di mijara ETA de tunebûna tundiyê mayînde bû (aştiya negatîf), lê di astên aştiya pozîtîf de (bîr, edalet, di nava xwe de hewandin) nebûna peymaneke mezin a sazîbûnê pêvajo hîn zêdetir bi înîsiyatîfa civakî ve girê da.
IRA – BAKURÊ ÎRLANDA
Tundî 10’ê Nîsana 1998’an bi Peymana Îniya Bi Xêr (Belfast) hate bidawîkirin; têkildarî çek danîna paramîlîter û normalbûna ewlehiyê, mekanîzma hatin avakirin. Li Bakurê Îrlandayê rêveberiya xweser hate avakirin, temsîla siyasî pêk hat. Entegrasyona Sinn Féin a ji bo pêvajoya siyasî, piştgirî da demokratîkbûnê. Lihevkirina civakî bi diyaloga di navbera mezheban de û navbeynkariya navneteweyî hate xurtkirin. Bi kurt û cewherî parvekirina hêzê, mafên mirovan û wekhevî, bi girêdanên sazîbûnê yên Bakur-Başûr û Rojhilat-Rojava wateya civakî/siyasî zêde kir. Dîsa jî cudabûna li ser bingehê nasnameyê û dem bi dem taloqkirina saziyan, şkestina aştiya pozîtîf jî nîşan da.
MNLF Û MILF – FÎLÎPÎNAN
Pêvajoya aştiyê ya li Fîlîpînan, bi taybetî piştî şerê bi dehan salan ê di navbera gelê Moro yê Misilman ê li herêma Mindanao dijî û hikûmeta navendî de şêwe girt û pêvajoyeke têra xwe tevilhev û pir qat e.
Di salên 1970’an de Eniya Rizgariya Neteweyî ya Moro (MNLF), bi daxwaza xweseriyê li dijî hikûmeta Fîlîpînan dest bi têkoşîna çekdarî kir. Peymana aştiyê ya ewilî sala 1976’an bi navbeynkariya Lîbyayê hate îmzekirin, lê belê nehate pêkanîn. Di sala 1989’an de di dema Corazon Aquino de Herêma Xweser a Mindanao ya Misilman hate avakirin. Ev bû gava şênber a ewilî ku xweseriya bi sînor ji bo gelê Moro nas kir. Di sala 1996’an de bi MNLF’ê re peymaneke aştiyê ya duyemîn hate îmzekirin. Ev peyman ji aliyê Eniya Rizgariyê ya Îslamî ya Moro (MILF) ve têrker nehat dîtin û MILF têkoşîna çekdarî domand.
Muzakereyên bi MILF re di sala 2000’an de destpê kir. Sala 2012’an “Peymana Çarçoveyê” hate îmzekirin. Ev peyman pêşbînî dikir ku herêmeke xweser a nû ya bi navê Bangsamoro were avakirin. Pêvajoya aştiyê ya negatîf jî sala 2014’an bi “Peymana Berfireh a Bangsamoro” bû aştiya fermî. Ev peyman çek danîna MILF û tevlîbûna wê ya ji bo pêvajoya siyasî, di nava xwe de dihewand. Sala 2019’an Herêma Xweser a Bangsamoro bi fermî hate avakirin. Lîderên MILF di rêveberiya herêma nû de cih girtin. Pêvajoya aştiyê ne tenê di aliyê leşkerî de di heman demê de, bi astên civakî, çandî û ekonomîk jî hate nirxandin û di warê aştiya pozîtîf de gav hatin avêtin.
TIRKIYE HÎNA DI AŞTIYA NEGATÎF DE YE
Mînakên FARC, ETA, Fîlîpînan û IRA’yê nîşan dide ku ji bo domkirina aştiyê tenê bêdengbûna çekan têrê nake, veguherînên çêkerî û lihevkirina civakî jî şert e. Lîteratura navneteweyî pêşniyar dike ku aştî bi du qatmanan were fikirîn. Ferqa di navbera sekinîna tundiyê ya demkurt û veguhertina têkiliyên civakî û saziyan a demdirêj de, şênber dike. Destnîşan dike ku ji bo aştiya mayînde ji xeynî ewlehiyê edaleta derbasbûnê, rêveberiya berfireh û derfetên sosyo-aborî bi rengekî hemwext bên pêşxistin.
Hevdîtinên cur be cur ên di mînaka Tirkiyeyê de nîşan dide ku hîna li vir aştiya negatîf nehatiye derbaskirin. Di pêvajoya niha de dîsa hewl dide gavên aştiya negatîf bavêje, lê di rewşa heyî de gaveke mîna fesixkirina PKK’ê û weke sembolîk gaveke çekdanînê hebe jî, dewleta Tirk di nava pêvajoyê de li herêmên PKK’ê operasyonan dimeşîne. Gavên di aliyê aştiya negatîf a pêvajoyê de, hîna yekalî ne. Dema di aliyê aştiya pozîtîf de jî tê nirxandin, mesele di komîsyona li Meclîsê de redkirina daxwaza Dayikên Aştiyê ya ji bo axaftina bi Kurdî, nîşan dide ku hîna ji vê qonaxê jî zêde dûr nîne…