Tengezariya mêtingeriyê: Li derve dîplomasiya piralî, li hundir jî înkar û bêçareserî
Îro mesafeya di navbera zimanê ku Tirkiye di siyaseta derve de bi kar tîne û pratîkên wê yên siyasî li hundir hatiye asta ku nayê paşguhkirin.
Îro mesafeya di navbera zimanê ku Tirkiye di siyaseta derve de bi kar tîne û pratîkên wê yên siyasî li hundir hatiye asta ku nayê paşguhkirin.
Dika ku ji bo pêncemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) hatiye danîn ne tenê forumek dîplomasiyê ye. Li wir bo qasî axaftinan li ser dîmen, têkilî û sembolan jî hewl didin çîrokan vebêjin. Kombûna lîderên ji parzemînên cûda, aktorên ku di heman wêneyî de hati n dîtin, têkiliyên dualî… Her yek ji van li her erdnîgariya belavbûyî nîşaneya ji nû ve avakirina têkiliyan û lêgerîna hevsengiyên nû ye. Di vê wateyê de Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ne tenê zemîna nîqaşê ye, di heman demê de vîrtrîna jeopolîtîk e jî.
Ji aliyê Tirkiyeyê ve, ev forum wekî berhema hewldanên pozîsyona stratejîk a welatekî di nav pergalek navneteweyî ya guherbar de tê dîtin. Li gorî vegotina fermî, Tirkiyeyê li cîhaneke ku nediyarî mayinde bûye de xwe bi blokekê tenê sînordar nake, bi aktorên cihêreng û pir caran pêşbaz re têkiliyê datîne û modeleke “angajmanên piralî” pêş xistiye. Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê wekî sazûmankirinek vê nêzîkatiyê tê pêşkêş kirin. Di vê çarçovê de forum ne tenê platformeke ku pirsgirêkan nîqaş dike, qadeke ku nakokî tên birêvebirin, aktorên cûda dikarin werin cem hev û qadeka dîplomasoyê ku Tirkiye di navendê de cih digire, tê pênasekirin.
Peyama ku li ser vîtrînê tê dayin eşkere ye, cîhan hildiweşe, hevsengî diguherin, lê Tirkiye di nav vê hilweşînê de wekî aktorek ku dikare bi her kesî re têkilî dayne, bi her kesî re biaxive û rê nîşan bide derdikeve pêş. Bi rastî, axaftinên Hakan Fîdan ê ku operatorê aqlê dewleta Tirk e, ev 3 sal in li ser vê platformê dike, nîqaşn dide ku ev axaftin her ku diçe berfirehtir dibe. Ji zimanekî ku krîzan eşkere dike ber bi avakirina pergalekî ve berfireh dibe.
Îro, Tirkiye xwedî kapasîteya ku ji Qeterê bigire heta Sûriye, Misir, Îran, Efganistanê û qadên krîzê li Efrîqayê li xeteke berfireh û bi aktorên ku gelek caran hevrikên hev in re têkiliyê dayne ye. Ya herî balkêş pratîkên wê yên dîplomatîk ên nerm ku rê li ber rewakirina komên radîkal û çekdar ên li van herêman vekiriye. Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê di heman demê de wekî platformek ku vê kapasîteyê dide xuyakirine. Tirkiye di vî alî de di polîtîkaya derve de nermbûn, li ser kabiliyeta muzakere û piralîbûnê hewl dide ji xwe re qadeke berfireh veke.
Lê tam di vê noqteyê de, di nav vê vegotina siyaseta derve ya bihêz de valahiyek girîng derdikeve holê ku neyê paşguhkirin. Ev valahî pratîka dîplomatîk a nerm ku Tirkiyeyê li derve avakiriye û pratîka dîplomasiya piralî ku di qadeke siyasî ya mîna wê de xwe nîşan dide.
Ji ber ku ev pratîka dîplomatîk a piralî tê nîşandan, dema ku li hundir li qadeke siyasî ya mîna wê neyê sepandin, ew êdî ji çîrokeke serkeftinê derdikeve û vediguhere meseleya tercîhkirinê. Heta ev rewş li hundir dibe sedema sazûmankirina xeteke siyasî ya ku her ku diçe bêtir derdikeve pêş.
Ev dîmenê ku li Antalyayê hat dayin vê rewşê vekirî datîne holê. Hevdîtina Recep Tayyîp Erdogan bi Nêçîrvan Barzani re di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi zelalî nîşan dide ku Tirkiye xwedî kapasîteya têkiliyê bi aktorên Kurd re ye.
Ev dîmen rastiyek girîng datîne holê: Tirkiye ne dewletek e ku nikare bi Kurdan re têkilî dayne. Berevajî vê, ew dewletek e ku kengî bixwaze li ku derê û di kîjan astê de dikare bi Kurdan re têkilî dayne.
Ji ber vê yekê mesele ne bê derfetî yan jî nebûna amûran e. Berevajî vê tiştê ku li derve mimkun e li hundir nayê bicihanîn, mesele ne teknîk e, bi awayekî vekirî di qada siyasal de tê girtin e. Tirkiye îdîa dike ku di siyaseta derve de rêbazek pêşxistiye ku dikare bi aktorên herî dijwar re têkiliyê deyne, nakokiyan birêve bibe û berjewendiyên cûda li ser heman zemînê bîne cem hev. Di pirsgirêka herî bi kok a Kurd de ku yek ji pirsgirêkên wê yên herî bingehîn e heman nermbûn û dixe dewrê.
Ev rewş ne tenê kêmasiyek e, lê di heman demê de tayinkirina rê ye.
Ji ber ku zimanê ku li hundir tê bikaranîn, ji vekirina qadek siyasî ya ku pir caran çareseriyê pêş bixe wêdetir, qadeke semantîk ku îxtîmala çareseriyê taloq dike diafirîne. Têgeh, gotin û hîleyên polîtîk û manevra ketine şûna pêvajoya muzakereya rastîn.
Di vê noqteyê de, tiştê ku divê were eşkerekirin ne tenê kêmasî yan derengketin e. Pirsgirêka rastîn ew e ku ev nêzîkatî çawa wekî rêbazek û hilbijartinek tê xebitandin. Dema ku mojar dibe pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, xeta parçekirin, tengkirina qadên nîqaşê û bêbandorkirina siyasî vtimî tê xebitandin. Ev ne tenê meseleya polîtîkayên tavilê ye, parçeyeke nêzîkatiya stratejîk a berfirehtir e.
Qada siyasî ya Kurd di nav sînorên diyarkirî de girtin, aktorên cûda bi awayekî ji hev qutkirî tên bicihkirin tercîha şênber e. Rêberên siyasî demek dirêj li derveyî pergalê hiştin, divê wekî parçeyeke vê çarçoveyê were nirxandin.
Pêkanînên wiha bi dînamîkên siyasî yên navxweyî nayên ravekirin. Dixwazin pêşiya kîjan aktoran were vekirin, kîjan bên sînordarkirin û kîjan xetên siyasî bên sazûmankirin, divê di çarçoveyek berfirehtir de werin xwendin. Ev eşkere dike ku mesele ne tenê pirsgirêkek ewlehiyê ye, bi awayekî vekirî tê beralîkirin, teşekirin û tercîhê datîne holê.
Ji ber vê yekê, vê nîqaşê tenê li ser navên taybetî yan li ser geşedanûn rojevî bidin meşanin têrê nake. Hakan Fîdan yek ji fîgurên ku di vê pêvajoyê de xuya dike ye. Dema ku ji perspektîfeke berfirehtir were nêrîn, lêgerîna Tirkiyeyê ya ji bo roleke herêmî, pêvajoyên ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn û armancên stratejîk ên demdirêj bi hev re neyên nirxandin wê kêm bimîne.
Di vê çarçoveyê de, perspektîfên Tirkiyê yên 2030 û 2050’an divê ne tenê wekî armancên aborî yan jeopolîtîk, di heman demê de wekî rê nîşandaneke ji bo teşedayîna avahiya siyasî ya navxweyî jî werin nirxandin. Pirsa ku divê pirsgirêka Kurd çawa di vê çarçoveyê de bê bicihkirin yek ji aliyên herî krîtîk ên vê stratejiya demdirêj e.
Ev gengeşî ne tenê ji bo Tirkiyeyê ye. Dema ku di asta herêmî de lê binêrin, heman dînamîk di qada Sûriyeyê de jî tê dîtin. Bi taybetî nîqaşên li dora Rojava tên kirin vê rewşê tîne rewşeke vekirî.
Ji ber vê yekê, nabe ku pirsgirêkê tenê bi zextên derve were ravekirin. Di heman demê de ev dînamîk bê xwe çawa bi cih bike re rasterast girêdayî ye.
Ji ber vê yekê, nabe ku pirsgirêka Kurd tenê wekî pirsgirêka nasnameyê were destgirtin. Li Tirkiyeyê siyasetmedarên Kurd ên ji kokên polîtîk ên cuda dikarin di astên herî bilind ên dewlet û desteya polîtîk de cih bigirin nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêka temsîliyeta ji rêzê ye. Tiştê ku divê were nîqaşkirin ew e ku kîjan daxwaz, di kîjan çarçoveya siyasî de û bi çi rêbazê têne bicihanîn.
Lê eşkere ye ku ev pêvajo ne xwedî demek bêdawî ye. Li erdnîgariyek ku hevsengiyên herêmî bi lez diguherin û nakokî berfireh dibin, dibe ku çarçoveya tercîhan jî teng bibe.
Ji ber vê yekê, pirsgirêka Kurd ne tenê dewlet çareseriyê hilberîne yan hilneberîne ve sînorkiriye. Di heman demê de pêvajoyek e ku di bin şert û mercên ku çareserî dereng dimîne de, dînamîkên civakî û siyasî yên cûda rêya xwe biafirînin û bidomîne ye.
Di vê noqteyê de, mesele ne tenê eşkerekirina nakokiyên heyî ye. Di heman demê de rasterast bi pirsa ka meriv çawa rêgezek di nav van nakokiyan de diyar dike ve girêdayî ye.
Ji ber ku pirsgirêka Kurd êdî ne tenê daxwazek ji bo nasnameyê ye, pirsgirêkek ku Kurdistan wê çawa wekî rastiyek dîrokî û siyasî were destgirtine.
Ev rewş ne tenê aktorên siyasî yên îroyîn, di heman demê de çawaniya mîrateya ku ji nifşên pêşerojê re were hiştin jî diyar dike.
Ji ber vê yekê, berpirsiyariya esasî ne ew e ku li gorî encama her pêvajoyekê helwestek were girtin, di her şert û mercî de Kurd mîrata xwe ya dîrokî, kapasîteya siyasî û hêza xwe ya rêxistinkirî biparêzin û vê yekê veguherînin zemîneke domdar.
Ji ber ku tiştê ku ji îro ber bi sibê ve were veguhastin ne tenê destkeftî ne, lê di heman demê de hestek rêwerzê, kevneşopiyek têkoşînê û îradeya diyarkirina çarenûsa xwe ye.
Û ev îrade rastiyek bingehîn e ku nikare li ber rehma tu konjonktûrê were hiştin. Û di vê nuqteyê de, rastiyek eşkere ye:
Rêxistina ku bi saya qurbaniyên hatine dayîn û qadên siyasî û civakî yên ku heta niha hatine afirandin hatiye avakirin ne tiştek e ku dikare li gorî her pêvajoyekê were rawestandin.
Berevajî vê, ev rêxistin ne tenê îro lê di pêşerojê de jî garantiya herî bingehîn a hebûna Kurdan e.
Pêvajo dikarin biguherin, hevsengî dikarin biguherin, çarçoveyên siyasî yên nû dikarin derkevin holê. Lêbelê, tiştê mayînde îradeya siyasî ye ku dikare xwe di nav van guhertinan de biparêze û ji nû ve hilberîne.
Ji ber vê yekê, meseleya rastî ne ew e ku pêvajo dê li ku derê pêş bikevin, lê ew e ku meriv çawa di nav van pêvajoyan de bijî.
Ev tenê bi parastina rêxistinê mimkun e. Ji ber ku tiştê ku di dîrokê de mayînde ye ne pêvajo bi xwe ne, lê îradeya siyasî ye ku dikare xwe di nav van pêvajoyan de biparêze û xwe ji nû ve hilberîne.Ji ber vê yekê ye ku, tevî hemû nezelaliyan, pêwîst e ku mirov hesta xwe ya rêwerzê winda neke.
Azadiya Kurdistanê dibe ku ne rastiyek îro be, ne jî ya sibê be, lê bê guman ew ê pêk were. Ji ber ku tiştê ku wê tîne holê pêwîstiyek dîrokî ye ku bi înkarkirinê nayê ji holê rakirin.