Têkiliyên Sûriye û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), bi hevdîtina Ehmed el-Şera bi navê din Ebu Mihemmed Colanî û Trump a ku tê wateya serdana fermî ya ewilî ya pêvajoya normalbûnê, 10’ê Mijdarê li Qesra Spî pêk hat. Dema Tirkiye ku li Sûriyeyê aktoreke girîng e, 10’ê Mijdarê bi merasîmên bîranînê yên Ataturk re mijûl dibû, Colanî bi rêbazeke cuda, bi protokoleke nefermî di deriyê piştê yê Qesra Spî re kete hundir.
Tevî ku ev serdana duyemîn vexwendina fermî digirt nava xwe, Colanî ku piştî 58 salan li ser navê Sûriyeyê tevlî rûniştinên Neteweyên Yekbûyî (NY) bû, jê re pêşwazîkirina dewletê ya fermî nehat çêkirin. Ev yek di etaba ewilî de bal kişand û bû sedema şîroveyên cuda.
Hevdîtina Colanî û Trump berê jî di dema serdana Siûdî Erebistanê de pêk hat û bi Qral Selman re dîmeneke sê kesî dabûn. Di wê hevdîtinê de soz hatibû dayîn ku qanûna Sezar a ku Sûriyeyê eleqeder dike, bê rakirin.
Colanî ku 8’ê Kanûna 2024’an rêveberiya Şamê bi dest xist, gelek serdanên derve pêk anî û hewl da ku ji nasnameya xwe ya cîhadîst-selefî ya li qada navneteweyî navdar bûye, dûr bikeve. Bi vê serdana dawî ya DYE’yê re tê dîtin ku hewldanên wî encam girtiye. Divê mirov diyar bike ku rêya xwe ya ji lîdertiya terorîst heya Serokkomariya Sûriyeyê, bi tena serê xwe derbas nekiriye.
Ji rewşa kesekî ku ji bo serê wî bi 10 milyon dolarê dihat lêgerîn, heya ku ji lîsteya kesên tên lêgerîn hate derxistin. Cil û bergê xwe yê leşkerî yê cîhadîst derxist û bi îmajê cil û bergên taxim û qrawatê li ser navê Sûriyeyê dest bi hevdîtinên dîplomatîk kir. Di rewşa heyî de jî hewl dide ku ji pêkanînên NY, YE û DYE’yê rizgar bibe û bi sifatê Serokkomariyê îmaja Sûriyeyê ya li navneteweyî nû bike.
Dema mirov li wêneyên Colanî yên di dema serdana DYE’yê de li çapemeniyê hatine weşandin dinêre, dikare beşekî naveroka hevdîtinê fêm bike. Qasî ku ji zimanê wêneyên ti eleqeya wê bi naveroka hevdîtinê re tune ye tê fêmkirin, ev hevdîtin zêde di atmosfereke erênî de pêk nehatiye. Di vê hevdîtina ku ji protokola dewletê ya fermî zêdetir weke vexwendina taybet tê şîrovekirin de, Trump gotinên xwe ferz kiriye û Colanî jî bi neçarî qebûl kiriye.
Piştî hevdîtinê Colanî ti daxuyanî neda û ji Qesra Spî çû. Trump jî mîna her car daxuyaniyên ku pesnê Colanî didin, bes dît. Tişta ketî para Colanî tenê daxuyaniya ‘lîderê xurt’ bû.
Têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniyek berfireh nehate dayîn, sedemê vê jî ew e ku tenê ferman ji Colanî re hatin dayîn. Mijarên tên rojevê jî nexşerêya ku ji bo Sûriyeyê hatî çêkirin e.
NAVEROKA HEVDÎTINA COLANÎ – TRUMP
- HTŞ beşdarî koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê bibe.
- Pêkanînên Sezar bên rakirin.
- Ewlehiya Îsraîlê.
- Peymana 10’ê Adarê bikeve meriyetê.
- Bi taybet jî QSD tevlî artêşa Sûriyeyê were kirin.
Ji daxuyaniyên fermî wêdetir, çend sernavên girîng ên nefermî yên ketine çapemeniyê, derketin pêş. Sernava herî girîng: Biryara ku HTŞ tevlî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bibe, hatiye erêkirin. Tevlîbûna HTŞ’ê ya li koalîsyonê belkû weke rewşeke têkoşîna DAÎŞ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê be jî û her çendî ev mîna nakokî xuya bike jî, weke şertê ewilî teqez bûye ku dê di tasfiyeya cîhadîstan de rol bigirin. Maddeya esas a hevdîtinê ev e. Maddeyên din jî ji teferrûatê wêdetir, girêdayî vê şertê ewilî hatiye kirin.
Helbet girîng e ku Sûriye jî beşdarî koalîsyona ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ji nêzî 90 welatan pêk tê, bibe. Divê tevlîbûna Colanî ya ji bo hêza têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê sembolîk nebe, ji bo tasfiyekirina van çêkeran divê bi rola xwe rabe. Biryarek wisa hatiye ferzkirin ku HTŞ yan dê xwe veguhere yan jî were tasfiyekirin. Ev yek weke kar û wezîfeya malê, li pêşiya Colanî ye.
Rojeveke din a vê hevdîtinê jî, qanûnên Sezar e. Kesekî bi nasnav Sezar wêneyên ayîdê 52 hezar kesên ku tê texmînkirin li girtîgehên di dema rejîma Baas’ê de hatine kuştin, derxist derveyî welêt û deşîfre kir û ev qanûn navê xwe ji vir digire. Ev qanûn sala 2019’an weke paketa pêkanîna aboriyê ya berfireh a ewilî ya DYE’yê li dijî dewleta Sûriyeyê ketiye dewrê. Li dijî dewlet, şîrket û kesên ku têkiliya wan bi dewleta Sûriyeyê re heye yan jî dixwazin têkilî çêbikin, pêkanînên aborî pêşbînî dike. Pêkanînên di nava Sûriyeyê de çêbûne, hatin berfirehkirin û welatên derve jî girt nava xwe. Di vî alî de tê wateya pêkanîneke polîtîk a ku peyam dide Rûsya û Îranê jî. Di vê hevdîtina dawî de jî ev qanûn jixwe bi temamî nehatiye rakirin.
Rakirina qanûnên Sezar, girêdayî performansa HTŞ’ê ya di nava koalîsyonê de hate kirin. Demeke 6 mehî (180 roj) ji bo betalkirina qanûnên Sezar, HTŞ xwe îspat bike û testa samîmiyetê demek têrker e. Bi temamî rakirina qanûnê, biryara kongreya DYE’yê dixwaze. Ji bo rakirina vê qanûnê qebûlkirina Îsraîlê jî tê xwestin. Jixwe di kongreya DYE’ê de hevdîtina Colanî û endamê kongreyê yê alîgirê Îsraîlê Brain Mast ku weke astengiya herî mezin a li pêşiya rakirina vê qanûnê tê dîtin, bi hev re poz dayîna wan a qemereyan tê wê wateyê ku berjewendî û ewlehiya Îsraîlê jî hatine garantîkirin
Ev mijara ku di bin sernavê ewlehiya Îsraîlê de hatî nirxandin, di çarçoveya pêşdîtina Îsraîlê de hatiye lihevkirin. Di daxuyaniya rayedarekî Îsraîlê de hate gotin ku Colanî ‘ji ya dihat hêvîkirin hîn baştir derket’. Ev yek nîşan dide ku her çi şert jê re hatibe dayîn, qebûl kiriye. Navbernavên têkildarî vê rojevê tên texmînkirin jî ew e ku Îran û hêzên girêdayî wê ji Sûriyeyê bên tasfiyekirin, ti hewldana (hêza leşkerî û çekên giran) a ji bo Îsraîlê gef li Sûriyeyê pêk neyên.
Mijareke din jî berevajî Tirkiyeyê, encameke nêzî nêrînên Îsraîlê ya derbarê QSD’ê derket holê. Ji ber ku QSD mijara sereke ya ku Tirkiyeyê herî zêde eleqeder dike ye. Wisa dixuyê ku mijara QSD girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê were kirin, di vê hevdîtinê de bi encam bûye. Ji vê re entegrebûna QSD’ê ya li artêşa Sûriyeyê jî tê gotin. Ev mijar demek dirêje di rojevê de ye û bi ti rengî pêk nehatiye. Tevî navbeynkariya Fransa û DYE’yê, di encama fermanên Tirkiyeyê de HTŞ nexwestiye bi ti rengî nêzî peymanê bibe. Tişta tê fêmkirin, têkildarî vê yekê gotineke din a nû tune ye. Herî kêm li ser esasê daxwazên Tirkiyeyê, encamek nederketiye holê.
REWŞA TIRKIYEYÊ
TC ji bo komên cîhadîst-selefî yên ku ew demek dirêj wan xwedî dike tevlî şerê navxweyî bibin û para pir jê bigire bû. Polîtîkayên Neo-Osmanî yên aîdî Ahmet Davutoglu di bin navê "Kûrahiya Stratejîk" de, li Sûriyeyê wêraniyeke mezin afirand. Ev êrîşên dagirkeriyê yên fîîlî bû sedema kûrbûna vê wêraniyê. Bi hevdîtinên Astana û Soçiyê re li gel Rûsya û Îranê hewl da ku wekî aktorekî sereke pêşeroja Sûriyeyê beralî bike. TC li ser bingeha vê siyasetê her çiqasî di aliyê leşkerî, siyasî, dîplomatîk û hwd. xwest çi bike jî di encamê de daxwaz, miraz û xeyalên wî timî nîvco man.
Polîtîkaya derve ya Sûriyeyê ku xwe dispêre dijminatiya Kurdan, bi rejîma Baasê re hilweşiya bû. HTŞ a ku li Şamê bû rêveber bi hewaya serketinê pêşwazî kir. Bi taybetî pir keyfa Hakan Fîdan hat. Hakan Fîdan ê ku serkêşê şerê Sûriyeyê ye û bi gotina “Em ji Sûriyeyê 2 roketan bavêjin Tirkiyeyê û têkevin Sûriyeyê” dahênerê plana qirêj e, li Mizgefta Emewî nimêj kir û li ser Çiyayî Qasiyûnê bi vexwarina çayê li Sûriyeyê temaşe kiribû.
Hakan Fîdan ê ku parêzvanê herî dilsoz ê dijminatiya Kurdan dike, bênirxiya wî di polîtîkaya derve de zû encam da. Dahênanên wî yên li ser dijminatiya Kurdan bê encam man û ew hate asta ku muxtacî Kurdan bibe. Hebûna wî ya di hevdîtinên Sûriye-DYE yên li Qesra Spî de ne tesadufî ye. Xemgînî û şikestina xeyalên wî yên di têkçûna polîtîkayên Sûriyeyê de bi hêsanî di rûyê wî de dihate dîtin.
Mirov dikare civîna Trump-Colanî ji bo Tirkiyeyê wekî dawiya serdemekê û xaleke nû ya werçerxê şîrove bike. Ji bo Tirkiyeyê xala sereke û ya pir girîng a civîna di navbera Colanî û Trump de, bêguman peymana 10’ê Adarê ya di navbera Colani û Mazlum Ebdî de hatibû îmzekirin bû. Di nav vê peymanê de xala derdikeve pêş entegrasyona hêzên çekdar ên QSD-YPG-YPJ’ê ya nava Artêşa Sûriyeyê ye. Lê dema ku li hûrguliyên peymanê dinêre, di gelek mijaran de yekparebûna Rêveberiya xweser a bi hikûmeta Şamê re di nava xwe de vedihewîne. Lê ev peyman di dema hatibû gotin de pêk nehat. Sedema wê jî dijberiya Tirkiyeyê ya li hember pêkhateya Kurd a li Sûriyeyê ye.
Tişta ku Tirkiye herî zêde dixwest ew bû ku hebûna QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wekî pirsgirêk didît ji holê rake. Demek dirêj e ku hebûna fiîlî ji xwe re wekî xeta sor nîşan daye û bi tundî li dijî wê derketiye. Li ser rêveberiya HTŞ'ê zext meşand û li dijî çareseriya bi rêveberiya xweser helwest nîşan daye. Pêvajoya çareseriya ya li Tirkiyeyê aniye asta bingeha noqteya jêderketinê û li ser QSD'ê danîna çekan û teslîmî hikûmeta Sûriyeyê bibe ferz dike. Yanî ji bo ji duaya ku qebûl nebe re bibêje amîn çi ji destê wî hat kir. Tirkiye bi vê peymana ku mijara gotinê ye, ji ber înada kor û nedomandina polîtîkaya derve ya Sûriyeyê hatiye ber dawiyê.
Êdî mecal û halê Colanî nemaye ku talîmatê ji Tirkiyeyê bigire. Ji niha ve berdevkê AKP’ê Omer Çelîk bi gotina “Rewşa çekberdana şaxên PKK’ê yên li Sûriyeyê cuda ye”ji gotinên xwe yên berê paşve gav avêt. HTŞ’ê jî zimanê xwe guhert û dibêje ”Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li gorî şerîatê ye." Lê piştgir, dabînker û xwediyê herî mezin ê DAÎŞ’ê Tirkiye ye. Helwesta li dijî DAÎŞ’ê dijderketina dagirkeriya Tirkiyeyê ye. Bi rastî bi vê peymanê re hinceta dagirkeriyê bi tevahî ji holê rabûye.
Hakan Fîdan ji civîna li Qesra Spî ne dilxweş bû. Lê xemgîniya xwe ya ku têkçûn tehm kiribû danî aliyekî û dayina peyamên ku aqil dide berdewam kir. Heta wî pêşbîniya; "Di encama vê peymanê de, heke bala xwe nedin Durziyên li başûrê Sûriyeyê û Kurdên li bakur, dibe ku li Sûriyeyê parçebûnên kûrtir çêbibin” kir. Lê wekî her carê behsa deverên di bin dagirkeriya xwe de ku Sûriyeyê bi fîîlî parçe kiriye, nekir. Lê niha tekane hêza ku Sûriyeyê parçe dike Tirkiye ye.
Di vê qonaxê ku hatinê de xuya ye ku ev peymana wê teşe bide polîtîkaya nû ya Sûriyeyê, ji niha ve li lingê Tirkiyeyê geriyaye. Ev peyman di heman demê de dibe ku bê wateya jiholêrakirina hinceta QSD'ê ya li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya li Îmraliyê tê meşandin. Ji pêkanîna pêvajoya aştiyê pêvtir ti şenseke din li pêşiya Tirkiyeyê nemaye. Erdogan ku timî li dijî pêkhatiyên Kurd ên li Sûriyeyê zûgotina gefxwarinê, “Gotina Eem ê şevekê ji nişka ve werin, bibe em ê şevekê ji nişka ve biçin” tîne ziman.
LI SÛRIYEYA NÛ KURD
Ev rewşa nû ya di têkiliyên Sûriye-DYE’yê de derketiye holê dibe ku bibe sedema guhertina rola ku ji Kurdan re hatiye destnîşankirin. Kurd heta niha di bin navê QSD’ê de, tenê wekî hêzek operasyonel di nav koalîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de dihatin dîtin. Bêguman, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê amentuya rêveberiya xweser e, lê di avakirina Sûriyeyek nû de heman pozîsyon nayê domandin.
Entegrekirina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Xweparastinê ya ji bo Sûriyeyê, yanî tê wateya tevlî nava sîstemê bikin û bibe şirîkê rêveberiya Şamê. Di vê mijarê de divê wateyên cuda li entegrasyonê neyên barkirin. Entegrasyon, hêzên cuda yên di nava heman sîstemê de wê avaniyên xwe biparêzin û di nava hevsengiyê de bi hev re bixebitin.
Li gorî pêdiviya teamula demokrasiyê, cudahî di nava heman sîstema îdareyê de bên asta lihevhatî. Bêyî ku mijarê kurt û dirêj bikin, li ser mijarên bingehîn ên wekî parvekirina çavkaniyên îdarî, ewlehî û aborî û rêyeke hevpar bê dîtin. Rêveberiya xweser statuya xwe ya fiîlî biparêze û li Şamê xwe temsîl bike. Heman rewş ji bo mijara ewlehiyê jî derbasdar e. Bêyî ku hêzên çekdar û hêzên ewlehiyê yên xwecihî bên belavkirin, di nava qada xwe ya xweser de hebûna xwe biparêzin û bên asta ku bibin parçeyek Sûriyeyê. Bi gotineke giştî sîstema Rêveberiya xweser bibe Sûriyeyîbûn.
Çêkirina destûreke nû di serî de bi hevpeymaniyeke civakî ku hemû çand û baweriyên cuda di nava xwe de dihewîne re wê bi piraniya pirsgirêka ewlehiyê jî çareser bike. Ev ne parçebûn e, berevajî wê qebûlkirina hebûna hev û yekbûna bi dildarî ye.
Divê Kurd bi hemû saziyên xwe di nav sîstema rêveberiya nû ya Sûriyeyê de xwe temsîl bikin. Di çarçoveya têkiliyên Şam-DYE’yê de Kurd, Durzî, Elewî û hemû beşên din hêmanên bingehîn û xwediyên Sûriyeyê ne. Hêzên derve yên mîna Tirkiyeyê dijminkirina pêkhateyê û wê wekî gef dîtin êdî bêwate bûye. Bi îpotekkirina îradeya gelên Sûriyeyê re ne pêkan e ku çareseriyek mayînde û aştî pêk were û ji bilî demokrasiyê vebijarkek din tuneye. Ji bo Kurdan qadek cîdî vebûye. Kurd hêza sereke ku herî zêde dikare vebijarka demokrasiyê li Sûriyeyê bi kar bîne ye. Derfet û firsenda wan heye ku tecrûbeya xwe di vî warî de li seranserê Sûriyeyê belav bikin. Erkek dîrokî li pêşiya wê ye ku di her warî de xwe birêxistin bike û hêza xwe ya danûstandinê xurt bikin da ku rehên kûr li vê erdnîgariyê deynin.
Sûriye hîn di qonaxa destpêkê ya pêvajoya avakirina nû de ye. Ji ber vê yekê parastina statuya heyî û neketina nava rehawetê pir girîng e. Ne rast e ku bi bendê bin ku aramî zû pêk were. Gefên êrîşkariyê hîn bi tevahî ji holê ranebûne. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bandorê li erdnîgariya Kurdan dike, di vî warî de pozîsyona Rêveberiya xweser di nav Sûriyeyê de pir girîng e.
DI ENCAMÊ DE
Mijarên ku di civîna Colanî-Trump de hatine destgirtin, divê wekî parçeyek ji polîtîkayên herêmî yên ku di teşedayina Sûriyeyeke nû de, berjewendiyên DYE-Îsraîlê didin pêş, werin dîtin. Di çarçoveya ewlekariya rêyên bazirganî enerjiyê û di bin projeksiyona projeyên nû di vê mijarê de ku wê teşe bide polîtîkayên herêmî bên bicihanîn û bi vî awayî wê lingê Sûriyeyê bê çareserkirin.
Ji avabûna dewleta Sûriyeyê û heta niha cara yekem ku wê bikşînin mîhwera Amerîkayê ku ev tê wateya teşedayina polîtîkaya nû ya derve. Divê were zanîn ku Sûriye tenê ji Sûriyeyê pêk nayê. Ev xwedî pozîsyoneke ku welatên Ereban jî eleqedar dike. Divê bandorên guhertina mîhwera Sûriyeyê li qadê û li herêmê ji her alî ve werin hesabkirin.
Çawa ku pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê bandorê li welatên têkildar dike, heman rewş ji bo welatên Ereb jî derbasdar e. Ew di mijarên aborî, bazirganî û ewlehiyê de jî roleke kîlît dilîze. Ji ber vê yekê, li şûna ku encamên vê civînê tenê wekî mijareke fikara Sûriyeyê werin dîtin, divê di aliyê tevahiya herêmê de bê destgirtin û bê nirxandin. Divê mirov Sûriyeyê bi mijarên bingehîn ên wekî plana Xezeyê ya DYE’yê, pirsgirêka Hizbullaha Lubnanê, pirsgirêka Heşdî Şebî ku Îranê li Iraqê temsîl dike û pêşeroja Îranê bigire dest.
Rola HTŞ’ê di hevkêşeya nû ya Sûriyeyê ya bilîze ne pêkan e ku ji niha ve were texmînkirin. Divê pêşî bi jiholêrakirina komên selefî yên cîhadîst ên li Sûriyeyê dest pê bike. Heta ku Sûriyeyeke pirrengî neyê avakirin, ne pêkan e ku Sûriye bi polîtîkayên herêmî yên ku ji hêla DYE û Îsraîlê ve têne pêşbînîkirin were rûniştandin.
Civîna Qesra Spî lihevkirina Sûriye-DYE wêdetir, wekî civîna ku eyarê bidin Colanî derbasî qeydan bû. Heman eyar dane Tirkiyeyê jî. Neçar man ku nêzîkatiya xwe ya li hember hebûna Kurdên li Sûriyeyê biguherînin. Ji bo têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re di ber çavan de derbas bike ezmûna malê danê.
Pêwîst e were dîtin ku hevsengiya hêzê ya herêmî peyderpey wê biguhere û wê rola aktorên din ên herêmî ji nû ve werin belavkirin. Êdî rêxistinên li derveyî sîstemê disekinin, avahiyên rêxistinî û heta netewe dewletên ku nayên qebûlkirin û bi awayekî tevlî pergalê bên kirin (bên entegrekirin) hatiye asta jêveneger. Çareseriyên bi rêya entegrekirinê yan jî li ser bingeha tundiyê hatine asta jêveneger. Dewletên mîna Tirkiye, Îran, Qatar û Temenê ku xwedîtiya pêkhateyên derqanûnî yên mîna cîhadîst-selefî, Hamas, Hizbullah û Heşdî Şebî dikin, bi ferzkirina guharandina polîtîkayên xwe re rû bi rê ne.
Di civîna Colanî-Trump de berjewendiyên DYE-Îsraîlê derket pêş. Hegemonyayeke nû ya herêmî tê avakirin. Sûriye jî di ser Colanî re tevlî vê lîstikê hate kirin.