Li Qibrisa Bakur hilbijartin hatin kirin. Ersîn Tatar ê ku berê AKP’ê piştgirî dida wî, bi ferqeke mezin winda kir. Tûfan Erhurman ê ku nû hate hilbijartin, diyar kir ku wî ji bo çareseriya Qibrisê federasyon qebûl kiriye. Devlet Bahçelî beriya ku hilbijartin werin eşkerekirin, got ku bila parlamentoya Tirk a li Qibrisê bi lez kom bibe û biryara îlheqkirina ji Tirkiyeyê re bistîne. Eşkere ye ku wê ev daxuyanî bihata rexnekirin. Piştre Bahçelî îzah kir ku çima ev daxuyanî daye. Li gorî wî ger federasyon were qebûlkirin, wê yên li Sûriyeyê ji vê yekê cesaretê bistînin û ew ê li wir belav bibin!
Weke tê zanîn Qibris, dewleteke endamê NY û YE’yê ye. Ji sala 1974’an ve ye bakurê giravê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Berê aliyê Tirkan daxwaza federasyonê dikir. Ev daxwaz nedihat qebûlkirin. A niha Rûm qebûl dikin lê belê aliyê Tirkan vê yekê qebûl nakin. A rastî divê mirov nebêje aliyê Tirkan. Tirkên li vir qebûl dikin ku li gel Rûman bijîn. Aliyê ku qebûl nake dewleta Tirk e. Kenan Evren piştî derbeyê ew der weke dewleta Tirk a Bakurê Qibrisê pênase kir. Ji wê demê ve ye jî ev biryar veguheriye polîtîkaya fermî a Tirkiyeyê. Evren qanûna bingehîn a derbeyê jî amade kir. Heya niha bi qanûna bingehîn a derbeyê tê birêvebirin. Dinya guherî, Kenan Evren ew mirin lê belê pirsgirêkên li dû xwe hiştine hê jî bandorê li jiyana gelên Tirkiyeyê dikin.
KKTC, dewleteke wisa ye ku ji aliyê Kenan Evren ve hatiye avakirin! Li seranserê cîhanê tu derbasdariya wê tune ye. Ji bilî dewleta Tirk tu kes nas nake. Ew der bi pereyên gelên Tirkiyeyê tê fînansekirin. Ji ber vê yekê ji Tirkiyeyê re barekî giran e. Lê belê Tirkiye karên xwe yên pereyên qirêj li wir dike. Li wir yasayên navneteweyî û hwd. derbasdar nînin. Ya ji aliyê aborî ve pêşketî û li cihanê tê naskirin Komara Qibrisê ye. Tirkiye çima dev ji vê dagirkeriyê bernade? Mantiqa dabeşkirina girava biçûk û ji wir avakirina dewleteke cuda çi ye? Ev mijarên dirêj in û divê cudatir werin nîqaşkirin.
Sedema vekirina van mijaran mantiqa piştî hilbijartinê têkilî avakirina pisgirêkên Bahçelî yên bi Kurdan û wan re ye. Zîhniyeteke wisa pêşketî ye ku divê li seranserê cîhanê gelê Kurd tu caran nebe xwediyê nasname û hebûnekê! Ev zîhniyet xwe di hemû geşedanan de nîşan dide. Tirkiye, Şertê Şaredariyên Xweser ên YE’yê îmze nake. Sedema wê ew e ku îhtimala heye ku Kurd wê şaredariyan bi dest bixin. Li gorî vê Kurd dikarin di şaredariyan de rêveberiyan bi dest bixin û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Dîsa Peymana Mafên Zarokan a NY’ê îmze nekirin. Li wir jî mafên zarokan ên xwendina bi zimanê dayikê û hwd. hene. Bi kurtasî xwe nêzîkî tu peymanên ku xizmeta maf û hebûna gelê Kurd bike, nakin. Ev jî kêmasiya bêpariya Tirkiyeyê ya ji demokrasiyê nîşan dide.
Tirkiyeya ku Qibris dabeş kiriye û dewlet ava kiriye, li Sûriyeyê ji bo ku Kurd nebin xwediyê statuyekê ya ji destê wê tê, dike. Her wiha Kurdan li Sûriyeyê tu caran daxwaza dewleteke cuda û cihêbûnê nekir. Di serdema rejîma BAAS’ê de jî piştgirî didan yekîtî û çareseriyeke demokratîk. Heman xeta xwe li hemberî hikûmeta heyî jî diparêze. Lê belê weke berê înkarkirin û asîmîlekirina bi rêya tunekirinê qebûl nakin. Ew Sûriyeyeke demokratîk ku hebûna wan misoger bike û mafên wan di destûra bingehîn de biparêze dixwazin. Ev daxwaz di heman demê de xizmeta pêşketina demokrasiyê li tevahiya Sûriyeyê dikin û wê yekîtiyê xurt bikin. Lê Tirkiye li dijî vê yekê bahozê radike. Her tim Kurdan weke hêzeke dabeşker nîşan daye. Ereban li dijî Kurdan provoke dike. Ji bo li herêmê bêîstîqrarî pêş bixe û veguherîne gola xwînê tevdigere.
Dewleta Tirk ji bo pêşî li Kurdan bigire bi Rûsyayê re li hev kir û Efrînê dagir kir. DYE’yê vê yekê erê kir. Li Efrînê qirkirina etnîkî pêk anîn. Piştre bi Trûmp re li hev kirin û herêmên mîna Serêkaniyê dagir kirin. Artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de hê jî li van herêman in. Rejîma Baas hilweşiya, lê niyeta artêşa Tirk nîne ku vekişe. Ew naxwaze li ser vê mijarê nîqaş jî bike. HTŞ'ê bi temamî xwe teslîmê Tirkiyeyê kiriye. Ji bo bidawîbûna dagirkeriyê devê xwe jî venakin. Tirkiye di her şert û mercî de piştgiriyê dide wan. Tirkiye hewl dide wan bixe bin kontrola xwe û nehêle bi Kurdan re lihevkirinek çêbikin û mafên wan bên naskirin.
Dewleta Tirk li Sûriyeyê li dijî Kurdan bi hêzên mîna DAÎŞ û El Nusra re îtîfaq çêkir. Bi rengekî eşkere an jî girtî hemû rê û rêbaz ceribandin. Niha jî bi taybetî eşîrên Ereb birêxistin dike, proveke dike û hewl dide di navbera Kurd û Ereban de şer derbixîne. Wezîrê Karên Derve yê Tirk di daxuyaniyên xwe de yên ji çapemeniyê re bêyî dudilî bibe dibêje qaşo 'PKK'ê herêmên mîna Dêrazor dagir kiriye û hêzeke mêtinger e'. Di aliyê berovajîkirina rastiyan de kesek mîna wan pispor nîne! Mîna ku em li gerstêrkeke din bin, diaxivin. Ev herêm ji aliyê QSD'ê û hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Ev herêm hatin rizgarkirin. Ew xwe bi awayekî demokratîk birêve dibin. Piraniya hêzên QSD'ê jî ji zarokên Ereban pêk tên.
PKK’ê hebûna xwe bi dawî kir, biryar da ku dev ji têkoşîna çekdarî berde. Lê belê dewleta Tirk hê jî ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bi dest nexe, serî li senaryoyên bixwîn dide. Ger xwişk-biratiya Kurd-Tirkan wisa be, dijminahî wê bi awayekî eşkere komkujî be!
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka