Saleke hikûmeta veguhêz û paşeroja ne diyar ya Sûriyeyê
Tevî ku salek li ser desthilata Ehmed el Şera re derbas bûye jî lê belê hê jî paşeroja Sûriyeyê ne diyar e bê ka wê çi bibe. Di nava xwe de sed parçe û sed kom in.
Tevî ku salek li ser desthilata Ehmed el Şera re derbas bûye jî lê belê hê jî paşeroja Sûriyeyê ne diyar e bê ka wê çi bibe. Di nava xwe de sed parçe û sed kom in.
Di 8’ê Kanûna 2024’an de Rejîma BAAS a Sûriyeyê piştî 61 salan hilweşiya. Çekdarên HTŞ’ê di çarçoveya planeke navneteweyî de roja 27’ê Mijdarê ji Îdlibê berê xwe dan Helebê û di nava 10 rojan de li Şamê li ser desthilatê rûniştin.
Ji Adara 2011’an bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, Hizbullaha Libnanê û Îranê û paşê jî sala 2015’an bicihbûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê, van hêzan rejim parastin û nehiştin hilweşe. Îran û Hizbullahê ku li hember êrişên Îsraîlê derbên giran xwarin, bandora xwe ya li Sûriyeyê winda kirin û bi vê yekê re textê rejimê jî hejiya. Rûsyayê jî ku bi Rejîma BAAS’ê re peymanên 50 salî îmze kiribûn, nikaribû êdî vê rejimê biparêze û ji bo berjewendiyên xwe jî guncaw nedît.
Ji bo çekdarên HTŞ’ê ku ji sala 2014’an ve Îdlib dagir kiribûn, rêya desthilatê xuya kir. HTŞ di lîsteya terorê ya Emerîka, Îngilistan û gelek welatan de bû. Dîsa Emerîkayê 10 mîlyon dolar danîbû ser serê Colanî ku wê demê serçeteyê HTŞ’ê bû. Lê belê ji nişka ve bi plansaziya Îngilistan û Emerîkayê, dîsa bi piştgiriya Rûsya û Tirkiyeyê ev kom xistin nava tevgerê. Lê belê eşkere bû ku demeke dirêj ev kom ji bo vê yekê amade dikirin. Dem çû û dewran guherî. Vê gavê Mihemed el Colanî bû Ehmed el Şera û bû serokê dewletê yê Sûriyeyê.
Salek li ser vê pêvajoyê re derbas dibe. HTŞ ji lîsteya terorê hate derxistin, xelata ku ji bo kuştina Colanî hatibû veqetandin hate betalkirin. Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê hate avakirin û Ehmed el Şera bû serokê wê. Lê belê di nava vê sala derbasbuyî de vê hikûmeta veguhêz ezmûneke gelek xirab li Sûriyeyê da û ji bo pêşeroja welat gelek guman û fikarên mezin xiste dilê gel û pêkhateyên welat. Hê di rojên destpêkê de bi serxweşiya desthilatê û bi dirûşmên nijadperest berê êrişên xwe dan ser pêkhateyên din. Pêşî Elewî û paşê jî Durzî kuştin, cih û warên wan talan û wêran kirin. Eger hêza wan têrê bikira wê bi wê serxweşiya serketina li van herêman berê xwe bidana herêmên Kurdan jî. Qaşo her çendî bûne hikûmet jî lê nikarin nasname û kevneşopiya xwe ya ku jê hatine, veşêrin. Jixwe bi al û nîşanên DAIŞ’ê ketibûn nava Şamê.
Tevî ku salek li ser desthilata Ehmed el Şera re derbas bûye jî lê belê hê jî paşeroja Sûriyeyê ne diyar e bê ka wê çi bibe. Di nava xwe de sed parçe û sed kom in. Hemû jî bi salan bi zîhniyeta selefî û cîhadê hatine perwerdekirin. Çand, nasname û baweriyên din nas nakin û rêzê li wan nagirin.
Dewleta Tirk ya dagirker rola xwe ya bêyom ya di dema Rejîma BAAS’ê de, di vê demê de jî didomîne. Eger em bibêjin niha dewleta Tirk Şamê bi rê ve dibe wê ne mubalexe be. Ji ber xeyala xwe ya nimêja li mizgefta Emewîyan pêk anîn. Niha astengiya herî mezin ya li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyeyê dewleta Tirk e. Sedema vê yekê jî dijmintiya li dijî Kurdan e. Eger dewleta Tirk dest ji vê rola xwe ya xirab berde û bi nêzîkatiyeke erênî rabe wê pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe.
Di nava vê salê de bi Peymana 10’ê Adarê re di navbera Rêveberiya Xweser-Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de gelek danûstandin hatin kirin. Li gorî daxuyaniyên QSD’ê û Rêveberiya Xweser heta niha di encama van hevdîtinan de tu lihevkirineke fermî pêk nehatiye. Tevî daxwazên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên têkildarî avakirina pergaleke demokratîk û nenavendî jî hikumeta veguhêz li ser daxwazên dewleta Tirk jî tesfiyekirinê ferz dike. Li şûna avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî entegrasyona QSD’ê ferz dikin. Hêzên navneteweyî jî di nava vê salê de ji bo Sûriyeyê xwedî projeyeke şênber nebûn. Her çendî dixwazin rewabûnê bidin desthilata heyî jî lê belê ji bo siberoja Sûriyeyê çi difikirin nayê zanîn. Lê xuya ye wê Sûriye hê demeke dirêj bibe mijara bazarî û têkoşîna hêzên herêmî û navneteweyî.