Rejîma Şamê nikare Sûriyeyê bi rê ve bibe

Niha herkes vê pirsê dike; rejimeke ku pirrengî û nêrînên cuda qebûl nake, wê çawa welat bi rêve bibe? Helbet bi vê zêhniyet û siyaseta nijadperest û mezhebperest di rewşeke ji ya rejima Baasê paşdetire û nikare welat bi rêve bibe.

8’ê Tebaxê Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Ji xwe nav li ser e, gelên herêmê derbarê paşeroja Sûriyê û daxwazên xwe de helwesta xwe eşkere danîn holê. Ev gava ku hate avêtin di asta netewî û navnetewî de gelek deng veda û bertekên cuda hatin nîşandan. Vê konferansê herî zêde jî bala Tirkiyê û rejima Şamê kişand.

Helbet şer û aloziya ku ji sala 2011’an ve dewam dike, wê bi rêbazên demokratîk û danûsandinê çareser bibe. Sedema ewqas kuştin, koçberî û malwêraniyê siyaseta desthilatdar ya rejima Baasê ya dij-demokratîk û otorîter bû. Israra di vê zênhiyetê de dawiya rejima Baasê anî. Rejima niha jî ku zêdeyî 8 meh in hatiye ser desthilatê dixwaze heman rêbaza rejima berê bidomîne. Çend sedemên sereke yên vê nêzîkatiya rejima Şamê hene. Yek; bandora Tirkiyê û siyaseta wan a dijber ya li dijî Kurdan û hemû gelên Sûriyê, du; zêhniyeta îslama radîkal û mezhebparêz, sê; ne zelaliya siyaset û helwesta hêzên navnetewî ya li hemberî Sûriyê.

Piştî hilweşîna rejima Baasê gelên Sûriyê li bendê bûn ku êdî aloziya li welat bi dawî bibe û çareseriyeke demokratîk û aştiyane pêk were. Lê êrişên rejima Şamê yên li dijî Elewî û Durziyan di hêzên der û hundir de rê li ber fikarên mezin vekir û hişt ku herkes kumê xwe deyne pêş xwe û careke din bifikire. Niha herkes vê pirsê dike; rejimeke ku pirrengî û nêrînên cuda qebûl nake, wê çawa welat bi rêve bibe? Helbet bi vê zêhniyet û siyaseta nijadperest û mezhebperest di rewşeke ji ya rejima Baasê paşdetire û nikare welat bi rêve bibe.

Rêveberên rejima nû ya Şamê ji sala 2013’an ve bi desthilata AKP’ê û MÎT’ê re di nav hevde jiyan e. Ji xwe kesê bi navê Esed Şîbanî ku buye wezîrê karên derve li Tirkiyê xwendiye. Heta asteke girîng dewleta Tirk bandorê li wan dike. Dewleta Tirk a ku di mijara dosya Sûriyê de ji aliyê hêzên navnetewî ve heta astekê hatiye bê bandorkirin, ne ji bo çareseriyê, li dijî çareseriyê dixebite. Rola xwe ya xirab ya di civînên Cenevê û Astanayê de, li dijî civîna Parîsê jî didomîne. Her çendî rejima Şamê sedema beşdarnebûna xwe ya li civîna Parîsê Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bide jî lê rastî cuda ye û herkes jî dizane. Rojek beriya konferansê ango 7’ê Tebaxê bi çuyîna wezîrê Tirk Hakan Fîdan a Şamê ev bîryar hate dayîn.

Vê gavê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergeleke demokratîk ya ku 13 sal in hatiye avakirin heye. Û ev pergala demokratîk ji bo Sûriyê û hemû Rojhilata Navîn jî mînakeke azadî û çareseriyê ye. Dibe ku gelê Siwêdayê di demên pêşde xweseriya xwe ragihînin. Piştî ewqas komkujî û kirinên dermirovî rewşa herêmên Elewî û Durziyan nema dikare weke berê bimîne. Dîsa wê başûrê Sûriyê bi temamî di bin seweriya Îsraîlê de bimîne. Tevî vê rastiya berbiçav jî di zêhniyeta rejima Baasê de israr kirin wê di demeke nêzîk de dawiya vê rejimê jî bîne.

Ji xwe rewabûna vê rejimê jî hem ji hêla gelên Sûriyê û hem ji hêla navnetewî de hê ji rojên destpêkê de buye mijara gotubêjê. Ji bo ku ev rejim li ser pêyan bimîne û bikaribe welat bi rêve bibe tenê rêyek li pêşiyê heye, ew jî wê cudahiyên Sûriyê ên çand, ziman, mezheb û hwd, qebûl bike. Wê mecbûrî êdî qebûl bike ku Sûriye bi pergaleke navendî nema dikare were bi rêvebirin. A herî girîng jî wê destê aştiyê û çareseriyê dirêjî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û ji ezmûna wan û çanda demokratîk feydê bibîne. Ji derveyî vê, wê bi aqilê dewleta Tirk nikaribe ji binê bîrê derkeve.