Polîtîkayên ku bi Başûrê Kurdistanê dide windakirin

Li Başûrê Kurdistanê PDK bi nêzîkatiyeke navendîparêz dixwaze rêveberiya giştî û hatineya aboriyê ya Herêma Kurdistanê kontrol bike, YNK jî parvekirineke bi hevsengî û parastina xweseriya herêma xwe ji xwe re dike armanc.

DOSYAYA PARTIYÊN BAŞÛR

Li Başûrê Kurdistanê hikumet ava nabe, bandora krîza hilbijartina serokkomariyê diyar dibe, hilweşîna aboriyê gel bêhtir xizan dike û rageşiya nava Kurdan hîn sor dike. Tabloya li Başûr li lnava sîstemeke nû ya Rojhilata Navîn ku şer dewam dike, hevsengiyên hêzê guherîne û tifaqên nû ava dibin, destê Kurdan li Iraqê lawaz dike.

Nakokiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ku ji salên 1970'î û vir ve dewam dike, li her qada jiyanê xwe nîşan dide. Lê belê ji ber ku PDK bi hevkariya dewleta Tirk budçeya federal li gorî xwe bi rê ve dibe, çavkaniyên aboriyê pêşkêşî rantê dike û mafên siyasî yên YNK'ê desteser dike, Başûrê Kurdistanê bi pêvajoyeke zehmet re rû bi rû dihêle.

Di vê dosyaya xwe de ku em ê encamên ji ber krîzên bi sedema PDK'ê rû dane binirxînin, em ê dîmenekî radixin pêş çavan bê gel her roj çawa ber bi felaketê ve tê dehfdan.

HIKUMET 18 MEH IN NIKARE AVA BIBE

Li Başûrê Kurdistanê di 20'ê Cotmeha 2025'an de hilbijartinên parlamentê hatin kirin. Li gel ku 18 meh di ser re derbas bûne hîn jî hikumet nekariye bê avakirin. Diviyabû wezîr ji nû ve bihatina diyarkirin û serok bihata hilbijartin. PDK û YNK'ê ji bo parvekirina wezîfeyên navborî gelek caran hevdîtin kirin, lê belê negihîştin encamekê.

Di hilbijartinê de PDK'ê 40, YNK'ê 23, Nifşê Nû 16, Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) 7, Helwest 3, Bereya Gel 2, Goran û Komal 3 kursî bi dest xistibûn.

PDK'Ê PÎVANA SEROKKOMARIYÊ CAREKE DIN BINPÊ KIR

Lihevnekirina herdu partiyan 11'ê Nîsanê di hilbijartinên serokkomariyê de xwe nîşan da. Namzetê Serokkomariya Iraqê divê ji YNK'ê be; lê belê PDK'ê ev pîvan bipê kir û Wezîrê Karên Derve Fuad Hisên li hemberî Nizar Amêdî yê YNK'ê kir namzet. Amêdî bi 227 dengan bû Serokkomarê nû yê Iraqê, Hisên tenê 16 deng wergirt. PDK'ê îdîa kir ku pêvajoya 'Li dijî rêziknameya navxweyî û li dijî qanûnê' ye û ragihand ku ew Amêdî weke "Nûnerê piraniya Kurdistanê" nabîne. Her wiha bang li nûnerên xwe yên li Bexdayê hemûyan kir ku vegerin Hewlêrê. Ev rewş bûyera Hoşyar Zebarî ya sala 2022'an bi bîr xist.

Li Iraqê piştî Destûra Bingehîn a 2005'an kevneşopiyeke siyasî ava bûye. Meqamê Serokkomariyê ji Kurdan re hatiye veqetandin; li gel ku sembolîk e xwedî pozîsyonee ji erkên destûra bingehîn e. Ev meqam ji sala 2005'an û pê ve bi giranî bi namzetê YNK'ê tê dagirtin, di berdêla wê de jî Serokatiya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistnê ji PDK'ê re tê hiştin. Ev lihevkirin ji bo wê yekê bû ku partiyên Kurd li Bexdayê xwedî temsîliyeteke hevseng bin, di pêvajoyên avakirina hikumeta neteweyî de 'blokeke Kurd' a hevpar bê avakirin û hevrikiya navvxweyî bê kêmkirin. Lê belê PDK du hilbijartin e li gorî vê lihevkirinê tevnagere. Ji xwe di sala 2022'an de PDK'ê Wezîrê Karên Derve yê berê û Wezîrê Maliyeyê Hoşyar Zebarî weke namzetê serokkomar nîşan dabû. Vê gavê li gel hewldana desteserkirina mafê namzetiyê yê YNK'ê her wiha pêvajoya siyasî ya li herêmê xitimmandi bû.

Li ser vê yekê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bi hinceta ku ji bo hilbijartinê têrker nîne namzetiya Zebarî betal kiribû. Ji ber ku Zebarî ji sala 2016'an û pê ve bi nûçeyên li ser nelirêtiyê ketibû rojevê. PDK wê demê li gel ku mafê xwe nebû jî îdîa kiribû ku biryar 'siyasî' ye û bi Tevgera Sadr û blokên Sûnî re bûbû yek û rûniştina 7'ê Sibata 2022'an boykot kiribû. Krîza siyasî bi mehan dewam kir, avakirina hikumetê dereng ket û temsîliyeta federal a Kurdan lawaz bû bû. Lê belê pêvajo di vir de bi dawî nebû, PDK'ê vê carê li hemberî namzetê YNK'ê Berhem Salih piştgirî dabû namzetê 'serbixwe' Abdullatîf Reşîd. Reşîd li gel PDK'ê her wiha piştgirî ji Nûrî Malîkî wergirt ku li bloka Şîa bi bandor e.

PDK'ê heman poltîka di 11'ê Nîsanê de jî meşand. Wezîrê Karên Derve Fûad Hisên kir namzet. Çavberdana PDK'ê li vê kursiyê bêguman hevrikiyeke ji rêzê nîne. Erka vetoyê û serfermandariya artêşê ya Serokkomariyê pozîsyona Kurdan a li Bexdayê diyar dike.

WALÎTIYA KERKÛKÊ RADESTÎ TIRKMENAN HATE KIRIN

Statuya bi nîqaş a Kerkûkê ku dewlemendê petrolê ye, di her hilbijartinê de dikeve rojevê. Kerkûk li gorî xala 140'î ya Destûra Bingehîn a Iraqê di statuya 'herêm cihê nîqaşê' de ye. Statuya wê divê bi asayîbûnê, jimartina nifûsê û referandûmê diyar bibe, lê belê aqûbeta xwe hîn jî nediyar e. Ev pêvajo diviyabû di sala 2007'an de bi dawî bibûya; lê belê li gel 20 salên di ser re derbas bûne hîn jî temam nebûye. Li bajêr di navbera salên 2005 û 2023'an de hilbijartinên meclîsa bajêr nehate kirin. Di hilbijartinên 18'ê Kanûna 2023'an de li meclîsa bajêr a ji 16 kursiyan YNK'ê 5, PDK'ê 2 û Eniya Tirkmen jî 2 kursî bi dest xistin.

Di Tebaxa 2024'an de Serokwezîr Mûhammed Şiya es-Sûdanî li Bexdayê di rûniştina siyasî de ragihand ku krîza Kerkûkê heta astekê çareser bûye. Ji 16 endamên meclîsê 9 tevlî bûn: Ji koalîsyona nêzî YNK'ê 5, ji bloka Ereb 3 endamên Ereb û ji Tevgera Babilê jî endamek. 2 endamên PDK'ê, 2 endamên Eniya Tirkmen û 3 endamên Ereb beşdariya li rûniştinê red kirin. Bi beşdariya 9 endaman Rebwar Taha bû walî, Îbrahîm Mûhammed el-Hafiz jî bû serokê meclîsê.

Di rewşa heyî de yanî walîtiya Kerkûkê ji bo salekê ji Tirkmenekî re hate dayin. Pêwendiya vê yekê yekser bi hilbijartinên Serokkomariyê yên 11'ê Nîsanê re heye. Di Tebaxa 2024'an de hilbijartina Rebwar Taha yê YNK'yî weke waliyê Kerkûkê ji aliyê PDK, komên Tirkmen û hin komên Ereb ve weke 'ne qanûnî' hatibû dîtin. YNK'ê wê demê bi tifaqa Teqedûm (Halbûsî) ya Sûnî re tifaq kir û walîtî bi dest xist. Li Nînowayê jî bi hêzên Ereb re hevkarÎ kir û di hilbijartinên meclîsa bajêr ên dawî de hejmara endamên xwe yên hilbijartî bi du qatî zêde kir.

Di Nîsana 2026'an de jî guhertina walîtiya Kerkûkê kete rojevê. Di hilbijartinên 16'ê Nîsanê de PDK'ê boykot kir û îdîa kir ku "Kerkûk radestî Ereban hatiye kirin" û "Hilbijartin xizmetê ji polîtîkaya Erebkirinê re dike". Meclîsa Bajarê Kerkûkê li hev civiya û Mûhammed Seman Aga weke walî tayîn kir, Rebwar Taha jî weke alîkarê walî wezîfedar kir. Li gorî lihevkirina YNK û Tirkmenan tê payin ku ji YNK'ê re qeymeqamiya navendî, qeymeqamiya Daqoqê, midûriyeta polîsan û wezîfeya alîkariya walî bê dayin. Serokê Eniya Tirkmen Mûhammed Seman Aga beriya hilbijartinê bi lîderê YNK'ê Bafel Talabanî re hevdîtin kiribû. YNK û Eniya Tirkmen li hev kirin û Waliyê Kerkûkê Rebwar Taha îstifa kiribû.

Dema ku mirov ji nêz ve bala xwe bidin ser meseleya Kerkûkê dibîne ku li gorî dilê PDK'ê bûye ku bi dewleta Tirk re di nava hevkariyeke nêz de ye. Ev rewş li stratejiya Kerkûkê ya demdirêj a PDK'ê tê. PDK'ê ji aliyê dîrokî ve piştgirî da Tirkmenên li Kerkûkê û bi vî rengî têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re xurt kir û hewl da serweriya YNK'ê ya li herêmê kêm bike.

Waliyê Tirkmen yekser li polîtîkaya dewleta Tirk a têkildarî Kerkûkê tê. Dewleta Tirk bi salan e hewl dide bi rêya Eniya Tirkmen a li Iraqê xetên enerjiyê ji bo xwe ewle bike. Li aliyê din dema ku mirov têkiliyên leşkerî, aborî û dîplomatîk ên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re bînin ber çavan, ev rewş destê wê xurt dike.

PETROL HEYE LÊ GELÊ XWE XIZAN E

Hatineya aborî ya herî mezin a Başûrê Kurdistanê ji petrolê ye. Lê belê hilberîn bi giranî li herêmên Hewlêr û Dihokê ye ku di bin kontrola PDK'ê de ye. Ev yek jî tê wateya hilberîneke ji sedî 80 ya rojane. Li herêmên YNK'ê ev par gelekî kêm e. KAR Company a li Hewlêrê, DNO ya ji Norwêcê ya li Dihokê, Gulf Keystone ya li herêmên Taq Taq û Şeyhan ên navbera Hewlêr û Kerkûkê, HKN Energy bi giranî li herêmên di bin kontrola PDK'ê de ne.

Têkiliya nêz a PDK'ê ya bi dewleta Tirk re di lihevkirinê petrolê de jî li pêş e. Mînak rojane ji Kerkûkê 250 hezar warîl petrol ji Kerkûkê ber bi Bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê tê herikandin. Ev yek jî tê wateya bersivdana li pêwîstiya petrolê ya ji sedî 20'î ya dewleta Tirk a rojane.

Ev sîstema di bin kontrola Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya PDK'ê de ye, hatineyê dide rêveberiya ji navenda Hewlêrê. Şîrket piştî ku heqê her warîlê dide, hatineya mayî jî diçe budçeya YNK'ê. Lê belê cihê nîqaşê ye bê belavkirin çiqasî adîl e. Herêmên PDK'ê destpêkê sûdê jê werdigirin, lê li Silêmaniyeyê ya YNK'ê di binesazî, mûçe û xizmetê de kêm dimîne. Li gel vê yekê jî li herêmên di bin kontrola PDK'ê de ne xizanî, krîza aboriyê û hilweşîna civakî mezin dibe. Ji ber ku hatine bi rengekî wekhev nayê belavkirin, gel bi salan e di nava mercên zehmet de ye.

'HEVRIKIYA' KU NAYÊ BIDAWÎKIRIN

Ji bo rageşiya siyasî ya navbera PDK û YNK'ê bê fêhmkirin divê mirov bala xwe bidin ser piştperdeya dîrokî. Ev rageşî di sala 1975'an de destpê kir ku Celal Talabanî ji PDK'ê cuda bû ku PDK sala 1946'an bi pêşengiya Mele Mistefa Barzanî ava bû. Di dema têkoşîna hevpar a li dijî rejîma Saddam Huseyîn de jî rageşiyê dewam kir. Di salên 1990'î de ev rageşî veguherî şer. Di şerê navbera salên 1994 û 1998'an de bi hezaran kes mirin, bi hezaran neçar man koç bikin û Başûrê Kurdistanê bi rengekî pratîkî bû du parçe.

Di sala 1998'an de bi Peymana Washingtonê re agirbest pêk hat û bi Destûra Bingehîn a Iraqê re ya sala 2005'an hate amadekirin Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê fermî bû. Di vê demê de 'formula parvekirina hêzê' kete dewrê. PDK'ê bi giranî Hewlêr û Dihok, YNK'ê jî Silêmaniye kontrol kir. Lê belê di salên 2010'an de nîqaşên li ser hatineya petrolê, yekkirina hêzên pêşmerge, rêveberiya Kerkûkê û kota li hilbijartinên parlamentê rageşî jinûve mezin kir. Bûyerên piştî referandûma serxwebûnê ya 2017'an qewimîn û piştî hilbijartinên 2022 'u 2024'an avanebûna hikumetê, weke pratîka hevrikiya bi salan dikare bê dîtin.

DU FERASETÊN CUDA

Lihevnekirina esasî ya herdu partiyan li ser parvekirina desthilatdariyê, belavkirina çavkaniyan û serweriya herêmî ye. PDK bi nêzîkatiyeke navendîparêz dixwaze rêveberiya giştî ya Herêma Kurdistanê, hatineya aboriyê kontrol bike. YNK jî parvekirineke hevsengî û parastina xweseriya herêma xwe ji xwe re dike esas. PDK di têkiliyên derve de bi giranî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, YNK jî bi Îran û komên Şîa yên li Bexdayê re têkiliyê datîne û stratejiya parastina avaniya xwe dimeşîne; ev yek jî hêza muzakereyê ya Kurdan a li nava hikumeta federal kêm dike. Ewlehiya Başûr jî li pêşberî aktorên derve yên weke dewleta Tirk û Îranê lawaz dike.