PKK’ê Kurd kir muxatab

Di seranserê dîroka Komara Tirkiyeyê de cara ewil her çend di nava şert û mercîn dîlgirtinê de be jî Kurd weke îradeya siyasî muxatab hat girtin. Ev yek bi saya têkoşîna 47 salan a PKK’ê ye.

Em derbasî salvegera 47’emîn a damezirandina PKK’ê dibin. Ji ber her kes rewşa Kurdistanê ya beriya derketina PKK’ê dizane, hewce nake em li ser bi berfirehî rawestin. Bi saya ronîbûna ku PKK’ê ava kiriye, rastiyên civakî, siyasî, çandî û aborî hatin dîtin. Gelek hewirdorên ku bi salan e civaka Kurdistanê û Tirkiyeyê manîpule dikin jî, êdî vê rastiyê dipejirînin. Ji ber vê yekê jî êdî mîna berê hebûna Kurd nayê înkarkirin û tê fêmkirin ew ê tine nebe. Ji ber vê ji bilî qebûlkirina hebûna Kurdan û bihev re jiyînê, vebijêrkek din nîne.

PKK’ê di tevahiya têkoşîna xwe ya 47 salan de, wateya windabûyî ya jiyanê li Kurdistanê ji nû ve vejand. Jiyana mirovan, jin, zarok, ciwan, kal û pîran, bi hemû aliyên xwe ve ji nû ve nirx qezenc kir. Têkoşîna PKK’ê ya salan; di cîhana hestyarî û rewşenbîrî ya Kurdan de veguherînek kûr afirandiye. Bi nirx û têgihiştinek nû ya Kurdan re, exlaq û çandek nû ya têkoşînê pêş ket. PKK’ê têgihiştinek siyasî ya demokratîk, wekhevîxwaz û azadîxwaz di civaka Kurd de pêş xist û li dijî siyaseta înkarkirinê ya dewleta Tirk û pergala navneteweyî ya kapîtalîst xetek civakî ya demokratîk û komunal temsîl kir.

PKK’ê ji dema damezrandina xwe û vir ve pirsgirêka jin wekî rojeveke sereke girt dest. Jinên Kurd jî PKK’ê wekî qadeke azadiyê ji bo xwe dîtin. Ew gihiştin wê astê ku dikarin partî û artêşên xwe ava bikin. Wan di her qadên têkoşînê de pergalên serbixwe û xweser pêş xistin. Îro, ew di têkoşînê de bûne hêzek bingehîn û di her warî de pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin.

PKK’ê di 47 salên bihurî de pêşketinên girîng bi dest xistine û nirxên pir mezin ava kirine. Niha, ger derfet çêbibe, ew amadekariyê dike ku derbasî zemînek nû ya têkoşînê bibe. Di Kongreya 12’emîn de ku piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê hat lidar xistin, stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî kir û PKK’ê ji hêla rêxistinî ve xwe fesih kir. Ji ber vê yekê, em niha sala yekem a fesihkirinê ku PKK’ê bi îradeya xwe pêk aniye, dijîn. Her çend em di warê hestî û fikrî de hê hînê vê yekê nebûne jî, em dizanin ku em derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê bûne. Ev pêvajo hem ji hêla dîrokî ve û hem jî ji hêla civakî ve destpêkek nû nîşan dide.

PKK’ê di têkoşîna xwe ya 47 salan de mîrateyek pir bi nirx û mezin li pey xwe hişt. Helbet hin kêmasî û xeletî jî derketine holê û ders ji wan têne girtin. Ev pêvajo, pêvajoya ku ezmûnên mezin ên bi berdêlên giran hatine bidest xistin, derbasî zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê kirine.

Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê dewlet zemîn ava bike. Ger derfet neyê dayîn, dibe ku çareseriyên cuda ji bo Kurdan derkevin holê. Jixwe ji ber ku dewleta Tirk vê rastiyê dibîne, vê pêvajoyê bi Rêber Apo re didomîne. Tevgera Azadiya Kurd heta niha gavên yekalî avêtiye. Dewlet qet gavek neavêt. Ji ber ku Kurd gavên nû yên yekalî avêtin hatin rexnekirin. Lê belê, Rêber Apo û Tevgera wî ji bo ku pêvajo nexitime û rê li ber pêvajoyê vebe, vê comerdiya xwe bernadin. Lê belê, dewlet û hikûmet bi awayekî konjonkturel nêzî pêvajoyê dibin; carnan pêvajo leztir dibe, carnan hêdî dibe.

Di tevahiya vê pêvajoyê de, hikûmetê du gav avêtin:

*Li Meclîsa Tirkiyeyê, bi serokatiya Serokê Meclîsê û bi tevlîbûna gelek partiyan komîsyonek hate avakirin.

*Komîsyon çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re rû bi rû hevdîtin kir.

Serdana fermî ya Komîsyonê bo Îmraliyê û hevdîtina rûbirû bi Rêber Apo re ji bo rêveçûna pêvajoyê pêşketinek girîng e. Di seranserê dîroka Komara Tirkiyeyê de cara ewil her çend di nava şert û mercên dîlgirtinê de be jî Kurd weke îradeya siyasî muxatab hat girtin. Ji ber vê yekê, ev hevdîtin nîşan dide ku pêvajo dibe ku bikeve qonaxek nû. Em hîn naveroka hevdîtinê nizanin, lê muxatab bûna fermî bi xwe wê girîng dike.

CHP’ê û Koma Yenî Yolê endam nedan şandeya komîsyonê ya ku çû Îmraliyê. Bi vê yekê re hem eyb kirin û hem jî şaşiyeke siyasî kirin. Bi taybetî ji aliyê CHP’ê ve şaşiyeke siyasî ya mezin e. A rastî CHP’ê hat lîstika desthilatdariya AKP’ê. AKP’ê ji serî ve vê pêvajoya ku bi mantiqa dewletê tê meşandin, hewl da ku pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe yên pragmatîk û konjonktural pêk bîne û vê yekê bi rêya CHP’ê dike. Armanc ew e ku CHP’ê û îradeya siyasî ya Kurd ji hev dûr bixe. Ji ber vê yekê CHP’ê bi nedayîna endaman ji bo komîsyonê, bû amûrê hesabê AKP’ê. Em hêvî dikin ku ew ê di demek nêzîk de vê şaşiyê sererast bike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka