Piştperdeya şerê DYE-Îsraîl û Îranê û armancên stratejîk
Şerê li Rojhilata Navîn ê li Îranê ne şerekî klasîk ê leşkerî yê navbera du yan jî sê aktoran e. Îran ji ber tora xwe ya herêmî li herêmê di hevsengiya hêzê de yek ji welatên diyarker e.
Şerê li Rojhilata Navîn ê li Îranê ne şerekî klasîk ê leşkerî yê navbera du yan jî sê aktoran e. Îran ji ber tora xwe ya herêmî li herêmê di hevsengiya hêzê de yek ji welatên diyarker e.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de li dijî dewleta Îranê dest bi êrişeke nû kirin. Şerê ku DYE û Îsraîlê dan destpêkirin, ne şerekî welê ye ku tenê armanca xwe bisînorkirina kapasîteya leşkerî ya Îranê ye; şerekî welê ye ku dixwaze mîmariya ewlekarî û siyasî ya Rojhilata Navîn diyar bike. Ji bo fêhmkirina vî şerî û armanc û motîvasyona li pişt vî şerî girîng e mirov bala xwe bidin ser Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi pêşengiya DYE'yê ji aliyê hegemonya navneteweyî ve li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin.
Bi destpêkirina sedsala 21'ê re sîstema cîhanê ya ji du blokan bi hilweşîna Yekîtiya Sowyetan re bi dawî bû. Bi vê hilweşînê re qada serweriyê ya hegemonya global a bi pêşengiya DYE'yê berfireh bû. Ji aliyê çavkaniyên enerjî û madenê û nuqteyên derbasbûnê ve Rojhilata Navîn yek ji xaçerêyên krîtîk ên cîhanê ye. Lewma bû qada hevrikiyê ya têkoşîna giran a hêzên hegemon a navneteweyî û statukoparêz ên herêmî. DYE li pêşberî vê rewşa nû di çarçoveya "sîstema cîhanê ya nû" de stratejiyek danî holê. Ev stratejiya ku DYE û Îngilistanê bi hev re danîn û Îsraîl piştre tevlî bû, projeyek e ku sîstema sermayeyê ya global -di rêbazê de cudahî hebe jî- piştgiriya wê dike û bi cih tîne.
Ev stratejî ji xwe re dike armanc ku hemû rewşa li ser bingeha hebûna Yekîtiya Sowyetan de hatin afirandin tasfiye bike, van ji nû ve bi sîstemê ve girê bide û herêma Rojhilata Navîn a ku di pêvajoyên Şerê Cîhanê yên 1. û 2. de sînor û asta wê hate diyarikrin jinûve dîzayn bike û bi sermayeya global ve girê bide. Destwerdana li Rojhilata Navîn ku beriya 35 salan bi şerê Iraqê destpê kir, heta roja îro li hin deveran bi destwerdanên leşkerî, li hin deveran bi darbe û zextên siyasî, li hin deveran jî bi ambargoyên aboriyê hate dewamkirin. Di vê demê de bi rêbaza dorpêçkirin, kontrolkirin û li ser vê bingehê teslîmgirtinê û girêdana bi xwe ve stratejiyek hate meşandin.
Hêzên ku vê stratejiyê dimeşînin sîstema sermayeyê ya di ser neteweyan re ye, sîstema modernîteya kapîtalîst a global e. Ev şer di navbera derdorên ku dixwazin statukoparêziya netewe dewletê ya li herêmê biguherîne, bike ku sermaye hîn bêhtir qezenç bike û statukoparêzên netewe dewletê yên li herêmê diqewime. Di serî de Îngilistan, hêzên ku sîstema netewe dewletê bi Şerê Cîhanê yê 1'emîn re li Rojhilata Navîn ava kirin, destwerdanên ji bilî hin guherînan li dijî berjewendiyên xwe dibînin. Li gel vê yekê tê fêhmkirin ku wê nikaribin xwe ji tevlîbûna vî şerî û pêkanîna armancên wê bidin aliyekî.
Projeya ku di nava 35 salên derbasbûyî de weke Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hate formulekirin, di nava xwe de çend caran nû bû û bi navê "Sîstema Cîhanê ya Nû" û "Projeya Rojhilata Navîn a Pêşvexistî" jinûve di ber çavan re hate derbaskirin. Herî dawî 7'ê Cotmeha 2023'an bi êrişa Hamasê ya li ser Îsraîlê derbasî qonaxeke cuda bû. Hegemonya global a bi pêşengiya DYE'yê, bi vê projeya ku kûr dike dixwaze wan mercan ji holê rake ku Çîn û Rûsya bi yekbûnê re dixwazin bibin hegemon; li ser vê bingehê serweriyê dîne ser qad û korîdorên enerjiyê, rêyên bazirganiyê kontrol bike û xwe bigihîne elementên xakê yên kêmdîtî.
Sîstema ewlekariyê ya piştî Şerê Sar li Rojhilata Navîn ava bû, di asteke mezin de xwe dispart hebûna leşkerî ya DYE'yê. Lê belê di salên dawî de meyla Washingtonê ya ji bo kêmkirina barê xwe yê leşkerî yê li herêmê, lêgerîneke nû ya mîmariya ewlekariyê bi xwe re anî. Di vê modela nû de DYE li şûna destwerdana yekser, tercîh dike ku li ser hevalbendên herêmî projeksiyona hêzê ava bike. Washington li şûna destwerdanên leşkerî yên yekser ên li herêmê dixwaze bi rêya hevkarê xwe yê stratejîk Îsraîlê stratejiya xwe ya herêmî bimeşîne.
Ev veguherîn dibe sedem ku li Rojhilata Navîn modeleke nû ya stratejîk bê afirandin ku hevsengiya hêzê jinûve pênase dike. DYE bi rêya tifaqa îdeolojîk (bandora evangelîst) û stratejîk a xurt a bi Îsraîlê re daniye, hewl dide Tel Avîvê li navenda mîmariya ewlekariyê ya Rojhilata Navîn dîne. Ev pêvajo tê wateya hem xurtbûna Îsraîlê hem jî dîzaynkirina sîstema ewlekariya herêmî ya DYE'yê li dora Îsraîlê.
REWŞ Û ASTA ÎRANÊ
Li pêşiya bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin astengiya herî mezin dewleta Îranê tê dîtin. Îran li yek ji xaçerêyên herî krîtîk ên jeopolîtîk ên cîhanê ye. Ev cihê xwe yê li navenda Asya Navîn, Kafkasya, Asya Başûr û Rojhilata Navîn, di herikîna dîrokê de Îran timî kiriye navendeke stratejîk.
Îran bi vê rewş û cihê xwe li herêmê bi rengekî eşkere dijberiyê li DYE û Îsraîlê dike. Îran ji DYE'yê re dibêje "Şeytanê mezin", ji Îsraîlê re jî dibêje "Şeytanê biçûk"; dixwaze hesabên DYE yên hegemonya herêmê ya li Rojhilata Navîn xera bike û hewldanên Îsraîlê yên hegemonya jêrîn a li herêmê têk bibe. Dixwaze Îsraîlê û hêzên herêmî li ser 'Hîlala Şîa' mijûl bike û qada xwe ya bandorê berfireh bike.
Li aliyê din bi saya têkiliyên stratejîk ên bi Çînê re pêk aniye, veguherî yek ji tedarîkkarê herî girîng ê petrolê ji bo Çînê. Bi wergirtina teknolojî û binesaziya leşkerî-teknîkî ya ji Çînê hewl dide ambargoyê ji ser xwe biavêje. Her wiha ji bo 'Projeya Rê û Kemberê' ya Çînê li herêmê hevalbendê herî girîng ê Çînê ye.
Îran bi Rûsyayê re ku li dijî DYE'yê têkoşîna hegemonyayê dimeşîne, li ser bingeha têkiliyên stratejîk parvekirina îstîxbaratê û hevkariya leşkerî-teknîkî dike û bi vî rengî li herêmê li ber berjewendiyên DYE'yê radibe. Rûsya jî weke hêmaneke hevsengiyê ya jeopolîtîk a li hemberî Rojava sûdê ji cih û rewşa Îranê werdigire. Her wiha Îranê weke faktorekî girîng ji bo kêmkirina bandora Rojava ya li Rojhilata Navîn dibîne. Ji ber vê yekê jî şerê bi navenda Îranê ne tenê meseleyeke herêmî ye; di heman demê de arenaya neyekser a hevrikiya hêzên mezin e.
Sedemên bingehîn ên êrişa li ser Îranê:
1- Dijberiya wê li DYE û Îsraîlê ya li herêmê û têkiliyên xwe yên bi Çîn û Rûsyayê re.
2- Îranê ji armanca xwe ya bûyîna hegemonya herêmî bixîne. Ji ber vê yekê êrişê li ser rejîma siyasî ya Îranê û avaniya hêza siyasî ya li welêt tê kirin û tê xwestin ku bê guhertin.
3- Li ser Îranê Korîdora Trans-Hazarê asteng bike ku yek ji rehên jiyanî yên Projeya Rê û Kemberê ya Çînê ye, li ser Îranê Tejaneya Hazarê kontrol bike.
4- Li ser bingeha girêdana Îranê ya bi sermayeya global; ji Asya Navîn û Kafkasyayê heta bi Ewropayê, ji Tengava Hurmuzê heta bi Derya Ûmmanê nexşeyeke nû ya stratejîk bê xêzkirin, çavkaniyên enerjiyê û cihê jeostratejîk ê Îranê bixe bin kontrola xwe.
Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin: Ji bo DYE û Îsraîlê meseleya esasî ew e ku mîmariya siyasî û ewlekariyê ya Rojhilata Navîn çawa bê danîn. Şerê Rojhilata Navîn ê bi navenda Îranê ne şerekî leşkerî yê klasîk ê navbera du an jî sê aktoran e. Îran ji ber avaniya xwe ya îdeolojîk (Îslamî), modela dewletê ya bi armanca belavkirina şoreşê û torên xwe yên herêmî li Rojhilata Navîn yek ji welatên diyarker ên hevsengiyê ye. Ji ber vê jî operasyoneke leşkerî ya li hemberî Îranê bivê nevê di wê astê de ye ku bandorê li hesabên stratejîk ên global û hevsengiya hêzê ya herêmî bike.
DU ARMANCÊN STRATEJÎK ÊN ŞER
Ji Iraqê heta bi Sûriyeyê, ji Xezeyê heta bi Lubnanê, ji Yemenê heta bi Derya Sor krîzên ku li cografyayeke berfireh diqewime, kir ku nearamiya sîstema herêmî bêhtir bê dîtin. Lê belê ez krîz di heman demê de işaretê bi lêgerîna li pergaleke nû ya cîhanê jî dike. Şerê li ser Îranê yek ji qonaxên herî krîtîk ê vê lêgerînê ye. Tabloya ku derketiye holê, nîşan dide ku şer li dora du stratejiyên bingehîn diqewime.
Ya destpêkê ew e ku li Îranê rejîmê biguherîne û veguherîneke siyasî ya bi Rojava re di nava ahengiyê de ye ava bike. Ya duyemîn û hîn girîng jî ew e ku mîmariya ewlekariyê ya nû ya Rojhilata Navîn li dora Îsraîlê jinûve dîzayn bike û pergala global a nû ava bike. Gava mezin a destpêkê ya vê projeyê di sala 2020'î de bi 'Peymanên Brahîm' hate avêtin. Îmarat, Bahreyn, Fas û Sûdanê ketin pêvajoya asayîbûna bi Îsraîlê re. Bi vî rengî nêzîkbûna li hev a Ereb û Îsraîlê veguherî parçeyek ji mîmariya li dijî Îranê.
Qonaxa duyemîn jî piştî 7'ê Cotmehê kêmkirina bandora siyasî û leşkerî ya Îranê bi rengekî yekser bû. Ji sala 2024'an û pê ve sparteyên herêmî yên Îranê bi rêk û pêk hatin lawazkirin.
ÊRIŞA LI 'ÇARÇOVEYA BERXWEDANÊ'
Hem ji ber mîrateya xwe ya dîrokî, hem ji ber bandora û cihê xwe yê cografî, hem bi kapasîteya xwe ya leşkerî, hebûna hêzên xwe yên wekîl û bandora xwe dewleta Îranê bû hedefa hegemonya global a bi serkêşiya DYE û Îsraîlê. Lewma rejîma molla ya li Îranê ji dema ava bû û pê ve hewl da li tevahiya herêmê mîmariyeke ewlekariyê ya ji gelek tebeqeyan pêk tê ava bike. Di vê çarçoveyê de ji derfetên fuzeya balîstîk heta bi balafirên bê mirov ên menzîldirêj û torên komên çekdar ên hevalbend, li ser qadeke berfireh razemenî kir.
Di pêvajoya derbasbûyî de 7'ê Cotmehê piştî êrişa Hamasê ya li ser Îsraîlê, derbên girîng li 'Hîlala Şîa' ya Îranê hate xistin. Piştî 7'ê Cotmehê li ser bingeha kêmkirina bandora siyasî û leşkerî ya Îranê bi yekserî, pêvajoyek hate destpêkirin. Li ser vê bingehê ji dawiya sala 2024'an û pê ve sparteyên Îranê yên il herêmê bi rêk û pêk hatin lawazkirin. Gotin di cih de be derb li milên 'ahtapot'ê hemûyan hate xistin.
Hamas ku yek ji van milan bû, di asteke welê de derb xwar ku nema karîbû xwe komî ser hev bike. Hîzbûllahê jî derbên giran xwar; qedemeya fermandariyê û rêveberiyê ya berê hema bibêje hemû hate tasfiyekirin. Li Sûriyeyê bi xistina rejîma Esad re bandora Îranê ya li vê derê jî hate parçekirin. HTŞ a ku li şûna wê hate bicihkirin, li ser bingeha stratejiya DYE-Îsraîlê hate danîn.
Di navîna sala 2025'an de bi bêbandorkirina Hamas û Hîzbûllahê ya di asteke girîng re 'Çarçoveya Berxwedanê' ya Îranê derbeke cidî xwar. Hûsî yên li Yemenê milekî din ê 'ahtapot'ê bûn, ku wan jî di astekê de derb xwarin. Ji bo Heşdî Şabî ya li Iraqê bê kontrolkirin, belavkirin û di nava artêşa Iraqê de bê helandin kar hate kirin.
Piştî van destwerdanên li hêzên wekîl, di 13'ê Hezîrana 2025'an de destwerdana yekser a li 'seriyê ahtapot'ê hate destpêkirin ku wê 12 rojan dewam bikira. Ev şerê 12 rojan bi esasî ji bo ceribandinê bû. Bi destwerdanekê re derbeke giran li asta fermandariyê ya Îranê hate xistin.
Ji ber ambargoyên aboriyê rejîm di nava krîzên giran ên aboriyê de ye. Li qada parastinê di şerê 12 rojan de zerar dît. Rejîmê protestoyên girseyî yên ji ber krîza aboriyê destpêka vê salê destpê kirin, bi tepisandineke hişk rawestand.
DYE û Îsraîlê ku dîtin nerazîbûn û aciziya li nava gelê Îranê gihîştiye asta herî bilind, bi amadekariyên ji par û vir ve rewşa heyî ya Îranê weke firsendeke ku divê ji dest neyê berdan dîtin û dest bi êrişeke nû û bingehînî kirin.
ARMANCÊN ÊRIŞA 28'Ê SIBATÊ
Ev êriş xeleka dawî ya vê projeyê ye. Bi vê destwerdanê re tê xwestin ku rejîma Îranê bê hilweşandin, tora wê ya wekîl ji hev bê belavkirin, ji ewlekariyê heta bi bazirganiyê Îsraîl bibe navend û hêza esasî.
Di êrişa DYE-Îsraîlê de destpêkê derb li Xamaney û derdora wî ya nêz xist, ku pişta siyasî ya rejîmê bûn. Di nava vê derdorê de serokê fermandariya giştî, wezîrê parastinê, fermandarê muxafizên şoreşê, sekreterê konseya ewlekariyê ya neteweyî, serokê saziya lêkolîn û înovasyonê ya parastinê ku lêkolînên nukleerî dikir, hebûn. Kuştina Xamaney windahiyek ji rêzê nîne. Bi rengekî hevdemî, piralî û bi astî derb li pişta sîstemê hate xistin.
Bi van windahiyan re dewleta Îranê di hişê xwe yê kolektîf de hejiya. Derba destpêkê kir ku rejîma molla ya li Îranê bi krîzeke hebûnî re rû bi rû bimîne. Bi êrişa li ser serî û pişta rejîmê travmayeke psîkolojîk hate afirandin; avaniya lîderiyê ku gelekî dûrî destdanê dihate dîtin ji holê hate rakirin. Bi vî rengî hate xwestin ku rejîm ji hundir ve hilweşe û avahiyeke siyasî rû bide ku karibe li ser Îranê kontrolê ava bike.
Ya rast, DYE'yê dixwest bi derbeke giran Îranê teslîm bigire û ji rêyeke kurt rejîmê biguherîne. Lê belê li gel ku beşeke girîng a kadroyên lîder hatin bêbandorkirin jî encama siyasî yan jî raperîna ku dihate hêvîkirin pêk nehat. Ji ber ku bendewariya ku rejîm wê bi lez hilweşe li qadê bi cih nehat, êriş ji asta nizm a roJên destpêkê derbasî asta êrişeke berfireh û mezin bû.
Rastiya ku bi vê êrişê re derket holê ew e ku Rojhilata Navîn wê êdî weke berê nikaribe bimîne. Di encama şerê ku zêdeyî 40 rojî dewam kir, ya ku nayê zanîn ew e ku ev şer wê çawa bi encam bibe û ber bi ku ve biçe.
HELWESTA ÎRANÊ YA LI HEMBERÎ ÊRIŞAN
Îranê bersiveke hişk da êrişan û şer derbasî asta herêmî kir. Êrişa li dijî Xamaney ji bo astengkirina kapasîteya bersivdanê û lawazkirina navendî ya mekanîzmaya biryardanê ya Îranê bû. Lê belê di demeke nêz de hate fêhmkirin ku rejîma Îranê ne avaniyeke welê ye ku li dora kesekî ava bûye.
Ji saetên destpêkê yên êrişê û pê ve Îranê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişên bi fuzeyên balîstîk û droneyan kir û di heman demê de bi fuze û droneyan êrişî temamiya welatên li Kendavê kir ku leşkerên DYE'yî lê ne. Di serî de Îmarat, Bahreyn, Erebistana Siûdî, Qatar, Ûmman û Iraq êrişî welatên herêmê kir. Bi destwerdana li derbasbûna keştiyan a ji Tengava Hurmuzê bandora şer ji qada herêmî derbasî asta global kir.
Rewşeke dihate payin bû ku Îran êrişê bibe ser Îsraîlê û baregehên DYE'yê; lê belê êrişa li ser welatên Kendavê bû gaveke welê ku matmayî hişt û hesabê dijberên xwe pûç kir. Rewşeke li derveyî planê bû ku Îran şer li Kendavê belav bike.
Rêxistinên îstîxbaratê yên DYE û Îsraîlê ku mejiyê esasî yê şer bûn, bi lêdana destpêkê û encama ku afirandin nîşan dan ku karekî bê qisûr û plansaziyeke di heman astê de kirine. Lê belê rast nexwendin ku piştî lêdana destpêkê wê Îran di vî şerî de bersiveke çawa bide û eniyê çawa ava bike. Îranê bersivdana xwe welê berfireh kir ku Îsraîl, baregehên DYE û welatên Kendavê jî xist nava xwe.
Ev tablo ji bersivdaneke li Îsraîlê û baregehên DYE'yê wêdetir, di asta berfirehkirina eniyeke stratejîk de ye. Lewma Îranê bi belavkirina şer li asta herêmî nîşan da ku şerekî hebûnê dimeşîne û stratejiyeke welê meşand ku çarenûsa herêmê bi xwe ve girê da.
Li pişt vê tercîhê bi qasî kapasîteya leşkerî her wiha rastiya aborî û siyasî jî heye. Dewleta Îranê di vî şerê hebûnê de dixwaze şer dirêj bike û ji nuqteyên lawaz ên aliyê dijber sûdê werbigire. Îran ne xwedî wan derfetan e ku li hemberî Îsraîl û DYE'yê şerekî demdirêj û sîmetrîk û bilind bimeşîne.
Li hemberî vê yekê xeta Kendavê hin hesas e ku dikare bê şikandin û yekser zextê li ser sîstema global bike. Bêaramiya bisînor a li vê cografyayê ku navendên fînansê, rêyên bazirganiya deryayî û enerjiyê lê ne, wê bandorên bi lez li aboriya cîhanê bike.
Îran dixwaze maliyeta şer li asta herêmî û global belav bike, bi vî rengî bike ku monarşiyên herêmê û dewletên Yekîtiya Ewropayê, civakên Yekîtiya Ewropayê zexta dîplomatîk li DYE'yê bikin û bi vê rêyê gav paşve bide avêtin.
Nuqteya esasî ku Îran giraniyê dide ser ew e ku fikara rîskê ya li ser bazara enerjiyê bilind bike. Bi vî rengî dixwaze zemîneke welê biafirîne ku rêveberiya DYE'yê ji ber zehmetiya li polîtîkaya navxweyî xwe bide ber lihevkirinê. Hesabên Îranê bi giranî xwe dispêrin bandora şer a li ser aboriyê. Bi stratejiyeke şer a dema wê nediyar dixwaze demê ji bo xwe bi kar bîne.
Taktîkeke din jî xwe dispêre wê texmînê ku fuzeyên Îsraîl û DYE bi kar tînin bê dawî nînin. Dixwaze fuze û SÎHA yên kevn weke "êm" bi kar bîne û stoka dijmin biçikîne. Her wiha amûrên ku fuzeyan asteng dikin, maliyeta wan ji fuze û droneyên Îranê gelekî zêdetir e. Zexta easî ya fuzeyên astengkirinê li ser DYE û Îsraîlê dike, ne tenê maliyeta van sîsteman e, di heman demê de hejmareke wan heye ku dikare biqede û di demeke kurt de jî şûna wan nikare bê dagirtin. Îran ji ber ku bi vê zane giraniyê dide ser vê nuqteya lawaz.
Îran her wiha dema şer dirêj dike û dixwaze bi saxî ji şer rizgar bibe. Îran sînorên Trump dibîne. Hesabê wê yekê dike ku Trump dixwaze di vî şerî de bi afirandina bandoreke şokê û demkurt, bi lêdanên bi lez, bi sînor û bilind encamê bi dest bixe; lê dema şer dirêj dewam kir wê DYE bikeve nava zehmetiyan û Trump nikaribe li hemberî zextan li ber xwe bide. Îran hesabê xwe li ser sînorê demê yê dijmin dike û hewl dide bersiveke hişk û hebûnê biafirîne.
Nuqteyeke din a lawaz jî Tengava Hurmuzê ye. Hurmuz ku ji bo veguhestina petrolê yek ji nuqteyên herî krîtîk ê cîhanê ye, avantajeke stratejîk dide Îranê. Îranê ji destpêka vî şerî û vir ve kapasîteya xwe nîşan da ku dikare derbasbûna ji Kendavê asteng bike û bilindbûna buhayê enerjiyê ji xwe re ki çekek. Bi vî rengî dixwaze zexta navneteweyî zêde bike û bi aliyê hember gavê paşve bide avêtin.
Îran êrişên li ser welatên Kendavê bispêre hebûna baregehên DYE'yê jî yek ji armancên xwe yên esasî ev e. Êrişa li ser welatên Kendavê ji bo Îranê tercîheke bi hesab û stratejîk e. Ji xwe encamên vê tercîha stratejîk di demeke kurt de hate hîskirin. Îran hêvî dike ku ev welat zextê li DYE'yê bikin ku operasyonên xwe bisekinîne yan jî bi sînor bike. Lê belê ev nêzîkatî her wiha xwedî wê rîskê ye ku van dewletan hîn bêhtir ber bi kampa Îsraîl-DYE'yê ve dehf bide. Îran bi zexta li ser Kendavê re dixwaze peyamê bide dijminên xwe û hevalbendên wan ku eger şer dewam bike wê di asta herêmî û global de zerarên cidî bibînin.