Tirkiyeyê heşt salan beriya niha di meha Adarê de di bin navê ‘’Operasyona Çiqilê Zeytûnê’’ de êrîşên dagirkirinê dan destpêkirin. Wê demê qada hewayî ya Sûriyeyê di bin kontrola Sûriyeyê de bû. Her çend Beşar Esad nerazîbûnên xwe nîşanî êrîşan dan jî ji ber sînorên ji aliyê Moskowayê ve hatibûn diyarkirin nekarî nerazîbûneke baş nîşan bide. Kurdênku beriya operasyon û dagirkirinê xwediyê nifûsa zêde bûn, ji ber bomberdûmanên zêde û şer û pevçûnan di serî de Heleb, Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Şehba neçar man ku berê xwe bidin herêmên cuda.
ŞER Û PEVÇÛNÊN 58 ROJAN Û WINDAHIYÊN SIVÎL
Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona ku hebûna YPG’ê weke hincet nîşan da û da destpêkirin de bi 71 balafirên şer ên F-16’an bi dijwarî Efrîn bombebaran kir. Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê, di encama êrîşan de zêdetirî 600 sivîlan jiyana xwe ji dest dan; di nava wan de 95 jê zarok zêdetirî 100 jin hebûn.
Efrîna ku lê şer û pevçûnan 58 rojan berdewam kir, di Adara 2018’an de ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên Tirkiyeyê piştgirî dida wan hate dagirkirin. Di vê pêvajoyê de bi dej hezaran kes ji herêmê derketin û dûr ketin.
ZIRARA LI SER MÎRATEYA DÎROKÎ Û ÇANDÎ
Li gorî raporên rêxistinên civakî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di dema operasyonê de avaniya dîrokî û mîrateya çandî ya Efrînê zirareke mezin dît. Di serî de Keleha Nebî Hûrî herêm gelekî ji bomberdûmanan bandor bû. Îdîayên têkildarî birîna darên zeytûnan ên li herêmê û dewrstandina mal û milkan, nîqaşên li ser guhertina demografiyê xurt kirin.
GIRTÎ, WINDA Û KESÊN AQÛBETA WAN NEDIYAR…
Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar dike ku li herêmê zêdetirî 10 hezar kes hatine girtin yan jî revandin. Li gorî Îbrahîm Şêxo piraniya wan kesan piştre hatine berdan lê belê aqûbeta nêzîkî 2 hezar kesî ku di nava wan de jin û zarok jî hene hê jî nayê zanîn. Tê îdîakirin ku ev kes li hin girtîgehên Tirkiye û Sûriyeyê tên rehîngirtin.
Îbrahîm Şêxo diyar dike ku hin agahî hatine ragihandin ku sala borî nêzîkî 600 kes ji Girtîgeha El-Raiyê re hatine neqîlkirin, piştre ev girtîgeh hatine valakirin û girtî ji Girtîgeha El- Hola ya Humsê re hatine şandin.
DEMOGRAFIYA HATIYE GHERTIN Û POLÎTÎKAYÊN TIRKKIRINÊ
Şer û pevçûnên ji sala 2011’an ve ye rû didin, pêlên koçberiyê û guhertinên kontrolê, bi taybetî jî li ser xeta Efrîn, Heleb û Şehbayê bûn sedem ku welatiyên Kurd bi zexteke mezin re rû bi rû bimînin. Li saziyên perwerdehiyê mecbûrîkirina zimanê Tirkî, sepanên rêveberiyên xwecihî yên girêdayî Tirkiyeyê û guhertina demografiyê nîqaşên têkildarî ‘’polîtîkayên Tirkkirinê’’ anîn rojevê. Efrîna ku demekê li gel bedewiyên xwe yên xwezayî û çanda xwe ya dêrîn dihat naskirin, roja îroyîn bi piranî li gel wêranî, guhertina nifûsê û binpêkirinên mafan ên berdewam tê bibîranîn.
HILWEŞÎNA REJÎMA ESAD
Ji 8’ê Kanûna 2024’an û pê ve li gel êrîşên HTŞ’ê yên li gel erêkirineke navneteweyî û heya bajarên weke Idlib, Hums, Hema û Helebê belav bûn, kontrola yek ji bajarê herî girîng ê Sûriyeyê guherî. Di vê serdemê de rejîma Esad dest bi hilweşînê kir. Li gel pêşketina HTŞ’ê û ketina Şamê, li Sûriyeyê rêveberiya malbata Esad a di sala 1971’an de li gel Hafiz Esad dest pê kiribû, bi temamî bi dawî bû.
SERDEMA NÛ
Nediyariya hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û modela rêveberiya ku Ahmed El Şara dixwaze hê jî berdewam dikin û bandora Tirkiyeyê ya li herêmê jî hê jî tê nîqaşkirin. Destwerdanên Tirkiyeyê û polîtîkayên wê yên li qadên di bin kontrola wê de, bi taybetî jî li gel zexta li ser welatiyên Kurd û îdîayên guhertina demografiyê tim weke rojeveke komkujiyê hatin nirxandin.
Di lihevkirina 29’ê Çileyê de hikûmeta Şamê ya ku wê nû were avakirin û pêvajoya entegrasyonê hatin nîqaşkirin. Her wiha vegera ji bo Efrînê û mijara guhertina demografiyê jî hatin nîqaşkirin.
VEGERÊN PIŞTÎ NEWROZÊ
Li gel sererastkirinên di navbera Şam û Rojava de têkildarî welatiyên sivîl ên li herêma Efrînê dijîn û ji cih û warên xwe bûne ji bo 400 malbatan vegere sînordarkirî hate destpêkirin. Malbatên Efrîn, diyar dikin ku piraniya mal û milkên wan 8 salan beriya niha jê dûr ketibûn wêran bûne yan jî di bin dagirkeriyê de ne. Tevî vê yekê jî 400 malbat li navçeyên weke Cindirês, Şera, Mabata û Şiyê hatin bicihkirin. Malbatên din ên Efrînî yên li bajarên cuda yên Sûriyeyê dijîn û gelek caran neçar mane ku koçber bibin jî li bendê ne ku piştî Newrozê jî veger berdewam bikin.