Mordem, lawê Mehr û Mîtrayê!

Mordem Çewlik, bû romaneke bêdawî di hest û bîra welatekî kevnar de. Çavê biyanî û dagirkeran kor kir di hemû şevên çalakiyan de. Bi hêza xwe ya wateyê, bi şarezatiya di felsefeya azadiyê de dijminê xwe polîpoşman û bêzar kir.

Hevrê Mordem Çewlik, fermandarê ciwan ê Eyaleta Şehîd Delîl Zagros di 11’ê Tebaxa 2025’an de di encama qezayeke biêş de gihişt şehadetê. Li hemberî hevrêtî û fermandartiya Mordem gotin wisa feqîr in ku mirov hezar carî şermîn dibe. Çiyayek ji evîn, hezkirin, bîr û baweriyê, çiyayek ji hevrêtî û dilsoziyê ji me re bi cih hişt. Wesfa Mordem bi qasî wesfa van çiyayan zor û dijwar e lê di heman demê de ya ya herî rast e. Rastî di lûtkeya van çiyayan de veşartî ne yên xwe spartine van çiyayan her dem rast û durust jiyane. Û îro çiya di xema xatirxwestinek bêwext de şîna hezaran salan girtiye bi laçikên ji rengê dîroka azadiyê. Çiya şîna Mordem digire îşev di çavê mexmûrî yên tevahiya gerîlayên Kurdistanê de. Çiya îşev giraniyekê li ser dilê xwe his dike lê nikare bigirî. Girî ji bo egîdan ne hêjayî şan û şehameta wan e. Mordem! lawê helalzade yê mêhr û mîtrayê, sembola pakî, rindî, başî, xweşî û bedewiyê. Xweşmêrek sade bi lorîkên Bîngola Şewitî! Çavê xwe li jiyanê vekir. Bi wan çavê zeytûnî û tije merax li çîrokbêjan û stranbêjên serpêhatiyên wêranî û şewata li welatê xwe guhdar kir. Her kes bi stêrka di wan çavan de dibiriqî hesiya û li ber guhê hev pistepist dikirin. Behsa stêrka Mordem dikirin ku dikir bibe bi hezaran gerstêrk di rêya karizka azadiyê de. Bi awirên di bêhêvitiyê de xeniqî li nava çavê wî temaşe dikirin û jê re digotin ku tu tola me yî.

Pê hesiyabû ku PKK’yîbûn kirasek ji agir e, li pey vê gotinê gihişt heta bi wateya buhara temenê xwe. Kirasek ji agir li bedena xwe ya ciwan pêça. Bedena xwe kir mertalek ji pola û agir. Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku rojekê bibe gerîlayekî çiyayê Bîngolê. Bi strana çiyayê Bingolê bi rê ket, meşiya û gihişt wateya ciwaniya di ruhê PKK’yîbûnê de. Dema hat bi soz û peyman destê xwe da bilindahiya bejna çiyayan. Ji çiyayan re bi hezaran dilên ciwan xelat anî. Xeyala çiyayên efsûnî yên welatê xwe bi xwe re anî. Di reşika çavê xwe de bi hezaran stêrk anî heta bi van çiyayan. Bi hezaran dost û yaran re parve kir pehnahiya sînga asîmanên hêviyên xwe.

Bi heyv û stêrkan re meşiya di her salên tije wate yên gerîlatiya xwe de. Mordem li ser her Duzgun Babayên baweriya xwe ya pîroz desmalek ji hêviyan bi dara mirazan ve daliqandibû, ji bayê re hiştibû û berê xwe dabû çiyayan. Li pey wî gelek desmalên evrîşemî dihejiyan li ser hemû ziyaret û agirgehên xeyalên zarokatiya wî. Li van çiyayan bi her nesîmek hênik baweriyek li ser bi hezaran bîr û baweriyên wî zêde dibû. Di her meşa xwe de sozek li ser sozên dayî zêde kir. Dilê xwe ji hemû nesîmên evînên mezin re vekir û ket nava dilê her hevrêyek xwe. Hê jî desmalek bi darên xweziyan ve eliqî maye, bêhna xwêdana eniya Mordem jê tê di cenga hebûnê de. Di her koşeyek vî welatî de desmala Mordem di destê her ciwanî de diheje di serçopiya govenda azadiyê de. 

Ji Behra Reş re bir çîrokên biêş ên welatê xwe. Ji welatê Kemal Pîr û Hakî Karer re behsa xweşikahiya her du welatan kir, ew welat cêwiyek ji welatê wî bû. Her carê li bedewiya wan çiyyan temaşe kir û ev gotin di ber xwe de got; ‘Mirov dişibe welatê xwe!’ û ew jî dişibiya welatê xwe. Behsa buhara welatê xwe kir ji baran, ewr, derya û pêlên bi xuroş ên Behra Reş re. Bi caran bi hêviyên mezin ên Hakî Karer hesiya ku bû cêwiyê ruhê Rêber Apo. Gelek caran dengê Kemal Pîr bihîst ku li bilindahiya çiya diket û li wî vedigeriya, bi vê dengê gur meşiya û meşiya...

Û xwe di nava rastiya herî şahkarane ya PKK’ê de dît. Di wateya şîn a çavên Delîl Zagros de berê xwe da keleha Amediyê. Desmala şîn a Delîl bi dara xweziyên xwe ve kir û lingê xwe danî ser vê xaka pîroz. Amediyê hêjayî dîroka xwe ya hezarê salan li ber xwe dida. Zarokên mêhr û ma’yê di agirgehên pîroz de ayîna pîroz pêk dianîn. Dixwest bi destê xwe agirê pîroz da bide. Di çolistana zilma neyaran de destnimêja xwe bi xweliya vê agirgehê digirt. Mirovên herî bedew, pak û rind berê xwe dabûn bajarê mediyan. 

Mordem fermandartiya cenga ronahî û tarîtiyê, cenga xêr û şer kir. Fermandarê şerê Ehûra Mezda û Ehrîman. li pêş leza bayê veziya li nava ruyê Ehrîmenan ket û bihorî. Ji taritî û reşahiyê bihorî û gihişte şewqa rojê di berbangek zû de. Li ber şineya berbangê veziya li ser rûçikên nazenîn ên şervanên xwe. Fermandarek serbilind û şareza eniya hevrêyên xwe gihand asîman, gihand heyv û stêrkên şeva berxwedaniya Amediyê. Şevên Amediyê di dengê wî yên hêmin û aram de wêrk dibû. Kes li kêleka Mordem bi tirsê nehesiya û bi dilwêrekî bi ser dijmin ve çûn, wêran û tar û mar kirin. şevên Amediyê bi dengê Mordem bêriya sibeha serkeftinê dikir, ji bo wê jî her tim dixwest rojek beriya rojekê bibe sibe û xwediyê vî dengî bibîne. 

Mordem, romana Amediyê nivîsand di kenê xwe yê bedew de. Romana berxwedaniya welatê mediyan nivîsand di hemû gotinên xwe de. Bû xwediyê van çiyayan, hemû ayinên zerdeştî pêk anî di agirgeha Amediyê de. Bû romaneke bêdawî di hest û bîra welatekî kevnar de. Çavê biyanî û dagirkeran kor kir di her şeva çalakiyan de. Bi hêza xwe ya wateyê, bi şarezatiya di felsefeya azadiyê de dijminê xwe porî poşman û bêzar kir. Bi zanîn û berpirsyartiya li hemberî dîrokê her gava xwe avêt, şer kir û da şerkirin.

Di heyva vejînê de li ser kevneşopiya 41 salan jiya û di oxira heqîqeta pêk hatî de îksîra nemirtiyê vexwar. Şimşalek xemgîn û hezîn bi carekê ji agirgeha pîroz guhê zilmê ker dikir. Şimşal peyvên çîrokên evîna rast vedibêje û behsa dûriyekê dike. Çavê Mordem buharek zû ye di cejna serkeftinê de. Xatirxwestina ji wan çavan payizek bê wexte li ser dilê her şoreşgerek welatê berxwedaniyê. 

Mordemê delal me xeyala dîdara te ya bi Rêber Apo re di roja xatirxwestina te de ji hemû gerdûnê re vegotiye. Bila zemîn û zeman pê bihese tu şoreşgerek evîndar bûyî. Tu bi me re yî di vê cejna dîdarê de kêliyekî bila çavê te yê bendewar bi çavê rojê bikeve û li temaşeyê rûnê heta bi hetayî. Ji bo hesreta te û bi hezaran hevrêyan pêk were. Te destana welatekê nivîsand di roja şehadeta xwe de. Di heyva vejînê de tu li ser şopa bi hezaran bûyî egîdê welatê me. Bi qasî wateya kûr a navê xwe te li van çiyayan destanên egîdî û mêrxasiyê nivîsand lawikê mîtraya ronahiyê. Bi qasî kûrahiya di awirên xwe de te şopên mayînde li ser dil û ruhê her mirovek azadîxwaz bi cih hişt. Tu di şeva Yelda, şeva ji dayikbûna xwedawend Mîtrayê de ji dayik bûyî û di roja vejîna xaka bi xêr û bereket a Mîtrayê de bûyî stêrka berbangê. Tu Derwêşek delal î di hemû stranên Edûleyan de, em pelikên çavê te yê reş maçî dikin û bi rondikên xwe pak dikin rûçikên te yên wek heyva çardeh şevî. Em ê ji rika bêhna barûtê, toz û dûman, mij û morana zaliman bêhna bedena te ya pîroz bikêşin henaseya xwe. Û em bedena te di kirasê hezar rengî yê payîzê de dixemilînin ji rika bêrengiya çavnebaran...