Ma xwişk-biratiya Kurd û Tirkan ev e?

Madem ew Kurdan weke xwişk-bira qebûl dikin wê demê ma ne hewce ye ku ewlehiya Kurdan bifikirin û daxwaza misogeriyê bikin? Lê belê tiştên ku tên gotin û yên li qadê rû didin dûrî xwişk-biratiyê ne û hev nagirin.

Tirkiye, gelekî destwerdana karên hundirîn ên Sûriyeyê dike. Hewl dide ku li Sûriyeyê derfetên dîrokî yên derketine holê ji destê gelan bistîne. Rejîma BAAS’ê hilweşiya û ji bo avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk derfet ava bûn. Lê belê Tirkiye hemû piştevaniya xwe dide HTŞ’ê û derfeta demokratîk ji holê radike. Weke tê zanîn HTŞ, versîyoneke El Kaîdeyê ye. Weke zîhniyet li dijî demokrasiyê ye. Li gel zîhniyeteke hişk a xwe dispêre yekmezhebiyê di nava lêgerîna avakirina dîktatoriyê de ye. Lê belê HTŞ xwediyê wê kapasîteyê nîne ku Sûriyeyê bi rê ve bibe. Ji ber ku li Idlîbê xwe birêxistin kiriye, xîtabî hemû Sûriyeyê nake. Her çend Şamê di destê xwe de bigire jî ji aliyê gelê li Şam û Sûriyeyê nehatiye qebûlkirin.

HTŞ’ê di vê pêvajoya rêveberiya xwe de du komkujî pêk anîn. Komkujiya li ser Elewiyan û piştre ya tiştên ku anîn serê Durziyan. Van komkujiyan hem di nava gelê Sûriyeyê de hem jî di nava raya giştî ya cîhanî de bêbaweriya li hemberî HTŞ’ê zêde kir. Li şûna ku daxwaz û pirsgirêkên Elewî û Durziyan weke hemwelatiyên Sûriyeyê bi rêya diyalogê çareser bike, serî li komkujiyan da. Jîngehên wan hatin talankirin, şewitandin û hilweşandin. Bêyî ferq û cudahiya jinî zarok û temenmezinan însan qetil kirin. Tirkiyeyê heya dawiyê piştgirî da van komkujiyan. Her çend ji qazî jî be Tirkiyeyê ev komkujî şermezar û rexne nekirin.

Di 10’ê Adarê de di navbera rêveberiya Şamê û QSD’ê de lihevkirinek hate îmzekirin. Li gorî vê lihevkirinê Kurd wê weke yek ji hêmanên sereke yên Sûriyeyê werin qebûlkirin û hebûna wan di çarçoveya qanûnî de were bihata misogerkirin. Lê belê piştî ku lihevkirin hate îmzekirin, ji aliyê HTŞ’ê ve qanûneke bingehîn hate amadekirin lê belê Kurd û mafên wan di vê qanûna bingehîn de cih negirtin. HTŞ’ê di hemû karên xwe de ku avakirina hikûmetê jî di nav de hesaba Kurdan û komên din ên civakî nekir û ew tune hesibandin. Tirkiyeyê ev yek hemû pêşniyar kirin û piştgirî da van yekan. Wisa ku di biryarên MGK’ya Tirkan de jî biryara ku li Sûriyeyê pergaleke navendî û yekperest were avakirin, hate standin.

Di rojên dawîn de di navbera rêveberiya Şamê û QSD-Rêveberiya Xweser de hevdîtin pêk hatin û hewl hate dayîn ku pirsgirêk werin çareserkirin. Ji bo vê yekê li Şamê bi navbeykariya Tom Barrack civînek hate lidarxistin. Encamek ji vê civînê nehate standin û belav bû. Piştre biryar hate standin ku li Parîsê civînek were lidarxistin. Tirkiyeyê nexwest aliyê sêyem beşdarî vê civînê bibe. Ji bo vê yekê hewl da civînê asteng bike. Di dawiyê de rêveberiya Şamê da zanîn ku ew beşdarî civînê nabe û xwest were taloqkirin. DYE û Fransayê jî ev yek qebûl kirin. Ji bo civînê dîrokeke nû hate diyarkirin. Lê belê hikûmeta Şamê da zanîn ku ev ji civîna Parîsê vekişiyaye û beşdar nabe. Hemû kes baş dizane ku Tirkiyeyê ev biryar daye standin. Tirkiyeyê zanî ku ihtîmala sepandina lihevkirineke ku di çarçoveya hêzên navneteweyî û çavdêriya wan de hatiye lidarxistin,  gelekî zêde ye. Li hemberî ihtîmala standina hin biryarên ku ji bo başiya Rêveberiya Xwser ku Kurd jî di nav de cih digirin, pêşengtiyê dike ku berê Sûriyeyê bide nediyarî û nearamiyê.

Van rojan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê çû Şamê. Piştre Wezîrên Karên Derve û Parastinê yên Sûriyeyê anîn Enqereyê. Enqere Hewl dide HTŞ’ê li ser piyan bigire û Sûriyeyê bixe bin serweriya wê. Her wiha di heman demê de dixwaze Sûriyeyê weke pişta mala xwe bi kar bîne. Girêdayî vê yekê ew anîn Enqereyê û piştevaniya xweya ji bo wan dan zanîn û peymanên ku dixwestin wan dane îmzekirin.

QSD û Rêveberiya Xweser dixwazin beşdarî pêvajoya çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeyê bibin. Hewl dide ku tecrûbeyên xwe yên demokratîk û zanînên xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bike. hemû hewldanên xwe dispêrin hevdîtin û çareseriyê bi awayekî erênî pêşwazî kirine û xwestine beşdar bibin. Lê belê hikûmeta Şamê heya niha QSD û Rêveberiya Xweser beşdarî pêvajoya siyasî nekirine. Dûrî biryarên ku standine, girtine. Heman tişt ji bo Elewî, Durzî û beşên din ên rêxistinkirî jî derbasdar e.

Di gel ku rastî wiha ne jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê QSD sûcdar kiriye. Di daxuyaniyên xwe yên li Enqereyê de bi awayekî eşkere gef li QSD û Rêveberiya Xweser hatine xwarin û ew hatine sûcdarkirin. Qaşo hikûmeta Şamê aligirê çareseriyê ye û QSD li hemberî yekbûnê ye û xwe gîro dike! Tirkiye baş dizane ku Kurd di bin talûkeya komkujiyê de ne. Çimkî di nava planên êrîş û komkujiyan de Tirkiye bi xwe jî cih digire. Li Sûriyeyê komkujî pêk tên û di dema vê pêvajoya komkujî û hilweşandinê de ji Kurdan û Rêveberiya Xweser re dibêje ku ‘’werin teslîmî HTŞ’ê bibin.’’ Ji ber ku teslîm nabin jî gefan dixwe û dibêje ku êdî sebra me nemaye! Tekane tişta ku QSD dike dabînkirina ewlehiya gelê li herêmê ye. Tu kiryarên wê yên din ên leşkerî tune ne. Her wiha dide zanîn ku ew ê beşdarî artêşa Sûriyeyê jî bibe û amadekariyên xwe dike. Lê belê eceleya Tirkiyeyê heye, dibêje ku bi lez vê hêzê belav bike, metirsiyên minên ewlehiyê hene. Gelo QSD, wê ji bo Tirkiyeyê  bibe sedema kîjan metirsiya ewlehiyê?

Tişta ku QSD dixwaze misogeriya yasayî û qanûna bigehîn e. Dema ku ev yek hatin dabînkirin jixwe li holê tu pirsgirêk namînin. Heya ku ev temînat tên dayîn, dixwaze weke perçeyeke artêşê li herêmê weke temînateke ewlehiyê bimîne. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê çi dibêje? Dibêje; ‘’Helwesta QSD’ê provokator zirarê dide pêvajoyê.’’ Dîsa dibêje; ‘’Tirkiye wê piştgiriyê bide têkoşîna li dijî terorê.’’ Kî ye terorîst? Komên weke Emşat û Hamzatê? Ev û gelek komên ku em navên wan nizanin talan û komkujiyan pêk tînin. Ev hemû yan girêdayî Tirkiyeyê ne yan jî pêwendiyan wan bi hev re heye. Pir eşkere ye ku Tirkiye van koman weke terorîst qebûl nake. Li holê weke terorîst Kurd û QSD dimînin. Dewleta Tirk îlan dike ku ew ê li hemberî ihtîmala êrîşa hikûmeta Şamê ya li ser Kurdan piştgiriyê bide HTŞ’ê.

Madem ew Kurdan weke xwişk-bira qebûl dikin wê demê ma ne hewce ye ku ewlehiya Kurdan bifikirin û daxwaza misogeriyê bikin? Lê belê tiştên ku tên gotin û yên li qadê rû didin dûrî xwişk-biratiyê ne û hev nagirin. Berovajî wê dijminahiya li hemberî Kurdan a klasîk berdewam dike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka