Li Sûriyeyê ji aliyekî ve komkujî pêk tên û ji aliyekî ve jî hevdîtin berdewam dikin. Zîhniyeta HTŞ’ê tevî hemû hewldanên têkildarî veşartina kiryarên xwe û xwenîşandana weke muxatab jî xwe bi hemû rastiya xwe nîşan dide.
HTŞ’ê nekarî hikûmeteke ku xwe dispêre her kesî ava bike. Li hemberî pirsgirêkên ku rû dane, li şûna serî li rêbazên diyalog û demokratîk bide, berê komên hov dide gel. Cihên ku ev kom dikevinê wêran dibin û li dû xwe cesedê bi sedan welatiyan dihêlin. Jixwe wêraniyên mezin li gel qewimîne, weke ku ev jî bi têrê nakin vêca bi komkujî, wêranî, kuştin û koçberiya HTŞ’ê re rû bi rû dimînin.
Civîna li Şamê ya bi pêşengtiya Tom Barrack hatî lidarxistin, bêyî encamekê bi dest bixe, belav bû. Barrack di daxuyaniyên xwe yên têkildarî civînê de QSD û Rêveberiya Xweser sûcdar kirin. Li şûna ku aliyan nêzîkî hev bike, atmosfera baweriyê bide avakirin û têkildarî hin mijaran hin pêngava biavêje, bi daxuyaniyên di çarçoveta blokekirina hevdîtinan de axivî. Dema ku ji bo çareserkirina vê xitimandinê hewl dihat dayîn jî bûyerên li Suwêdayê rû dan.
Komkujî û êrîşên li ser Suwêdayê weke plana çewisandina Durziyan hate nirxandin, DYE jî di nav de gelek derdoran li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Îsraîlê bi awayeke eşkere helwesta xwe nîşan da û bi leşkerî mudaxele kir. Li Ewropayê û Kongreya DYE’yê de jî ev bûyer bi fikaran hatin pêşwazîkirin.
Dîtin ku hewlên kedîkirin û rewakirina HTŞ’ê weke ku hêvî dikin, nameşe. Ji ber wê yekê weke ku qebûl kirin ku li Sûriyeyê hêz û modela herî baş Rêveberiya Xweser e. Lê belê Tirkiyeyê dîsa hemû piştevaniya xwe da HTŞ’ê. Heta komkujiyên li ser Elewî û Durziyan jî şermezar nekirin. Erdogan pê hesiya ku atmosfera derdikeve holê li dijî HTŞ’ê ye.
Her wiha hate ragihandin ku wê di navbera QSD-Rêveberıya Xweser û Hikûmeta Şamê ya Demkî de li Parîsê hevdîtin werin kirin. Li ser vê yekê dewleta Tirk dest bi liv û tevgerê kir. Ji aliyekî ve gef li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin ji aliyê din ve jî xwest ku Şam bi van şert û mercan biçe Parîsê. Ji ber vê yekê hevdîtina ku hatibû plankirin di 25’ê Tîrmehê de were kirin, hate taloqkirin.
Piştî ku hevdîtina li Şamê hate taloqkirin, bi navbeykariya DYE’yê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de hevdîtin hatin kirin. Di vê navberê de hevdîtina Fransa, DYE û Sûriyeyê jî hate kirin. Eşkere ye ku ev yek ne dûrî Tirkiyeyê ye. Ji DYE û Fransayê bawerî stend û hewl da ku Sûriye beşdarî hevdîtinê bibe.
Daxuaniyên weke ‘’HTŞ wê dîsa hikûmeta navendî be û wê serwerî û yekîtiya dewletê were naskirin’’ weke encamên van her sê hevdîtinan bi raya giştî re hate parvekirin. Ev gotin bi qasî HTŞ’ê daxwazên Tirkiyeyê ne jî. Dema ku Tirkiyeyê ev yek ferz dikirin, ji bo ku destê HTŞ’ê xurt bike asta gefên xwe yên li ser Kurdan û Rêveberiya Xweser jî zêde kir.
Tirkiye beriya her tiştî dixwaze Kurdan û Rêveberiya Xweser bê çek bike. Ev jî tê wateya bêparastinbûna gel. Li Sûriyeyê jkomkujî berdewam dikin û ewlehiya tu kesî tune ye. Bêçekkirina Kurdan tê wê wateyê ku berê Kurdan bidin komkujiyan. Tirkiye dibêje ku ‘’Beriya her tiştî ewlehiya min.’’ Lê belê li ser Tirkiyeyê gefeke komkujiyê tune ye. Xwedan artêşeke mezin e û li ser sînorên xwe tedbîrên xurt standine. Her wiha Kurd ne hêzeke wisa ye ku ji bo êrîşî Tirkiyeyê bike li benda fersendan e. Berovajî wê tim Kurd bi êrîşan re rû bi rû man. Tirkiye hat û herêmên Kurdan dagir kirin û gel neçarî koçberiyê kir.
Di 10’ê Adarê de di navbera Şam û QSD- Rêveberiya Xweser de teksteke lehevkirinê hate îmzekirin. Di vê teksta lihevkirinê de hate qebûlkirin ku QSD û herêm wê entegreyî dewletê bibin. Yanî Kurd, Ereb û gelên li herêmê li dû dewleteke cuda nînin. Tişta ku dixwazin Sûrîyeyeke demokratîk û nenavendî ye.
Dibêjin ku ‘’Ji deh salan zêdetir e em xwe bi rê ve dibin; bila ev destkeftiyên me ji holê ranebin.’’ Nabêjin ku ‘’Bila artêşeke me ya cuda jî hebe.’’ Dixwazin ku hêza leşkerî ya heyî entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe, yanî bibe perçeyeke wê, bila belav nebe, li ser erka xwe be û garantiyeke parastina gel hebe.
Çima daxwaza gel ya xweparastinê ev qasî tê redkirin? Gel ji komên girêdayî HTŞ’ê, bermahiyên El Kaîde û DAÎŞ’ê bawer nake. Ev kom li pêşiya çavên hemû cîhanê komkujiyan pêk tînin. Her wiha gel van hêzan ne niha, ji salên şerê navxweyî nas dike, bûye şahidê kiryarên wan.
DYE û endamên din ên koalîsyonê ne ku nizanin bê ka li Sûriyeyê çi qewiye. Ew jî li qadê bûn; baş dizanin bê ka kî çi ye û çi kiriye. Ger bi awayekî adilane tev bigerin gel teslîmî van nakin.
Lê belê têkilî û bazarên di navbera dewletan de xwe dispêrin berjewendiyan. Li gorî pîvanên maf û hiqûqê tevnagerin. Tirkiye endamtiya xwe ya NATO’yê jî bi kar tîne bi DYE û hêzên din re li dijî Kurdan dikeve bazarê. Hewl dide ku Kurdan dûrî hemû pêvajoyan bigire û bibe astengî ku ku Kurd nebin xwedî statu.
Armanca sereke ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bêstatuhiştina Kurdan û tasfiyekirina QSD’ê ye. Lê belê Rêveberiya Xweser dixwaze li Sûriyeyeke demokratîk di nava aşitî û wekheviyê de bijî. Lê belê bes ne ji bo xwe ji bo hemû hemû Sûriyeyê bi taybet jî ji bo jinan daxwaza azadiyê dike.