Li Sûriyê û vebijarka demokratîk
Avakirina sîstemeke xwe dispêre rêveberiyên xwecihî xurtkirî, xweser, federal, nenavendî, demokratîk rêya herî rasteqîn e.
Avakirina sîstemeke xwe dispêre rêveberiyên xwecihî xurtkirî, xweser, federal, nenavendî, demokratîk rêya herî rasteqîn e.
Li Sûriyê, dewleta Tirkiyê bi israr li pey damezirandina avahiyek netewe-dewletê ya navendî ye. Wekî ku tê zanîn, rejîma Baasê jî avahiyek dewletê ya yekdestî ava kir. Pergala yekpartî rê neda hebûna kesên cudaxwaz û pirrengiyê. HTŞ’ê desthiladariyekê afirand ku di bingeh de faşîst bû, gel dixeniqand. Bi van rastiyan re, sedema xwesteka Tirkiyê ji bo avakirina dewletekê tûndirew û navendî ya hişk çi ye? Bê guman, armanc ew e ku rê li ber bidestxistina statuyê li gelê Kurd bigire! Armanc ew e ku wan neçar bike ku bikevin jêrzemîneke tarîtir ji rejîma Baasê ji bona ku civaka Sûriyê, da ku ew rengên xwe yên rastîn û demokratik nebînin. HTŞ komekî ku hişmendiyekê olî û dij-demokratîk e. Xwedî hişmendiyekê yekdest e ku cudahîyan wekî gef dibîne û derfeta jiyanê ji wan re nahêle. Ew ji derdorekê siyasî ya wekhev û piralî re girtî ye. Ew ne dilsoziyê, xulamiyê bingeh digir e. Ew derdorên ku dibêjin em cûdahîxwazin wana bi komkûjiyan re derbas dike, wekî ku bi Elewî û Durzî re pêk anî. HTŞ’ê bi bingeh girtina hîn derdorên xwediyê hişmendiya tund û bi dayîna fermana ku kuştina her kesê ku ne weke wan difikir e ferz e, siyaseta hilweşandina civakê pejirand.
HTŞ, bi bingeh û hişmendiya xwe, rêxistineke desthilatdar e. Rêya rêxistinên desthilatdar ên tundrew faşîzm e. Ew kesên ku li dijî wê ne red dike. Ew nikare rêxistin û pêşbaziya wekhev a hêzên siyasî yên cuda bingeh bigire, hênasa wê bo wê rêbazê teng e. Kiryarên Baasiyan eşkere ne. Baasiyan kesên ku weke wan nedifikir în, yên ku red dikirin beşdarî pergala partiyê bibin, ji civakê dûr dixistin. Ji bo ku mirov tevlî burokrasiyê bibe, pêşveçûnekê ava bike, an jî ji çavkaniyên dewletê sûd werbigire, dive tu endama/ê partiya Baas ba. Ew îstîxbarat û polîsan li ser kesên ku cuda difikirin û rexne dikin re weke gef diajo. Ew ji dewletê têne dûrxistin. Kesên weha ji her cûre xetereyan re bêparastin dibin. Zext û salan mayîna di girtîgehan de, bêyî lêpirsîn an parastinê, her ku diçe dibin rojan e. Yên di vê rewşê de ne, an radest dibin, ji bo xulamiya wan bikin, an jî jiyana xwe winda dikin. Yên bextewar, ku nikarin li Sûriyê bisekinin û bi xetereyek nêzîk re rû bi rû ne, direvin derveyî welêt. Mîrata rewşenbîrî ya welêt tê hilweşandin. Civak ji siyasetê tê dûrxistin. Ew ji rêbazên rêxistinkirin û lêgerîna mafên xwe bêpar dimînin. Gel re bi hilbijartina “Siyaset û rêveberiyê ji me re bihêle, hûn herin û bi debara xwe ya rojane re mijûl bibin” dimîne. Ev yek dihêle ku çandeke demokratîk li welêt dernekeve holê. Rejîma Baasê ji bo bidestxistina rewabûnê hilbijartin li dar xist. Lê ti carî hilbijartinên demokrat nehatin lidarxistin. Her tişt bi awayekî navendî hate plansazkirin û destnîşankirin. Di encamên hilbijartinê de qet cudahî çênebûn. Hafiz an jî Beşar Esed bi nêzîkî rêjeya %100 dengan dihatin hilbijartin.
Niha, HTŞ bêyî beşdarbûn an jî hevkariyê hikûmetek demkî ava kiriye. Wan bi xwe serokkomar hilbijart. Wan bi xwe destûra demkî amade kir. Wan rewşenbîr û beşên din ên civakê ji nîqaşên destûrî û pêvajoya nivîsandina destûrî derxistin. Qaşo parlementoyek ava kirin. Ehmed Şera dê rasterast sêyeka van endaman wesaz bike, û desteyekê dê yên mayî bi cîh bike. Ma ev dikare wekî hilbijartin were binavkirin? Ma ev dibe wekî demokrasî û nîşana vîna gel were binavkirin? Bê guman na. HTŞ îdîa dike ku artêşek ava dike. Ew kesên ku ew ji bo artêşê di hilbijartine, perwerdekê olî ya dijwar de derbas dibin. Ew hişmendiya xwe li serê mirovan de diçînin. Eşkere ye ku hişmendiyeke wisa de nikare ji artêşekê netewî derkeve. Wekî din, ew îdîa dikin ku bi dehan komên çekdar, ku ji DAIŞ û El Qaîdeyê ne, ku di hemî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de beşdar in, tevlî artêşê kirine. Hêzek leşkerî tine ku parastina welêt û ewlehiya gel misoger bike; berevajî vê ye. Heman tişt ji bo ewlehiya navxweyî û hêza polîsan jî derbasdar e. Ew serbazên polîsan û karkeran sazûman dikin. HTŞ bi xwe waliyan wesaz dikin. Ew bi xwe melayên mizgeftan tayîn dikin. Ew qaşo saziyan binavê ku bermahiyên Baasê paqij dikin û karmendên xwe di hemî cihên rêvebirinê de bicîh dikin. Dezgehên medya û kanalên televîzyonê yên dewletê, ku ji rejîmê mane, dagir dikin û pergalekê propagandayê ya yekalî ava dikin. Wan çavkanî û jêderên aborî yên heyî yên dewletê bi xwe ve girê dane.
Siyaset û rêveberiyek navendî ya desthilatdar, wekî ku tê dîtin, hêdî hêdî hemu desthilatdarî û çavkaniyan navendî dike. Avahiyek dewletê ya navendî wekî sosretekê li ser civakê dadikeve. Ew di heman demê de şêwaza rêveberiyêkê ya pir qels û giran, diafirîne. Hemî çavkaniyên welêt di bin dilxwaziya kesên ku vê amûrê kontrol dikin de ne. Gendelî, dizî û neheqî dibin bêrawestan. Neheqiya mezin di belavkirina jêderan de neçar dibe. Li şûna ku edaletê bide, pergala dadwerî berjewendiyên bihêz û xwedî hêz diparêze, wê vediguherîne çeka li dijî kesên ku nerazîbûnê nîşan didin. Encama ku dewletek yekreng û navendî dikarin bêtir werin rêzkirin. Kiryarên rejîma Baas jî eşkere ne. Di vî warî de, avakirina pergala demokratîk, nenavendî û federal a li ser bingeha rêveberiyên xwecihî û herêmên yên xweser an jî yên xurtkirî vebijarka herî rastîn e. Li Sûriyê tewahî avahiyeke piralî û azadîxwaz a demokratîk pêwîst e.