Modernîteya kapîtalîst pergaleke wisa ye ku ji destpêkê ve ye krîzan çêdike û bi krîzan re rû bi rû dimîne. Di dawiya salên 1800’yî û sala 1929’an de bi krîzên mezin re rû bi rû ma. Şerên cîhanê hem bûne encamên van krîzan hem jî bûne lêgerînên derbasbûnê. Her çend pergalê hewl dabe ku di nava xwe de krîzên serdemî yên wiha û yên weke wê yên mezin û nîvekî derbas bike jî bi ser neketiye. Ji salên 1970’yan û pê ve jî ketiye nava krîzeke berdewam û sîstematîk. Krîza pergalî, krîzeke wisa ye ku ji ber avaniya pergalê bi xwe derdikeve holê û li gel hilweşîna stûnên felsefîk, hizrî, zanistî, aborî û polîtîk ên xwe li ser modernîteya kapîtalîst ava kirine tê rojevê. Tevgera Şoreşa Ciwanan a di sala 1968’an de serneketina tecrûbeya reel-sosyalîst îlan kir jî, li gel aliyên xwe yên rastgir û çepgir hilweşîna pergalê raxistiye ber çavan.
Dema ku di destpêka salên 1990’î de Yekîtiya Sowyetan hilweşiya, li cîhana Rojava propagandaya nêrîna ‘’Sosyalîzmê winda kir, lîberalîzm bi ser ket û wê heta hetayê hebe’’ hate kirin, dirûşmeyên serkeftinê hatin berzkirin û teoriyên ‘’Dawiya dîrokê’’ hatin pêşxistin. Lê belê beriya bidawîbûna salên 1990’î encamên krîzên aborî yên li hin herêmên cuda yên cîhanê (Asya hwd.), nîşan dan ku rewş ne wisa ye pergala kapîtalîst a lîberal jî bi hilweşînekê re rû bi rû ye. Bi ser de ev potansiyeleke hilweşînê ya wisa ye ku bêyî gefa sosyalîzmê pêş ket.
KÛREWÎBÛNÊ KEDXWARIYA KAPÎTALÎST Û XIZANBÛN KÛR KIRIN
Li gel polîtîkaya kûrewîbûnê ku weke hewla derbaskirina krîzê pêş ket, pergalê hewl da ku xwe ji aliyên aborî û polîtîk ve restore bike û pergala kedxwariyê nû bike û wisa pêşkêş bike. Ev polîtîkaya ku di salên 1980’yan de hate lezandin, di salên 1990’î de li gel bandora hilweşîna Sowyetan jî gihîşt lûtkeyên herî bilind. Di salên 1990’î de li gel weşandina gelek pirtûk û rojnameyan pesnê kûrewîbûnê hate dayîn. Lê belê beriya destpêka sedsala nû di serî de Asya krîzên aborî yên derketin holê, nîşan dan ku siyaseta kûrewîbûnê gihîştiye sînor û rewşa heyî ber bi bobelatekê ve dibe. Jixwe piştre jî krîz nesekinîn.
Kûrewîbûnê kedxwariya kapîtalîst û xizanbûn kûr kirin, di serî de civakên Asya û Efrîqayê li seranserê cîhanê rê li ber wêraniyên mezin ên aborî û hejariyên mezin vekir. Li Ewropayê jî dawî li polîtîkayên demokratîk ên dîmane yên xizmeta raya giştî û temînatên civakî yên weke ‘dewleta aram’ û ‘dewleta civakî’ di plana pêş de digire, anî. Hikûmetên netewdewletan veguherandin karmendên bimeaş ên şîrketên kûrewî. Bi qasî ku şîrketên kûrewî bi hêz bûn, dibe ku hinek dewletên Eropayî jî bi hêz bûn lê belê civaka kedkar a li Ewropayê ji aliyê temînata civakî û aramiyê ve bi windakirinekê re rû bi rû ma, kedên gelan zêdetir hate îstîsmarkirin û dewlemendiyên sererd û binerd bi hovane hatin desteserkirin.
ENCAMÊN KÛREWÎBÛNÊ
Kûrewîbûn ji ber ku polîtîkayeke ku ji jor ve tê afirandin, jiholêrakirina hêmanên dibin asteng ferz kir. Gelek herêmên cîhanê veguherandin qadên şerî, rê li ber sefaletên aborî vekir û li gel tehrîbkirina xwezayê rê li ber wêraniyeke ekolojîk vekir. Bi milyonan însan neçar man ku xakên lê ji dayîk bûne û çandên xwe biterikînin û rojeva koçberiyê pêk hat. Cîhana Rojava ku mîmarê kûrewîbûnê ye, li hemberî van encamên ku afirandine matmayî ma. Dema ku tirsa koçberiyê û dijayetiya wê li gel kêmbûna aborî, civakî û aramiyê bûn yek, li cîhana Rojava meylên ketûm û neteweperestiyê pêş ketin, di qada polîtîk de serokên populîst-netewperest derketin holê û alîgir jî peyda kirin.
HEYA KU KRÎZA PERGALÎ NEYÊ DERBASKIRIN
Ev hemû perpitîn in ku li şûna çareseriyê pirsgirêkê zêdetir kûr dikin. Ewropa, erdnigariyeke wisa ye ku êşa rejîmên faşîst dîtiye. Tevî vê yekê jî dilpêvebûna wan a ji meylên bi vî rengî re encama neçareseriyê ye. Ji roja me ya îroyîn û pê ve krîza modernîteya kapîtalîst kûr dibe. Ji ber vê yekê pirsgirêkên kûrewî, herêmî û neteweyî nayên çareserkirin. Ji salên 1990’î û heya niha şerê li Rojhilata Navîn, şer û pevçûnên berdewam û çaresernebûna pirsgirêkan encama vê krîzê ye. Heya ku krîza pergalî neyê çareserkirin pirsgirêkên herêmî û xwecihî jî nayên çareserkirin. Li gel rewşa heyî jî derfetên ku pergal bi hêza xwe krîza heyîçareser bikeî nemaye. Ya mayî ji geşedanên demokratîk ên nû re ma ye ku bikaribe ji pergala modernîteya kapîtalîst a bi krîzeke ev qasî giran re rû bi rû ye, derbas bibe. Bes geşedanên alternatîf ên bi vî rengî dikarin mirovahiyê ji talûkeyên mezin ên berbehs rizgar bikin.
Sosyalîstên ku di destpêka sedsala 20’emîn de pergala kapîtalîst analîz dikirin, bi gotina ‘’Yan sosyalîzm yan hovîtî’’ nîşan dan ku ji aliyê pêşeroja mirovahiyê ve kapîtalîzm talûke ye û divê bi awayekî tekez were derbaskirin. Ev tespît, di çaryêka ewil a sedsala berbehs de pêngaveke sosyalîst a mezin derxist holê û her çend ev rewş li Rûsayê li gel Şoreşa Cotmeha 1917’an bi encam bibe jî negihîşt asteke Şoreşa Ewropayê ya dihat raberkirin. Di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de geşedanên li Çîn û Ewropaya Rojhilat ji aliyê siyasî û leşkerî ve tevgera sosyalîst veguherandin pergaleke cihanê; di dawiya têkoşîna ku girêdayî blokbûna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)-Sowyetan derket holê û jê re şerê sar hate gotin de Yekîtiya Sowyetan di esasê xwe de ji ber sedemên navxweyî di destpêka salên 1990’î de belav bû û hilweşiya.
TÊKOŞÎNA SOSYALÎST A LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ TÊ MEŞANDIN
Di sedsala bihurî de li rex têkoşînên sosyalîst ên bi awayên cuda li dijî kapîtalîzmê hatin meşandin, tevgerên femînîst û ekolojîk jî heya astekê pêş ketin. Ev rêbazên ku zêdetir di nava tevgera sosyalîst de cih digirin jî her çend bi hin aliyên xwe kapîtalîzm eşkere kiribin jî nekarîn serkeftina ku dihat xwestin û ya hewce nîşan bidin. Di esasê xwe de li gel belavbûna sosyalîzma reel bi lawazbûnû belavbûneke pir cidî re rû bi rû man.
Şoreşa 1917’an a Cotmehê û avakirina sîstema sosyalîzma reel hêviyeke mezin ji bo karker û gelên bindest li çar aliyê cîhanê çêkir. Baweriyeke xurt derket holê ku sîstema îstîsmarê ya kapîtalîst dikare were derbaskirin. Ramanên Karl Marx, Friedrich Engels û Vladimir Lenîn li seranserê cîhanê belav bûn û gihîştin girseyên pir mezin. Lê belê, hilweşîna sosyalîzma reel di destpêka salên 1990’î de li çar aliyê cîhanê bêhêvîtiyeke mezin çêkir. Vê rewşê sîstema kapîtalîst jî xurt kir. Bûyerên 35 salên dawî bi piranî bi vê ve girêdayî ne.
Sedemên hilweşîna sosyalîzma reel hîn jî têne nîqaşkirin. Her çend ramanên nû hatine pêşkêş kirin jî, alternatîfek bihêz ji bo kapîtalîzmê nehatiye afirandin. Di vê pêvajoyê de, hin ji wan xwe ji sosyalîzmê dûr xistin û xwe li gorî pergalê adapte kirin. Yên din tenê teoriyê dubare kirin û bêbandor man.
GUMANA LI SER SOSYALÎZMÊ…
Ji destpêkê ve Rêber Abdullah Ocalan rêbaza herî berfireh a afrîner û rexnegir ji bo hilweşîna sosyalîzma reel pêş xistiye. Rêber Abdullah Ocalan dûrketina ji sosyalîzmê weke “Ji sosyalîzmê guman kirin, ji mirov û hebûna wî ya civakî guman kirine”, “Di sosyalîzmê de israrkirin, di bûyîna mirovbûnê de israrkirine” nirxandiye û rexne kiriye û bi pêşxistina têgeh û ramanên nû hewl daye rêxistinê bi rê ve bibe. Piştî komploya navneteweyî, Rêber Apo di vê pêvajoyê de sedemên komployê, rêbazên têkbirina wê û hilweşîna sosyalîzma reel nirxand û di şexsê xwe de şoreşa zîhnî pêk anî.
Rêber Abdullah Ocalan nirxandinên xwe yên yekem ên berfireh ên têkildarê sosyalîzma reel di parastina xwe ya bi navê “Ji Dewleta Rahîp a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk” de kir. Piştre vê yekê têr nedît û bi gotina “Em krîzeke îdeolojîk dijîn” mijara guhertina navê PKK’ê anî rojevê. Piştre lêhûrbûnên xwe hîn bêhtir kûrtir kir û bi parêznameya xwe ya “Parastina Gelekî” re guherîna paradîgmayê pêşkêş kir. PKK’ê ji hedefa wê ya desthilatdarî û dewletê dûr xist û di şûna wê de ji nû ve avakirina PKK’ê li ser bingeha "Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan" pêşxist. Paşê ev paradîgmaya "Modernîteya Demokratîk" weke alternatîf li dijî modernîteya kapîtalîzm bi berfirehî pêş xist. Di xebata xwe ya “Sosyolojiya Azadiyê” de, modelek alternatîf ji bo modernîteya kapîtalîst pêşkêş kir. Ev model; Ew li ser têgehên civaka exlaqî-siyasî, aboriya ekolojîk û civaka demokratîk hatiye avakirin. Di encamê de, rêbazek nû pêşxist ku armanc dikir kêmasiyên sosyalîzma reel derbas bike û wekî alternatîfek ji bo kapîtalîzmê pêşkêş kir.
TEORIYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK A RÊBER ABDULLAH OCALAN
Teoriya Rêber Abdullah Ocalan a Modernîteya Demokratîk, rastî eleqeyek mezin ji hêla jin, ciwan û karker, gelên bindest ve tê û hêviyê diafirîne. Ji bo kesên ku ji kapîtalîzmê nerazî ne, ew wekî alternatîfek nû tê dîtin. Ji ber vê yekê, nîqaşên li ser sosyalîzmê û lêgerînên navneteweyî yên nû ji nû ve derdikevin holê. Fikra modernîteya demokratîk û neteweyek demokratîk wekî rêyek ji bo derbaskirina hilweşînên sosyalîzma reel tê nirxandin.
TEVKARIYA HERÎ GIRÎNG A TEVGERA APOYÎ BO SOSYALÎZMÊ
Rêber Abdullah Ocalan dibêje, “Sosyalîzm tenê bi azadiya jinan pêkan e.” Jixwe tevgerên sosyalîst ên berê nekarîn azadiya jinan bi têra xwe pêşve bibin. Li ser vê mijarê teoriyek xurt jî nehat avakirin. Wekî din, pesnê zêde yê hin rêberan ku mîna pêxemberan dîtin, zirar da têkoşînên sosyalîst. Ji ber vê yekê, îro hewl tê dayîn ku nirxandinên nû werin kirin. Divê kesayetên mîna Marks, Lenîn, Mao û Stalîn ji vê perspektîfê ve ji nû ve werin nirxandin. Lenîn di vî warî de xwedî hewldanek mezine, em wî sûcdar nakin. Lê di serdema Stalîn de jin weke mal hat dîtin, li malan hatin ragirtin û hatin bindestkirin. Teoriya Rêber Abdullah Ocalan a "kuştina mêr" li dijî wê wekî bersivek derket pêş û ji bo rastnirxandina civaka dîrokî gavek girîng bû.
Kesek ku jinek bikuje mirovkuje û ji mirovkujek sosyalîst nabe. Derfeta ramana azad pir girîng e. Taybetmendiya herî girîng a ku mirov dike mirov ramana azadiyê ye. Ramana azadiyê ew e ku dihêle jin bi hêz bisekinin. Ger ev raman winda bibe, jin jî dê hêza xwe winda bikin. Ji ber vê yekê têgihîştina nû ya sosyalîzmê li ser bingeha azadiya jinan, hebûna Kurdan, nasname û azadiya wan pêş dikeve. Rexnekirina şaristanî, modernitiye kapîtalîst û pergala koletiyê ya li ser jinan, hişt ku Tevgera Apoyî hîn pêştir bikeve. Tevkariya herî girîng ji bo sosyalîzmê jî ev e.
*Ji pirtûka Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk hatiye wergirtin.