Di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Rêber APO bal dikişîne ser rast şîrovekirina dîrokê. Dibêje ku dîrok ne weke Marks pênase dike şerê di navbera çînan de ye, dîrok şerê di navbera komûn û dewletê de ye. Cihên despêkê ku şahidî ji vî şerê civaka komûnal û şaristaniya dewletê re kirine Mezepotamya û rêze çiyayên Zagros û Torosan e.
Şaristaniya dewletdar bi herikandina dîrokê re û heta roja me ya îro mîna kurmê darê xwe li ser civakê dide jiyankirin û hebûna xwe berdewam dike. Dewlet saziyeke ku di her pêvajoyê de bi pergala deshilatdariyê xwe li ser civakê ferz dike û ji bo deshilatdar bikarin hebûna xwe berdewam bikin hewl dide komûnê ji holê rake.
Dema em bala xwe didin proto Kurdan em dibînin ku jiyan yekpare ye, bi wate û bi mucizeyan têr û tijî ye. Civakê bi şêwazê qlanan li derdora jin-dayikê xwe bi rêxistin kiriye. Ti qeydên li lingê mirovan bigerin û bialiqin tinebûn, ne mal û ne milkê taybet hebû. Tenê tevger hebû. Ew jî bi awayek serbixwe û azad bû. Jiyana yekpare ya qlanê xwe dispart keda dest, dilsozî û bedewiya fikrê jinê. Lewra em dikarin îro jî mohra jinê li ser gelek vedîtinan bibînin. Bi demê re ji bo jin-dayik vedîtinên bi dest xistine ji êrîşên qirker ên mêr biparêze ketiye nava berxwedaniyeke bêhempa. Em vê tekoşînê dikarin di serpêhatiya Enkî û Înana de bibînin.
Qatilê qastîk vê peregalê ji bo xwe dike armanc û ji holê radike. Pergala qatilê qastîk çawa di nava civakê de dibe çandek? Ev, bi girtina jinê di malê de despê dike. Bi vê yekê jin ji rola xwe ya komûnal tê dûrxistin. Bi pergala milkkirinê re civak ji holê hatiye rakirin. Bi rola mêrê deshilatdar û jina kole re rastiya komûn di civakê de lawaz bûye. Lewra Rêber APO di têkiliyên jin û mêr de girîngî dide rastiya hevjiyanê û ji nû ve vesazîkirina pêwendiyan. Di roja me ya îro de li Rojava jiyanek nû bi pêşengtiya jinê pêş dikeve. Di vê mijarê de Rêbertî bal dikşîne ser ezmûna JINWAR ya ku li Rojava pêş dikeve. Weke dilsoziyekê li beramber hemû serpêhatiyên bi êş ên qatilê qastîk li ser jin, zarokan û bi giştî civakê Rêbertî komûnê weke malbata xwe ya nû dipejirîne.
Rêxistina qebîleyan ya li rêze çiyayên Zagros û Torasan li hember şaristaniya dewletdar her tim di nava liv û tevgerê de bû. Rêxistina qebîlê bi tenê xwe naspêre yekîtiya xwîn û xizmatiyê. Komeke ku li hember şaristaniya dewletdar xwe dispêre xweparastin, hilberîn û xwe zêdekirinê. Bi vî awayî kabîle xwedî xisletên civakî yên herî kêrhatî ne. Di qebîlê de jiyana kevneşop a komûnal xwedî bandor e. Tevî hemû êrîşên şaristaniyê qebîleyê hafizeya xwe ya komûnal parastiye û pêşde biriye.
Di rêxistina qebîlê de baweriya Mazdayî xwedî roleke girîng e. Baweriya Mazdayî xwe dispêre dualîteya tarî û ronahiyê. Baweriya Mazdayî diyalektîka gerdunî ji bo xwe bingeh digire. Li şuna diyalektîka Xweda û evdîtî rê li pêşiya diyalektîka xwe bi xwe afirandinê vedike. Baweriya Zerdeşt şêwazek berdewamiya baweriya Mazdayî ye. Baweriya despêkê ye ku xwe dispêre exlaqê azadiyê û li hember xwedayên şaristaniya dewletdar serî rakiriye.
Ji ber konfederasyona Medan xwe li ser bingeha baweriya Zerdeşt bi rêxistin dike şêwazê jiyana wan komûn e. Pergala konfederasyona eşîran bi xwe komûn e. Nimûne qebîleyên Medan konfederasyon in, 24 federasyon tên gel hev pişre dibin konfederasyon. Medan 300 salan li beramber pergala qatilê qastîk û împaratoriya herî mêtînger ya wê demê ya Asuran şer kiriye û bi ser ketine. Medan di pergala xwe ya komûn de israr kirine. Lewma pergala komûn heta niha jî li Kurdistanê li pêş e. Lê dema deshilatdarî ji destê Medan dikeve dest Persan vediguhere pergala qatilê qastîk. Qralên Persan xwe dixin şuna xwedeyan. Divê kes ji derveyî gotina wan dernekeve. Pergalek pir tund pêş dikeve.
Baweriya Zerdeşt tenê Kurdan nagire nava xwe. Bandora baweriya Zerdeşt pir cidî li ser Persan, Pakistaniyan, Afganî, Hindistanî, heta Çînê jî heye. Gelek çavkanî baweriya Buda û Konfuçyus jî weke berdewama Zerdeşt dibînin. Zerdeşt bi koka xwe Kurd e lê baweriya xwe gerduniye. Di wê serdemê de baweriya Zerdeşt bîrdoziya komûnê ye. Lê bi veguherîna Persan û gavavêtina wan ya ber bi dewletbûnê ve dibe sedem ku baweriya Zerdeşt veguhere dogmatîzmê û bikeve xizmeta dewletê.
Heger em bipirsin komûn çi ye? Komûn, hêza bi rêxistinkirî ya civakê ye. Ji bo em bikarin bi awayek şênber komûnê fam bikin pêwîste em sade û safî bigrin dest; komûn şêwazê jiyana hevpar e. Ji bo vê mînaka herî şênber gund in. Li gundan hemû xebat û peywirên jiyanê bi awayek hevpar tên birêxistinkirin. Li ser pêkanîna polîtîka, xwerêvebirin û parastina cewherî hemû kar wekî; palehî, cot, şivantî, avahî lêkirin û hemû erkên jiyanê bi awayek hevpar têne parvekirin. Ji xwe ji bo civaka Kurd pir teorîzekirina komûnê pêwîst nake. Ji navê komûnê jî diyar dibe; kom, kombûn bi Kurdî ye. Gotina komûnê ji gotina kombûn tê. Komûn li ser van axan li herêma Mezopotamya pêk hatine.
Sîstema kapîtalîst û dewletên dagirker li Kurdistanê hewl didin ku civakê ji ruhê komûnê dûr bixin. Di pratîkê de bi awayek şênber em dibînin ku şewitandina gundên Kurdistanê berdewama vê siyasetê ye. Li Bakurê Kurdistanê çima gund hatin şewitandin? Ji ber ku civakê xwe bi xwe bi rêve dibir, xwe bi rêxistin dikir, debara xwe dikir, parastina xwe dikir. Ji ber vê civak hewcedarî dewletê nedibû û serî li hember dewletê neditewand. Ji bo dewlet civakê hewcedarî xwe bike gund şewitandin. Hin ji wan kir ser riya xerîbiyê û kirin penaber û hin ji wan berê wan da metrepolan. Jiyana ew dixwazin li ser civakê ferz kirin. Heman polîtîka li Başûrê Kurdistanê bi destê Sedam, rejîma Baas hat pêkanîn. Ji bo civak xwe bi tevger neke, debara xwe neke û nekaribe xwe biparêze hemû gund di komkujî û enfalan re derbas kirin. Bi vî awayî berê her kesî dan bajaran.
Sîstema kapîtalîst ferperestî, cudaxwazî pêş dixe. Her kes li mala xwe ye, bi pêşketina teknîk û înternetê re ti kes pêwîstiya xwe bi kesî nabîne. Dî demên berê de civatên gundan û şêwra wan hebû. Însanan bi hevre jiyan dikirin, bi hevre xwe rêxistin dikirin û bi hevre parve dikirin. Jiyan wekhev bi rêve diçû. Kes li ser kesî ne serdest bû. Ji lewra her çendî pênaseya Marks a dîrok şerê çînayetî ye şaş nebe jî, lê belê pênaseyek têrker jî nîne. Heger em rastiya dagirkeran li ser Kurdistanê bigrin dest em dibînin ku dewletê bê cudahî her kes ji xwe re kiriye armanc. Lewra bi tevahî şeran em nikarin şerê di navbera çînan de bigirin dest.
Dewletên dagirker li ser Kurdistanê her hewil didan çanda civakê, rêxistina eşîretan belav bikin. Çima? Ji ber ku eşîr formeke komûnal e. Niha jî eşîr hene, lê ji forma komûnal derketine. Nimûne; eşîr bi hevre hevkar in, hev diparêz in, her tiştî bi hev re dikin. Jiyana wan bi rêxistinkirî ye. Dewlet vê rêxistinê perçe dike û her kesî ji bo xwe dike kole. Hin eşîrên li Botanê niha jî komûnalbûna xwe diparêzin. Di nava çanda eşîretê de çînayetî nîn e. Yê ku serokê eşîrê ye dewlemend nîne. Berhemê heyî yê eşîretê li gel serokê eşîrê kom dibe û bi awayek hevseng li ser civakê belav dike. Di destanên dîrokî de jî diyar dibe ku serokê eşîrê ne milkdar e û dewlemend nîne. Dema ku serokê eşîrê nikaribe erka xwe li hember eşîrê pêk bîne, rûspiyên eşîrê kom dibin û kesek guncaw hildbijêrin û erkdar dikin.
Di komûnê de parvekirina wekhev heye, otorîta xwezayî û demokrasiya civakê heye. Weke berdewamiya qlanan heta roja me ya îro eşîr hene. Civakê heta roja me ya îro xwe bi qlan, qebîle û eşîran parastiye. Ji bo civak li hember êrîşên qatilê qastîk li ber xwe bidin berê xwe didin çiya. Navenda ku qebîle li ber xwe dide Kurdistan e. Li erdnîgariya Kurdistanê bi çanda qebîlê gelek nirx tên parastin.
Bîrdoziya komûnê xwe dispêre çanda jin. Li Mezepotamya felsefeya Zerdeşt, li Çînê felsefeya Lao Tze, li Hindistanê Budîzm, derketina giştî pêxemberan, li Yunan felsefeya Sokrat; di bingehê van de em dikarin li giştî cîhanê bîrdoziya komûnê bibînin. Di esas de Rêbertî şîroveyên nû pêş dixe û dibêje di bingehê dîroka civakbûnê de komûn heye û civakê bi pergala komûn jiyana xwe dewam kiriye û parastî ye. Pergala dijber bi navê pergala qatilê qastîk bi nav dike.
Li hember endûstriyalîzmê eko ekonomî, li hember kapîtalîzmê sosyalîzma demokratîk esas digre. Netewa demokratîk erkê pergala xwe avakirinê dispêre avakirina komûnan. Li hember modernîteya kapîtalîst û sosyalîzma dewletdar, demokratîk komûnalîte esas e. Modernîteya Kapitalîst bi feraseta liberalîzmê demokrasiyê ji cewhera wê vala dike. Lewra pêwîste pergalek demokratîk û komûnal pêş bikeve.
Nêrîna Rêber Apo derbarê vê mijarê de wiya ye: ‘’Em modernîteyê li ser sê siwariyên mehşerê pênase dikin. Ya yekemîn, li dijî netewe-dewletê, netewa demokratîk. Piyê duyemîn li dijî endûstriyalîzmê eko-endûstrî. Piyê wê yê sêyemîn li dijî kapîtalîzmê civaka demokratîk/komûnal e. Tê zanîn hebûna civakî-dîrokî li ser bingehê komûn bi gewde bûye. Ji ber xislet û karaktera kapîtalîzmê ya li dijî civakê îro civak tê tinekirin, girêdayê şexsan civatên sînordar têne avakirin. Ji bo kapîtalîzmê civak nîn e, şexs heye. Bingeha felsefeya ku kapîtalîzm xwe lê dispêre înkara civakê ye. Beramberî vê komûn jî xislet û karaktera civakê ye.’’
Rêber Apo di paradîgma û pergala modernîteya demokratîk de girîngiyek mezin dide komûnan. Ji ber komûn koka civakê ye. Di komûnê de demokrasî rêgezek jêneger e. Di esas de komûna demokratîk sosyalîzma demokratîk e. Sosyalîzm bê komûn nabe. Pergala komûnalîst ji pirsgirêkên civakê re dikare bibe çareserî. Bingeha komûnên demokratîk, azadî û demokrasî ye. Li hember her sê hespên mehşerê yên pergala kapîtalîzmê, alternatîf ev e.