Jin xwedî cewherekî zêrîn e

Divê were zanîn ku jin bi zayenda xwe re dikare mezin dibe û hêz digire. Wê demê jin dikare bigihêje heqîqeta xwe û ji bo serkeftinê xwe bi rêxistin bike. Bi vî awayî wê karibe roj bi roj ber bi pêş ve gavan biavêje û serkeftinê qezenc bike.

Divê were zanîn ku jin bi zayenda xwe re dikare mezin dibe û hêz digire. Wê demê jin dikare bigihêje heqîqeta xwe û ji bo serkeftinê xwe bi rêxistin bike.  Bi vî awayî wê karibe roj bi roj ber bi pêş ve gavan biavêje û serkeftinê qezenc bike. Di mijara jinê de gelek tişt hatine gotin û hîn jî jin weke zayend û cewhera jiyanê pir nayê qebûlkirin. Bi wî çavî lê nayê temaşe kirin. Hê  jî weke zayenda duyemîn lê tê temaşekirin. Dema jin tê gotin çi tê bîra mirovan? Her mirovek bi çavekî li jinê dinihêre û şîrove dike. Lê pir tişt li ser mijara dayikê têne gotin û dibe ku gelek nêrînên, balkêş û sosret jî tên gotin.

Kesên xwedî hişmendiya zayendperest jinê bi awayê, “Zayenda lawaz e. Dayika zarokan û xizmetkara malê ya bêheqdest e. Nabihîze, nabîne, lal e, perîşan û stûxwar e” dibînin. Gelek gotinên wiha sosret der barê jinê de têne gotin.  Ji hêla hinekan ve jî ev gotin pir xwezayî tên dîtin û nabêjin çima nêzîkatiyên wiha li jinê têne kirin? Bi piranî, di nav pergala modernîteya kapîtalîst, rejîmên despot û monarşîk de jin bi xwe jî wiha temaşeyî xwe dike. Ji ber tê gotin ku Hewa, Adem xapandiye, ji fêkiya qedexe xwariye û Xweda jî ew ceza kirine, ji bihuştê derxistine û ew avêtine ser rûyê erdê.

Dema mirov mîtolojiyan dixwîne matmayî dimîne.  Hemû mîtolojî jî bi heman cewherî xeber didin û tu dibêjî qey haya wan hemûyan ji hevdu heye. Hemû jî jinê, reş dikin. Her çiqasî hinek caran mêr  tawanbar nîşan bidin jî, jinê deh qat zêdetir sûcdar dikin. Heya niha jî jin hatiye reşkirin û tawanbarkirin.  Jin dayik be jî, xwişk an jî hevjîn be jî gelek têgeh û gotinên reşkirinê li hemberî wê têne bikartînin. Hemû desthilatdaran jin ji bo xwe bi kar anîne.  Herî zêde jî wan keda jinê înkar kiriye, cezayê giran li hemberî jinan pêk anîne û ew xerab nîşan dane. 

Tevahî siyaset bi destê destilatdariyan û hişmendiya mêrperestiyê ve li ser jinê hatine meşandin. Ew dîroka baviksalarî  5 hezar salan xwe bi vî awayî berdewam kiriye. Lê niha haya me ji dîrokeke ku xwedî rabirdûyeke sih hezar salî ye çêbûye. 

Dema em Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dixwînin, em matmayî dimînin. Hinek mijar nû di serê mirov de bi cih dibin. Em weke jin pir ji dîroka xwe dûr bûn. Ev bêguman pir bi zanebûn hatibû kirin. Dema ez niha li ser mijarê dihizirim, dibînim ku mêr pir bi zanebûn jin xistiye tecrîda nav malê. Sedema xwe jî ew e jin haj li dîroka giştî û rastiya hatiye jiyîn nebe.

Eger jin ji nav wan çar dîwaran derketiba, dê haya wê ji heqîqeta hatiye jiyîn çêbiba. Ha ji ber vê mêr her tim jin tawanbar kiriye, heya çavên wê kor kiriye û koledariya wê weke qeder pê daye qebûlkirin,  di nav malê de ragirtiye. Lê bi saya jinên serhildêr û çalakvan  jinê cewher û hebûna xwe di dem û cihên cuda de berdewam kiriye. Lewma bûye hedefa pergala mêrperest. Li hember jinên têkoşer gelek êrîşên hovane û komkujî hatine kirin. Li gor kesên xwedî wê zîhniyeta mêrperest, “Cezayê jinê her mirin e. Ji ber jin milk û namûsa mêr e.” 

Di roja me ya îro de jî ew rêbaz  heye û rojane jin di bin navê namûsê de têne kuştin. Mêr navê şerefê li wî rêbazê xwe yê kuştina jinan dikin. Weke em dişopînin û dibînin, rojane bi dehan jin li malan,  kolanan heya li zanîngehan têne qetilkirin. Pêwîst e were zanîn ku bi kuştina her jinekê re mirovahî tê kuştin. Ji ber jin nûnertiya wijdanê mirovahiyê dike. Jin xwedî cewherekî zêrîn e. Hewce ye ji kuştina jinan re her kes bêje, “Bes e...” Ji ber ruhê mirovbûnê tê qirkirin. Eger wiha, berdewam bike wê mirovbûna me bikeve xeteriyê. Ji ber hişmendiya mêr timî şer û tundî ye. Ji desthilatdariyê têr nabe û ferdperestiya xwe li ser civakê ferz dike. 

Pêwîst e jin xwe  perwerde bikin, rastiya Rêbertî fêm bikin, xwedî li wê ked û berhemê derkevin. Hewce ye xwe nas bikin da ku wê hişmendiya qatil kastîk baş nas bikin û li dijî wê hişmendiya tundrew têkoşîneke aktîf pêş bixin. Divê jin xwedî li nasname û vîna xwe derkevin. Di şeran de rojane mêr jî têne kuştin. Hewce ye ev şer û pevçûn di pêşengtiya jinan de werin bidawîkirin. 

Rêber Apo dibêje, “Wê jin pêşengtiyê ji aştî û civaka demokratîk re bikin.” Pêwîst e jin xwe bigihînin asta ku pêşengtiyê bikin, xwe û civaka xwe ji zilm û tundiyê rizgar bikin. Wê rizgarî bi zanebûn, çand û exlaq çêbibe. Rêber Apo dest bi wê pêvajoyê kiriye, li benda çalakbûna jin û civakê ye ku vê temam bikin. 

Pêwîst e jin xwe û dîroka xwe nas bikin, li hevdu xwedî derkevin û xwe rêxistin bikin da ku şer û tundiyê zûtir bi dawî bikin. Hewce ye li ser vî esasî em azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ez bi xwe keda Rêber Apo pir berhemdar dibînim. Heya niha herî zêde jî jin li Rêberê xwe xwedî derdikevin û çalak dibin. Lê hîn jî kêm û lawaz e. Pêwîst e jin têkoşîna xwe deh qat bikin û çareseriyê destek bikin. Bi vê mebestê ez bang li hemû jin û ciwanan dikim , xwe ji têkoşîn û xebatê re amade bikin. Hewce ye were zanîn ku mirovahî li benda rojên aştî û azadiyê ne. Divê em jî layiqî mirovatiyê bin.